Di hunera xwe de cih dide motîf û çanda kurd

Grafîker A. Asli Fîlîz bi xebata xwe ya ‘jina ku destê xwe xistiye newqa xwe’ li zankoyê dest bi xwendinê kir û dixwaze bi xebatên xwe yên hunerî êş û kêfxweşiyên kurdan vebêje

Jina kurd A. Asli Fîlîz ji ber zextên dewletê tirk ji Kurdistanê koçî Stenbolê kir û li wir jî berê xwe da Hamburgê. Fîlîz di vê rêwîtiya xwe de dev ji xeyalên xwe berneda û li aliyekî karê sêwirana grafîkê dike û li aliyê din jî di xebatên xwe yên hunerî de cih dide çand û erdnîgariya Kurdistanê.

Koçberiya ji Kanîreşê ber bi Hamburgê ve

Asli Fîlîz li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê ji dayik bû. Di salên 1990’î de ji ber zextên dewleta tirk neçar man gundê xwe terk bikin û koçî Stenbolê kirin. Koçberiya malbatê dewam dike û di sala 2002’an de berê xwe didin Almanyayê û koçberî li Hamburgê bi dawî dibe.

Bîngol Haber di nûçeya xwe de cih da xebatên hunerî yên A. Asli Fîlîz. Grafîker Fîlîz dema zarok bû jî eleqeyê nîşanî hunera wêne û sêwirana grafîkê dide û piştî ku malbat koçî Stenbolê dike di zanîngeha Beykentê de beşa sêwirana grafîkê dixwîne û di destpêka salên 2000’î de di rojnameya Ozgur Gundemê de karê mîzanpaj û sêwirana grafîkê dike. 17 sal in vê hunera xwe didomîne û heta niha bi gelek hunermendên navûdeng yên wekî; Ciwan Haco, Fuat Saka, Metîn Kemal Kahraman re xebitiye û di heman demê karê tasarimê ya Red Musicê dike.

Dixwaze karê xwe pêşvetir bibe

Asli Fîlîz hem di şîrketê de karê sêwirana grafîkê dike û di heman demê de li saziyeke taybet dersên grafîkê dide. Fîlîz ji bo karê xwe baştir bike niha wekî xwendevan di Zankoya Karê Hunerên Bedew a Hamburgê (HFBK) de dixwîne. Bi navê Ronî kurekî wê heye û li Hamburgê dijîn.

Fîlîz da zanîn ku dema koçî Hamburgê kirine 2 salên destpêkê gelek zehmetî kişandine. Li aliyekî li Hamburgê hînî ziman dibe, derdor nas dike û li aliyê din jî karê reklamê ya saziyeke li Stenbolê didomîne.

‘Jina ku destê xwe xistiye newqa xwe’

Grafîker Fîlîz di dawiya sala 2018’an de li Zankoya Karê Hunerên Bedew a Hamburgê de dest bi xwendinê dike û wiha got: “Li zakoyê mamoste Prof. Ingo Offermanns xwest ez bêtir li ser mijarên erdnîgariya kurd re mijul bibim û li ser wan bixebitim. Piştî diyarkirina roja randevuyê 25 rojên min hebû û min biryar da ku li ser mijereke jin û çanda kurd vebêje bixebitim. Li ser motîfa xalîçeya ya ‘jina ku destê xwe xistiye newqa xwe’ çêkir.”

Fîlîz li ser mijarê hinek lêkolînan dike û têkildarî xebata ‘jina ku destê xwe xistiye newqa xwe’ berheman diafirîne. Prof. Offermanns xebatê gelekî diecibîne û biryar tê dayîn ku wekî xwendevan li zankoyê dest bi xwendinê bike. Fîlîz destnîşan kir ku dixwaze bi hunerê êş û kêfxweşiyên gelê kurd vebêje. AMED

Dikarî Biecibînî