Li Mêrsînê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin

Li Mêrsînê, bi tevlîbûna hunermend, xwendekar û dengbêjan 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurd hat pîrozkirin

Li Mêrsînê bi tevlibûna hunermend, xwendekar û dengbêjan 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin. Pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî li Atolyeya Hunerê ya Akdenîzê hat lidarxistin. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bajêr û navçeyên Mêrsînê û xebatkarên Komeleya Pêşxistin û Lêkolîna Zimanê Kurd (KURDÎ-DER) a b KHK’ê hatîbûn gîrtîn beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê  pîrozbahî dest pê kir. Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Mûstafa Işik, di pîrozbahiyê de axivî û wiha bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî: “Divê zimanên li cîhanê bi tunebûnê re rû bi rûne bên parastine. Divê zimanê kurdî bê pêşxistin.”

Rêveberê KURDÎ-DER’ê Emîn Aksû jî têkildarî dîroka zimanê kurd agahiyên girîng dan beşdarvanan û wiha got: “Ji bo pêşxistina zimanê kurdî li malan perwerde dayîn şerte. Di ji bo zarokan li malna perwerdê bê dayîn.”

Piştî axaftinan, pîrozbahî bi xwendina helbest û gotinan stranan bi dawî bû. MÊRSÎN

Dikarî Biecibînî