Gel eleqeyeke zêde nîşanî Festîvala FîlmAmedê dide

Festîvala 7’emîn a Belgefîlma FîlmAmed di roja çaremîn de didome. Duh di çarçoveya festîvalê de 8 fîlm hatin nîşandan. Eleqeya ji bo festîvalê jî zêde bû

Festîvala 7’emîn a Belgefîlma FîlmAmed li salonên sînemayê yên Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ÇandAmed) di roja çaremîn de berdewam dike. Şevê din jî belgefîlm hatin nîşandan. Duh 8 fîlm ango belgefîlm hatin pêşandan. Ji po fîlmên di festîvalê de tên pêşandan, eleqeyeke mezin hebû.

Festîvalê di roja sêyemîn de bi belgefîlma “Hûn Ji Dûristanê Hatine” ku qala malbateke belavbûyî ya filîstînî dike, perdeya xwe girt.

Piştî pêşandana fîlm derhêner Amal Ramsîs bi temaşevanan re gotûbejek kir.

Mihrîcan dê sibê bi pêşandana fîlmê “Her Mal Dibistanek e” ya ku Ardîn Dîren derhêneriya wê kiriye bi dawî bibe. AMED

Dikarî Biecibînî