Derwêşiya helbestê di dema îro de

Di nava kavilên helbestê de yên nivîskar û helbestvanan de yên ku keda wan di bin toza edebiyatê de  winda ye, hîna baş nehatine naskirin, a rast, berhemên wan baş nehatine xwendin, Xebat Şakir e. Ew  jî yek e ji wî karwanê helbestvanên ku em behsa wan dikin

Heger em vê rewşê baş binirxînin vekolin û bişopînin, em ê wisa bibêjin û eşkere vê tênegihiştinê bi zelalî û bi awayekî rasteqîn vebêjin. Ku ev rewş wê berê edebiyatê û kedkarê edebiyatê ber bi metirsiyeke mezin ve bibe. Û wê di kêliyên me yên ronak û zelal de nivîskar an ku helbestvan nikaribe di hişê dîrokê de çend ji xalên bingehîn werbigirin, girêdayî mijarê wê ti carî pasvaniyê û serkêşiya edebyata winda û veşartî nekin.

“Derwêş im di parezgeha evîna te de“, ev berhem dîwana yekem a helbestvanê Kurd Xebat Şakir e.

Ji bilî vê dîwanê 3 dîwanên din yên helbestan hene,

Berhemên Xebat Şakir ev in:

  1. Derwêş im di parezgeha evîna te de. 2007, Weşanên Xanî
  2. Dergûşa evînê. 2010, Weşanên Han

3:Awazên dil. 2013, Weşanên Han

  1. Keştiya Azaran, 2017, Weşanên Ar.

Her çiqas di nava hemî ol û baweriyan de beyt û qesîdeyên olî xeml û kirasên olperstî li xwe kirine, dîsa jî helbestvanên Kurd helbesta Kurdî ji wê çewtiya ku dûrî ramanên wêjeyî ketiye, derxistine û ristên helbestê bi heskiriyên helbestê dane heskirin. Bê guman helbestvan Xebat Şakir jî kedeke wî ya mezin û giranbuha di vî milî de  heye.

Xebat Şakir bi hunereke xurt û bi pênûseke zîrek me li cihana xwe ya servekirî û li şaviyên şîn û hênik digerîne. Heger em baş bala xwe bidin razên di nava hunandina helbestên Xebat Şakir de, em ê vegerin koka wî ya kevnar ku me dibe serdemên Pîr Reşê (1213-1289), Heyran û Şex Fexrê Adiya (1226, 1294). Ev herdû wêjevan wek du stûnên bingehîn yên edebyat û wejeya resen ya gelê Êzîdî ne ku Xebat Şakir bi xwe ji wê baweriyê ye.

Bi vê dewlemendiya xwe Xebat Şakir helbestê bi gewde dike û giyanê peyvê di dilê helbestgeha xwe de dixemilîne.

Heger em ji navnîşana dîwana Xebat Şakir dest bi nirxandina helbestê wî bikin, em ê di dergehên parzgeha wî ya helbestê de bê cilik û nimêj derbasî nava cihana wî ya servekirî bibin û di çem û deryaya helbestga wî a aram de avjeniyê bikin, bêyî ku pêlên har me bibin û winda bikin. Jixwe, me berê jî got, helbestvanên mîna Xebat Şakir, di nava kavil û tozê de hatine jibîrkirin, a rast ew e hatine piştguhkirin.

Dema ku helbestvan dibin sofî, pêdiviya wan bi rojî, dua, cilik û nimêjan, û ferzên olperstî tine, tenê ev!

Ev hemî dahênan û afirandina berheman jî dibe wek xemleke wêjeyî û derbasî nav pirtûkaxaneya Kurdî dibe, û astên bîrewariya ramyarî û hizrî tînin cem hev.

Xebat Şakir yek ji wan helbestvan e, yên ku reng û şêwazê wan pirr taybet û cuda ye. Ew bi helbestên xwe bêyî ku êrişî ti alî û baweriyan bike, helbestê bi heskiriyên wê dide heskirin.

Parastina ziman bi nivîsandina helbestê re ye

Di roja îroîn de û di vê rewşa kambax de a nivîsandinê tu kes  ji bilî nivîskar nikare zimanê  me  û hebûna me wek milt ji vê cewtî û nivîsandina nizim û ji şêwazên têkçûyî me rizgar bike.Xebat Şakir bi çanda xwe ya kevnarane û resen bi helbestên xwe yên ku ji êşa dîrokê derdikevin û di rûbarên ziman û hebûna wî ya dîrokî bi helbestên xwe diparêze.

Di dawiya de gerek em jibîr nekin em gerek helbestê biçûk nebînin û li nirxê wê yên dîrokî xwedî derkevin, bervajî wê divê emê helbestê li giyanê edebiyata resen û kevnar vegerînin.

Çavkanî: Cano Şakir / Yenî Ozgur Polîtîka

Dikarî Biecibînî