‘Mal Be Kol’ malbatên feodal rexne dike

Kadrî Esen / Amed

Derhêner û lîstikvanê ‘Mal Be Kol’ Oûmîd Xakpûr diyar kir ku listika wan rexne li malbatên feodal dike û nîşan dide ku nêzikbûna malbatên feodal a li hemberî zarokan bandoreke mezin li ser zarokan dike

Mihrîcana Şanoya Amedê ku roja înê dest pê kir, di roja 5’emîn de didome. Di çarçoveya şanoye de heta niha yek jê bi tirkî û yek jî bi zaravaya soranî ya zimanê kurdî bi giştî 4 lîstik hatine lîstên. Roja yekşemê lîstika bi zaravaya soranî ya bi navê ‘Mal Be Kol’ a Koma Ehûra ku ji rojhilatê Kurdistanê beşdarî mîhrîcanê bûye, hat lîstin. Lîstik ji aliyê du lîstikvanan ve hat lîstin. Li gel ku lîstik bi soranî bû jî rastî eleqeyeke mezin a şanohezan hat. Me jî dawiya lîstikê de xwe gihand derhêner û lîstikvanê lîstikê Oûmîd Xakpûr û têkildarî lîstikê jê agahî wergirt.

Mijara lîstikê jiyana keç û xortekî ku ji ber nêzikbûna malbatên xwe, malên xwe terk dikin û derbasî jiyaneke din dibin e. Xort ji ber dijberiya bavê xwe ya li hemberî xwendina xwe û keç jî ji ber destdirêjiya bavê xwe ya li hemberî xwe malên xwe terk dikin û bi hev re dizewicin. Ji vê zewacê keçik ducanî dibe. Ji ber ku derûniya xort xera dibe û xwe wek pêxember, keçikê jî wek Meryem dihesibîne, naxwaze keçik hemla xwe biwelidîne û hewl dide xwe dawî li jiyana xwe bîne. Lê dawiya dawî keçik hemla xwe diwelidîne û lîstik bi dengê bitikê bi dawî dibe.

Ji nû ve hatiye adaptekirin

Oûmîd Xakpûr diyar kir ku lîstika ‘Mal Be Kol’ sala 1998’an ji aliyê Hûsên Fezlûlahî ve bi farisî hatiye nivîsandin û paşê ji aliyê nivîskar Şewyar Gulabiyazer li kurdî hatiye wergerandin û wiha got: “Lîstik cara yekemîn sala 2010’an di Mîhrîcana Şanoyê ya Navneteweyi ya Tehranê de bi kurdî hat lîstin. Di mîhrîcanê lîstika me xelat wergirt. Piştî vê mîhrîcanê ji ber şert û mercên siyasî lîstik heta sala par jî nehat lîstin. Lê sala par ji bo ku li bajarên din bê lîstin ji nû ve hat adaptekirin û li bajarên mîna Mehabad, Pîranşar, Serdeşt û Xanê û niha jî li Amedê hat lîstin.”

Rexne li civakê dike

Xapûr bal kişand ser naveroka lîstikê û da zanîn ku di lîstikê de rexne heye û ev tişt anî ziman: “Rexneya ku tê kirin rexneya civakî ye û li malbatên feodal tê kirin. Her du malbat bûne sedem ku keç û xort ji malbat û civakê bên avêtin. Helwesta malbatan a li hemberî wan bandorele mezin li ser keç û xort kiriye.” Xapûr got ku şano weke eynik e û wiha pê de çû: “Şano eynike ku civakê nîşanî xwe dide. Di vê lîstikê de şano nebaşiyên civakê ku dikare li ser kesayetiyekî bike û bibe sedem ku mirov kesayetiya xwe winda bike nîşanî me dide.”

Enerjiya Amedê!

Xapûr herî dawî bal kişand ser eleqeya ji bo lîstika wan û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Lîstika me di du salên dawîn de li gelek cihan hat lîstin. Bi giştî heta niha eleqeya ji bo lîstika me baş bû. Lê îşev li Amedê hîs û enerjiyeke cuda li hemberî lîstika me hebû. Vê hîsê bû sedem ku em jî yek performansa xwe ya herî baş nîşan bidin. Ji ber vê eleqeya zêde ya li hemberî lîstikê em gelek kêfxweş bûn. Eleqeya ji bo lîstikê hêviyeke mezin bi me re afirand.”

 

Dikarî Biecibînî