Dilsozê zimanê kurdî Hêmin Mukriyanî

Rohat Ararat

Helbestvan û nivîskarê kurd Hêmin Mukriyanî di temenê xwe yê ciwantiyê de tev li doza azadiya Kurdistanê dibe û di serdema Komara Mahabadê de xebatên giran bûha dimeşîne. Di pêlekana yekemîn a têkoşîna xwe de wekî helbestvanekî netewî û civakî bîr û baweriya gel bi xwe anîbû

Mihemed Emîn Şêxulîslamî Mukrî bi navê xwe yê ji aliyê civaka kurd tê nasîn jî Hêmin Mukriyanî. Hêmin Mukriyanî helbestvan, nivîskar û wergêrvanekî kurd bû. Di sala 1921’an de li gundê Laçîn ê bi ser bajarê Mehabadê ji dayik dibe, navê bavê wî Seyid Hesenê Mukrî ye, navê diya wî jî Zeyneb e. Hêmin ji malbata Mele Camî Çerî ye. Hêmin Mukriyanî ji bo wêjeye kurdî û doza azadiya civaka kurd xebat û têkoşîne giranbûha dimeşîne û di 17’ê Nîsana 1986’an de li bajarê Ûrmiye yê rojhilatê Kurdistanê diçe ser dilovaniya xwe.

Heke mirov rabûrdiya xwe û civaka xwe nizanibe û nas neke mirov nikare pêşerojekê jî ji bo xwe û civaka xwe ava bike. Bi vê bîr û baweriyê dema em li dîroka xwe vedigerin hêj baştir û zelaltir tê xuyakirin ku gelê kurd wiha bi hêsanî nehatiye vê merhaleya niha. Di dîroka kurd û Kurdistanê de hin kesayetên girîng hene ku pêwîst e neyên jibîrkirin û her tim bên bibîranîn. Lewre ew kesayetên ku têkoşîna ji bo ziman, wêje, nasname û azadiya kurd û Kurdistanê gihandine vê astê û radestî têkoşerên nifşên nû kirine. Kesayetekî navdar ê di rêya civaka kurd de heta taliya temenê xwe xebatên di warê wêje û zimanê kurdî de bi dolsozî meşandiye jî Hêmin Mukriyanî ye.

Hêmin Mukriyanî di nav şert û mercên dijwar de tê dinê. Lewre Rejîma Îranê wekî her dem dijberî û dijminatiya li hemberî kurd dijwartir kiribû. Çand û kevneşopiyên kurdewerî hatibûn qedexekirin. Di heman serdemê li parçeyên din ên Kurdistanê jî siyaseteke ku hemû kurdan tune bikin û tunebihesibînin dikeve meriyetê. Bi taybetî li bakurê Kurdistanê, bi giştî li Kurdistana ku bûye çar parçe polîtîkayên tunekirin, tunehesibandin û pişaftinê destpê dike. Helbestvanê kurd Hêmin di nav rewşeke wiha de mezin dibe. Ev pêkanînên li ser gelê kurd gelekî zora wî diçe û ev yek dibe sedem ku Hêmin bibe kurdewarekî mezin ê dilsoz.

Li Kurdistana ku hatiye parçekirin, her dagirkerekî li ser parçeyekî welat zimanê xwe li ser gelê kurd dayî ferzkirin. Çi li Bakur û Başûr, çi li Rojhilat û Rojava, li her parçeyî heman hişmendiya serdest û heman polîtîkaya pişaftinê. Zarokên kurd her di aşê pişaftinê de dihatin hêrandin. Hêmin Mûkriyanî jî dema ku tê temenê xwendinê bavê wî, wî dişîne Mehabadê û li dibistanê dest bi xwendinê dike. Hêminê, ji bilî zimanê kurdî bi tu zimanê din nizane lê ji derveyî zimanê farisî zimanê kurdî qedexe ye. Li gel bi zimanê farisî xwendina xwe dike jî di xwendina xwe de gelekî serkeftiye. Di heman demê de hevaltiya Hêmin û helbestkar, wêjevan û rewşenbîrê navdar Hêjar Mukriyanî jî di wê demê de dest pê dike.

Ji bo azadiya Kurdistanê bi şev û roj dixebite

Hêmin di temenê xwe yê biçûk û ciwantiya xwe de ji bo xwedîderketina li ziman û kurdewariya xwe, xwe pêş dixe û ji bo teşedayîna jiyana xwe dixebite û têdikoşe. Di 25’ê tebaxa 1943’yan de li bajarê Mehabadê Komelaya J-Kaf bi destê Rehmanî Zebîhî û çend kesên din tê damezirandin. Hêmin jî dibe endamê vê komeleyê. Hêmin ji bo azadiya Kurdistanê bi şev û roj dixebite. Di wê komeleyê de dibe endamê desteya nivîskar a Kovara Niştiman û piştî wê ya Kovara Awat. Di sala 1946’an de li ser bingeha komeleya J-Kaf ê Partiya Demokrata Kurdistanê di bin rêbertiya Qazî Mihemed de tê damezrandin. Hêmin cara yekemî li hemberî gel di Mizgefta Sor a Mahabadê de helbestan dixwîne û dibe sekreterê desteya Reîsiya Millî ya Demokrat. Piştre di komîsyona propaganda danezanê ya partiyê de dest bi kar dike. Hêmin di wê demê de ji bo amadekirina pirtûkên kurdî yên dibistanên Kurdistanê dixebite.

Helbestên wî gelek watedar in

Hêmin Mukriyanî di kovarê partiyê yên wê demê yên wekî Kurdistan, Hawarî Kurd, Hawarî Nîştiman, Girrugalî Mindallan û Hellale de helbest û gotar weşandiye. Di Komara Mehabadê de Pêşewa şanazî pêve kiriye û ragihiandiye ku helbestên wî gelek watedar in, divê hemû endamên partiyê jiber bikin û di bernameya têkoşîna xwe de cih bidinê.

Helbestvanê neteweyî tê bijartin

Helbestvan û nivîskarê kurd Hêmin Mukriyanî hêj di pêlekana yekemîn a têkoşîna xwe de wekî helbestvanekî netewî û civakî bîr û baweriya gel bi xwe anîbû. Ji ber ku helbestên wî li ser rastiyê bibûn awêneya dil, derbirîna bîr û hêviyên gel. Hêmin ji bo xwedîderketin û girîngîdayîna zimanê zikmakî zend û bendên xwe ba dide û helbestên xwe bi zimanekî ‘zelal’ honandiye û bi zimanê gel gotiye. Ji ber vê Qazî Mihemed dispêre wî ku; gelek peyvên farisî û erebî di nav kar û xebatên siyasî de tên bikaranîn, divê di cihê wan de peyvên kurdî bên peydakirin û bikaranîn. Hêmin ji bo serokiya komîsyoneke wisa hatibû hilbijartin lê mixabin piştî demeke kurt Komara Kurdistanê tê hilweşandin. Hilweşandina Komara Mihabadê hemû kurdên bi şeref xemgîn kir û taziyebar kir.

Bi hest û helbesta xwe mehkûm dibe

Hêmin Mukriyanî ku bi xwe jî di nav xebatên Komara Mahabatê de cih digire bi dilsoziyek mezin dixebite. Lê hilweşîna komarê wekî her kurdek wî jî gelekî xemgîn dike û êşa herî giran dixe dilê wî. Piştî salan di tebaxa 1954’an de li qada bajarê Mahabadê civînek pêk tê û Hêmin helbesta “debirro ey şahî Xayîn-de here ey şahê xayîn, …’ dixwîne. Di dawiya 28’ê tebaxê de jî Hêmin dikeve ber lêpirsînê û dibe qaçax û mehkûm. Demekê li çiyê dimîne. Dema Hêmin dibe mehkûm di sala 1966’an de bavê wî jiyana xwe ji dest dide û du sal piştî mirina bavê wî, diya wî jî jiyana xwe ji dest dide. Bi salan Hêmin ji nivîsandinê dûr dikeve lê di sala 1986’an de careke din dest bi xebatên derxistina kovarekê dike û Kovara Sîrwe li bajarê Ûrmiyeyê derdixe. Hejmara yekemîn a kovarê di destpêka havînê de gihişt ber destê gel. Helbestvan û nivîskar Hêmin der barê derxistina vê kovarê de wiha dibêje: “Hêvîdar im ku ev Sîrwe her tim were û her tim dilan keyfxweş bike û her tim gulan geş bike û her tim dilê kurdan xweş bike.”

Finda jiyanê rondikê xwe yî dawîn hilwerand

Belê helbestvan û nivîskarê kurd Hêmin ji wan kesan bû ku temenê xwe yî nûciwanî, ciwanî û pîrî di çeperên çand û wêjeya kurdî û folklor û şoreşê de borandiye. Mîna findeke vêxistî rêya pêşeroja me ji me re ronî kiriye. Piştî derketina çar hejmaran ji Kovara Sîrwe ya rengîniya Kurdistanê, finda jiyana Hêmin rondikê xwe yî dawîn hilwerand û di 17’ê Nîsana 1986’an de li bajrê Ûrmiye yê rojhilatê Kurdistanê diçe ser dilovaniya xwe. Li ser wesiyeta wî li goristana Budaqsultan a bajarê Mahabadê dispêrin axê.

Dilê wî her ji bo gel û azadiya welatê wî lê da

Hêmin yek ji mezintirîn helbestvanê kurd bû di sedsala bîstemîn de. Ev helbestvanê kurdewar li dû xwe têkoşîn, ked û berhemên giran bûha hişt. Belê helbestvan, zanayê çandyarî û têkoşerê rêya vejîndana kurd û çanda kurd bû. Xwedî bîr û ramanê kurdî bû. Bi têkoşîna ku da bû dengê azadî, aştî û demokrasîxwaziya gelê kurd. Di heman demê de Hêmin her tim yekitiya gelan dixwest. Hêmin helbestvanê gel, helbestvanê evîn û azadiyê bû. Heta roja koça dawî jî dilê wî yê mezin ji bo gelê wî û azadiya welatê wî lê da. Her wiha Hêmin li dû xwe gelek berhemên qedirbilind jî hiştin e.

 

Kurd im emin

Gerçî toşî rencerayî û hesret û derd im emin

Qet ledes em çerxe sîple nabezim, merd im emin.

Aşqî çawî kejal û gerdnî pir xal nîm

Aşqî kêw û talan û benden û berd im emin.

Ger le birsan û le ber bêbergî îmro req helêm

Nokerî bêgane nakim ta le ser erd im emin.

Min le zîncir û tenaf û dar û bend bakim nîye

Letletim kin, bimkujin, hêşta delêm Kurd im emin.

 

Dikarî Biecibînî