Li Qamişlo mîhrîcana zarokan hat lidarxistin

Li Qamişloyê Duyemîn Mîhrîcana Zarokan a Çand û Hunerê hate lidarxistin. Di mîhrîcanê de zarokan stran gotin, helbest xwendin, govend gerandin û lîstikên xwe yên şanoyê pêşkeşkirin

Komîteya Çalakiyan a Çand û Hunerê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê, Duyemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Zarokan li dar xist. Di mîhrîcanê de gelek xwendekar amade bûn. Xwendekar bi cil û bergên xwe yên gelêrî tev li mîhrîcanê bûn.

Di mîhrîcanê de cil û bergên gelêrî hatin pêşkeşkirin. Di mîhrîcanê de Koma Tîrêj, Koma Bajarê Evîn, Koma Girbawî, Koma Zanîn, Koma Kulîlkên Kurdistanê û Koma Nûpel a Mihemed Şêxo derketin ser dikê û stranên xwe pêşkeşkirin.

Piştî stranan, Koma Şûtika Reş Karete, Koma Rojava û Koma Şehîd Sarya govend gerandin. Di heman demê de xwendekarên Dibistana Îbrahîm Henano ya Qamişloyê jî lîstika xwe ya şanoyê pêşkeş kir. Zarokê bi navê Kîwan Osman jî têkildarî zimanê kurdî, helbestek xwend.

Mîhrîcan bi dirûşma ‘Bijî zimanê kurdî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû. QAMIŞLO

Dikarî Biecibînî