Hozan û şervanê azadiyê: Şehîd Sefkan

Rohat Ararat / Amed

Hozan Sefkan yek ji hunermend û şervanê gelê kurd e ku di jiyana xwe ya têkoşîna azadiya Kurdistanê de dibe afirînerê ked û nirxên giranbûha. Hozan Sefkan ji Dêrsimê heta Ewropayê, ji Ewropayê heta çiyayên Kurdistanê têkoşîna şoreşgerî dimeşîne. Sefkan di 16’ê Nîsana 1985’an de jî digihêje şehadetê

Di têkoşîna azadiya civaka kurd e bi hezaran şoreşgên kurd şehîd bûn. Her yek ji wan xwedî rist û giyanekî bêhempa bûn. Di her qada civakê de xwedî girîngiyên taybet bûn. Hin ji wan nivîskar, helbestvan, mamoste, doxtor û hin ji wan şivan, cotkar û karker, hin ji wan jî rojnameger, hunermend û stranbêj bûn. Ji her çîn û beşên civakê şoreşger derketin. Rabûn ji gundan, navçe û bajaran. Belav bûn li çiya û zozanan. Li her bihost axa Kurdistanê geriyan. Serwext kirin civak bi ilmê Marx, Lenîn û Ocalan. Bûn derwêş û bi cih anîn felsefeya jiyana azad. Derman kirin birînên xwîn jê diherikî. Parastin çand û folklora gel. Pêş xistin huner û rewşenbîrî. Çandin tovên jiyanê li her bihostek xaka Kurdistanê. Bi hunerî neqişandin şoreşa azadiya civaka Medya.

Ji bo civaka ku tune dihathesebandin û dihat tunekirin zend û bend badabûn şoreşgerên kurd. Bi şerê çekdarî têkoşîna parastina civakê pêşxistin û bi belavkirina birdozî û felsefeyê hişmendiya xweparastin û azadiyê belav dikirin. Her wiha bi hunera xwe diketin her mal û dilê her kurd. Hestên parastina rûmetê û bilindkirina têkoşîna azadiya gel û Kurdistanê pêş dixistin.

Li warê Seyîd Riza tê dinê

Bê guman di têkoşîna azadiya civaka kurd de bandora huner û hunermendan xwedî taybetmendiyeke cuda ye. Bi taybetî jî di navbera salên 1980 û 2000’î de. Şoreşger û hunermendên şoreşger di dilê her kurdên welaparêz de bi hest û awazên xwe bi awayekî xwezayî bûn xwedî textên zêrîn. Yek ji van hunermendên şoreşger jî Hozan Sefkan bû. Hozan Sefkan bi navê xwe yê din Celal Ercan e. Hozan Sefkan li erdnîgariyek pîroz û berxwedêr warê Seyîd Riza, Elîşêr û Zarîfeyan çavên xwe li dinê vedike.

Naskirina Tevgera Azadiyê

Hozan Sefkan di sala 1960’î de li gundê Laleşoxa ya Çemişgezekê yê Dêrsimê ji dayik dibe. Zarokatiya wî li gund derbas dibe. Li Xarpêtê dibistana xwe ya navendî û lîseyê diqedîne. Di sala 1978’an de jî xwe qeydî Enstîtûya Perwerdehiyê ya Amedê dike. Di salên xwe yên xwendina li Amedê de hestên kurdewarî û welaparêzî bilind dibe. Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike û hem li dibistanê û hem jî li komeleya xwendekaran dest bi xebatên şoreşgerî dike.

Destpêka şoreşgeriyê

Hozan Sefkan piştî demekê ligel çend şoreşgerên din ji Amedê derbasî Lubnan û Filistînê dibe. Piştî perwerdeya birdozî û çekdarî careke din vedigere Kurdistanê. Li herêma Dêrsimê warê ku lê ji dayik bû dibe şoreşgerekî li ser xaka pîroz û berxwedêr.  Li wir dibe berpirsyar û di vê çarçovê de karê birdozî û rêxistinî dimeşîne. Bêguman salên ku li Dêrsimê şoreşgeriyê dike jî ne salên ji rêzê ne. Di serdema Darbeya Leşkerî ya 12’yê Îlonê de kar û xebatê dike. Di nava tengasiyên gelek dijwar de têkoşînê pêş dixe.

Koma Berxwedan ava dike

Hozan Sefkan di sala 1982’yan de ligel Şehîd Mizgîn derbasî qada Ewropayê welatê Swîsreyê dibe û li wir yekemîn Komeleya Çand û Hunerê ya Ewropayê ya bi navê Huner Komê dadimezirînin. Di heman demê de ew koma muzîkê ya bi navê Koma Berxwedan ava dikin a ku di muzîka kurdî de yek ji komên herî girîng ên tevgera azadiya kurd e. Koma Berxwedan, komeke muzîka kurdî ye. Piraniya stranên komê bi kurmancî ne û piştre kirmanckî lê hin stranan jî bi soranî û bi goranî tên gotin. Koma Berxwedan herî zêde di navbera salên 1983’yan heta 1995’an bi bandoreke mezin derdikeve pêş. Di van salan de 17 albûman derdixe û bi giranî li ser zordestiya dewletên Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê stranan hildiberîne û dibêje. Koma Berxwedan di civaka kurd de xwedî cih û risteke taybet e. Ji navê komê jî diyar e ew komeke şoreşger û daxwaza wan, xebat, hilberîn û afirîneriya wan ji bo avakirin û Kurdistaneke xweser bû. Hozan Sefkan jî bi wê rist û baweriyê di qada hunerî de xebatên giranbûha pêş dixe.

Vegera Kurdistanê

Hozan Sefkan ku heta sala 1984’an li Ewropayê dimîne, di havîna wê salê de yanî destpêka şerê çekdarî de biryar dide ku ji nû ve vegere welêt û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û derbasî Qendîlê dibe. Hozan Sefkan ji bo azadiya gelê kurd êdî dest bi jiyana gerîlatiyê dike. Li aliyekî şerê dagirkeriyê dike li aliyê din jî bi tembûr û awaza xwe ji bo hevalên xwe stranan dibêje û wan dikişîne nav xeyalên rojên azad.

Ew kemîna nokeran û roja xemgîn

Tevgera Azadiya Kurdistanê ku piştî salên dirêj ên pêşxistina xebatên birdozî û rêxistinî bi pêngava şerê çekdarî ya 15’ê Tebaxa 1984’an a bi pêşengiya Fermandarê Efsanewî Egîd (Mahsûm Korkmaz) ve ji bo gelê kurd bibû hêviyeke mezin a azadiyê û ji bo noker û dagirkerên Kurdistanê jî bibû tirs û xofek mezin. Êdî bi hezaran ciwanên kurd ên şoreşger pêl bi pêl tev li vê pêngavê dibûn û cihê xwe di nav têkoşîna azadiyê de digirtin. Hozan Sefkan jî ligel hunera xwe li çiyayên Kurdistanê şervaniyek sekeftî pêş dixe û dibe pêşengekî pêşeroja civaka bi hesreta azadiyê re. Lê belê di 16’ê nîsana 1985’an de ligel 7 rêhevalên xwe yên din dikeve kemîna Partiya Komunîst a Iraqê û şehîd dibe.

Belê her şehedeteke di nav Tevgera Azadiya Kurdistanê de ji bo gel û tevgerê nirxên herî giranbûha ne. Her şoreşgerek bi şehadet û nirxbûyîna xwe dibe stêrka li asîmanên welatê Medya dibin rênîşanên ciwan û civakê.

Dikarî Biecibînî