16 mamosteyên kurdî mezûn dibe

Komeleya Lêkolînên Kurdî ku mamosteyên kurdî perwerde dike û li ser ziman lêkolîn dike, wê di 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de sertîfika bide şagirtên xwe. Komele her sal di 15’ê Gulanê de sertifîka dide wê îsal sertîfîka bide 16 şagirtên xwe. Rêveberê Komeleyê Eyyup Sûbaşi, xwest li dijî bişaftina kurdî her kes di 15’ê Gulanê de li ziman xwedî derkevin

Kurd ji sala 2006’an ve her sal di 15’ê Gulanê de ji ber Kovara Hawarê di 15’ê Gulana 1932’yan de li Şamê ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve bi dest weşanê kir vê rojê wekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Saziyên kurdan ên li ser kurdî lêkolîn dikin, her sal di 15’ê Gulanê de bi minasebeta Roja Cejna Kurdî bi bernameyên cuda vê rojê pîroz dikin. Îsal jî Komeleya Lêkolina Kurdî di roja Cejna Kurdî de 16 mamosteyan mezûn dike. Têkildarî girîngî û wateya vê rojê û xebatên Komeleyê Rêveberê Komeleyê Eyyup Sûbaşi ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.

Sûbaşî diyar kir ku Komeleya Lêkolînên Kurdî ku li Stenbolê xebatên xwe dimeşîne, her sal di 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî sertifîkayên xwendekarên ku asta mamostetiyê xelas dikin, dide û wiha got: Komele dê îsal jî roja 15’ê Gulanê li Odeyan Bijîjkan a Stenbolê bernameyek li dar bixe û sertîfîkayên xwendekarên xwe bide wan. Di bernameyê wê helbest bên xwendin, sînevîzyonek bê temeşekirin û dengbêj kilaman bêjin.”

‘Li zimanê xwe xwedî derkevin’

Subaşi anî ziman ku kurdî an kurd li 4 parçeyan hatine belavkirin û dabeşkirin û wiha berdewam kir: “Her parçeyek jî li ser zimanê kurdî bi awayekî ji bo zimanê kurdî were bişaftin polîtîka hatine birêvebirin. Ev polîtîka hin îro jî dewam dikin. Li başûr ev hinekî rabûye. Ji ber kurdî êdî li Başûr li gel erebî buyê zimanekî fermî. Li parçeyên din mesela, Rojhilat, Rojava û li Tirkiye hîna jî hebûna kurdî nayê qabûlkirin. Ev jî xetereyeke mezine li ser kurdî. Ji ber ku hîna hebûna wan nayê qabûlkirin ev jî tê wê wateyê ku ew polîtîkayên ku dixwazin zimanê kurdî tune bikin hina jî dewam dikin.”

Ji aliyê hikûmeta navendî ve qebûl nekiriye

Sûbaşî, bal kişand ser rewşa bakurê Sûriyeyê û wiha lê zêde kir: “Li Rojava ji 2011’an ve edî kurdî ketiye dibistanê. Kurdî perwerde dibînin. Lê hêj defactoye. Hêj bi awayekî fermî ji aliye hikumeta navîndî ya Sûriye ve nehatiye qabûlkirin. Raste rewşe kurdî li Rojava 7 salin gelek pêşve çûye. Kurdî li dibistanan tê ditîn û êdî zanîngeh hene. Lê bi awayekî fermî ji aliyê dewleta Sûriye ve hêj nehatiye qabûlkirin.”

Siyaseta hikûmeat Tirkiye kurdî hepis dike

Eyyup Sûbaşî, bal kişand ser polîtîkayên Tirkiye yên li dijî kurdî û kurdan jî û wiha berdewam kir: “Dema Tirkiye li hember kurdan tundiyê dike, civaka tirk jî li hember kurdan tuj dibe. Niha li Stenbolê 6 milyon kurd hene. Lê em li hemû semtan bawer bike em nerahetin. Li Beyoglû dibe ku bi awayekî rihat kurdî xeber bidin. Lê em biçin cihekî li Stenbolê din ihtîmal heye ku erişî te bikin. Ji ber dewlet bi awayekî sîstematîk dijmintiye li hemberî kurdan, li hemberî kurdî organize dike. Teşwîk dike. Kesên ku li dijî kurdan an jî li dijî kurdî tiştekî dikin be ceza dihêle. Ev jî nîjadperesta rahet dike ku êrîşî li ser kurdî û kurdan bikin. Ev jî rastiyeke. Hîna jî neguhartiye. Dibe Tirkiye bi awayekî vekirî nebêje ez kurdî qedexe dikim lê çi dike bi siyaseta xwe teşwîk dike ku kurdî heps bike di malan de. Kurdekî esnafa tabelayeke kurdî deyne, ya zabita dê deyne yan jî civaka faşîst wê biçe erîş bike. Bi awayekî nahelê tabela hebe. Ev erîş hîna jî li ser kurdan hene. Ne vekirî jî eriş hîna jî li ser kurd û kurdan heye”

Heta kurdî nebe fermî kurdî nayê qebûlkirin

Ev direk nasîna hebûna kurdî tekîldarî siyaseteye heta kurd siyasete de statuyeke destnexin hebûna kurdî jî naye qabûl kirin. Ev jî dîrek statuya kurdî tekildarî statuya kurdaye. Heta ku statuya kurdan ji aliye siyasete ve zelal nebe statuya kurdî jî zelal nabe. Niha halê hazir Tirkiye niyeta we nîne ku kurdî nas bike. Heta jê tê hewl dide kurdî tune bihesibîne. 2 hefta berî Hikûmetê xwest li Japonyaye kurdî qedexe bike. Kurdî li wir hilbijarteye li zanîngehê. Dewleta tirk çi kiriye dîplomasî peş xistiye, xwestiye li wir jî kurdî qedexe bike. Lewma dive em li heviya dewleta tirk nebin. Ger em li heviya dewleta tirk bin dive heta 30 salî din jî em tişt nexin. Lewma di mesela kurdan de divê em bi xwe, dibistane xwe careke din ava bikin. Berî niha 4 sala me avakiribû dive em careke din dibistane xwe ava bikin disa tevgerek zimanî bidin dest pêkirin. Ji bo zimane kurdî bibe beşek ji siyasete û dewleta tirk jî bizanibe dixwazê li gel kurdan siyasete bike dixwaze beje ez birayê tê yê rasteqînim, ez demokrasiye dixwazim dive hebûna kurdî jî qabûl bike. Ji bo ve jî çawa em dikarin bixin rojava tirkan. Dive em di qada ziman de xwe xurtur bikin. Çawa? Em ê dibistane xwe ava bikin. Komeleyên saziyên zimanan ava bikin ji bo ku raya giştî dive mijare de baldar bike. Ger em baldar nekin em giringiyê nadin. Ji bo dewleta tirk giringî bide zimane kurdî despeke de dive em giringîye bidin. Ew girîngî we çawa bê? Bi avakirina dibistana, avakirana saziyên ziman dikare çebibe.”

Ji 2006’an ve 15’ê gulana wekî cejna ziman pîroz dikin

Yekem car kurdî bi tîpê latînî 1932’yan de di 15’ê Gulanê de hatiye nivîsîn. Ew jî çabûye? Celadet Elî Bedîrxan di 15’ê Gulana 1932’yan de Kovara Hawarê derxistiye. Bi vê Kovara Hawarê edî kurdî bi tîpên latînî bi awayekî sîstematîk hete îro te nivîsin. Ji 2006’an ve jî 15’ê Gulanê wek Cejna Zimane Kurdî te pîrozkirin. Em jî îsal pîroz bikin. Me jî kiriye wek kevnoşopîyek em di 15’ê Gulanê de her sal sertîfîkayên mamosteyên ku me gihandine em sertîfîkayên wan didin. Îsal jî em e bidin 16 mamosteyan. Em ê li Odeya Tabînan a Stenbolê ya li Caloglûyê saet di 19.00-22.30’an de pîroz bikin. Ger gele kurd û dostên kurdan werin ve roje li keleka me bin, piştgiriyê bidin me emê kêfxweş bibin. Çiqas xurt ev roj derbas bibe ewgas xebatên me wê pêşve biçin. STENBOL

 

Dikarî Biecibînî