‘Ziman ne tenê kilîta dev e ya dil e jî’

Endama KPC-D’yê ya Hesekê Jînda Ehmê derbarê 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de diyar kir ku ziman ne tenê kilîta dev e, ya dil e jî û got ku divê gelê kurd xwedî li zimanê xwe derkeve

Di 15’ê Gulana 1932’an de Kovara Hewarê bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan li Şama Sûriyeyê hat derxstin. Di kovara Hawarê de yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî de heye. Yekemîn hejmara kovara Hawarê di 15’ê Gulana 1932’an de derket û heta 15’ê Gelawêja 1943’an 57 hejmar derketine. Loma gelê kurd her sal 15’ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.

Têkildarî girîngiya vê rojê endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya Hesekê Jînda Ehmê axivî û diyar kir ku xebata ji bo zimanê zikamekî her pîroz e.

 Gelê kurd bendava yekziman hilweşand

Ehmê bal kişand ser serdema rejîma Baasê û destnîşan kir ku di serdema rejîma Baasê de zimanê kurdî qedexe bû û wiha got: “Di serdema rejîmê de netewperestî dihate meşandin. Zimanê erebî li tevahî netewan ên ku li Sûriyeyê dijiyan dihate ferzkirin. Yek ji van gelan jî kurd bûn. Dema ku me gotineke kurdî li dibistanên rejîmê dikir ango me navê (Kurdistan) dianî ziman ji ber kîna wan a li hember kurdan û zimanê me bi rengekî hovane û bê rehm li me didan. Ew kêliyên zehmetî ji bîra me naçin. Lê gelê kurd bi têkoşîna xwe bendava yek zimanî hilweşand. Em gelê kurd ji bo zimanê dayikê têdikoşin. Divê ev têkoşîn her dem mezintir bibe. Ji ber ku zimanê dayikê hebûn û rûmeta me ye.”

Di axaftina xwe d Ehmê kêliyên fêrbûna tîpên kurdî di demên destpêkê de wiha tîne ziman: “Beriya ku şoreşa gelan pêk were, me bi rengekî dizî û dengekî nizm ji tirsa rejîmê ya ew ê bi ser malan de bigire, fêrî tîpên kurdî dibûn. Wê demê me hîs kir ku êdî em ber bi azadiyê ve diçin û nêzî zimanê dayikê dibin. Mirov çiqasî bibêje nikare wan kêliyên ku em jiyane bîne ziman.”

Ziman pergala xweîfadekirinê ye

Ehmê da zanîn ku bi destpêkirina şoreşa rojavayê Kurdistanê re êdî mirov bi rengekî azad dikaribû bi zimanê xwe biaxivê û hebûna xwe îfade bike û wiha pêde çû: “Dewletan li ser înkarkirina kurdan desthilatdariya xwe ava dikir lê êdî kurd bi saya Rêber Abdulla Ocalan û têkoşerên azadiyê xwedî li zimanê xwe derketin û êdî gav ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve avêtin û xwedî li dîroka xwe derketin.”

Di berdewamê de Ehmê got ku ziman hebûna mirovan îfade dike û wiha domand: “Di sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de hemû netew bi zimanê xwe dixwînin û diaxivin. Em tu zimana qedexe nakin û rê nadin dîroka wan gelan winda bibe û were pişaftin. Rêveberiya xweser maf, ziman û hebûna gelan diparêz e.”

‘Xewna Celadet pêk hat’

Her wiha Ehmê di dawiya axaftina xwe de roja zimanê kurdî li gelê kurd pîroz kir û wiha bi dawî kir: “Em roja zimanê dayikê li tevahî gelan pîroz dikin û taybet li mamsoteyê mezin Celadet Elî Bedirxan û jê re dibêjin va ye îro xewna te pêk hat û em ê şopdarê te ne.” HESEKÊ

Dikarî Biecibînî