Gelê kurd hê jî bi zimanê wî qise dike

Amadekar: Rohat Ararat

Erebê Şemo yek ji kesayetên bi nirx ê di rêya rewşenbîrî û nivîskariya kurdî de ked daye. Maksîm Gorkî ji bo nivîskarê kurd Erebê Şemo wiha dibêje: “Gelê kurd bi zimanê nivîskarê xwe Ereb Şamîlovî qise dike…”

Erebê Şemo yan jî bi navê din Ereb Şamîlov nivîskarekî kurd bû û weke bavê romana kurdî tê binavkirin û nasîn. Yekemîn romana kurdî ya ku bi kurdî hatiye weşandin, Şivanê Kurmanca nivîsiye. Erebê Şemo ji malbatek şêxên êzidiya ne. Di 23’yê cotmeha 1897’an de li navçeya Sûsûzê ya bajarê Qersê tê dinê. Di wê heyamê de bajarê Qersê di bin desthilatiya Rûsyayê de bû. Erebê Şemo xwendina xwe ya pêşî diqedîne. Di ciwaniya xwe de bi karê sewalkarî û cotkariyê ve mijûl dibe.

Erebê Şemo ji ber di nav civakek pir çandî û pir neteweyî de dimîne ji bilî zimanê kurdî, bi rûsî, tirkiya osmanî, yewnanî, ermenî, gurcî, almanî û azerî dizane. Lewre jî bi hemû netewan re danûsitendinên xurt dike û gelekî tê hezkirin.

‘Xwe bi xwe hînbûna kurmancî’

Erebê Şemo di serdema dawî ya osmaniyan de ji ber polîtîkayên tundwar ên li ser netew û baweriyên cuda ji neçarî berê xwe dide welatên Sovyetan. Lê têkoşîna xwe ya ji bo civak û zimanê kurdî ranawestîne û xebatên girîng pêş dixe. Bi biryara hikûmeta Sovyeta berê û Ermenistanê Erebê Şemo û Isahak Marogûlov dest bi amadekirina alfabeta kurdî ya bi tîpên latînî dike û di sala 1928’an de karê xwe bi dawî dike. Wan di sala 1929’a yekemîn pirtûka bi kurdiya latînî li cihanê bi sernavê ‘Xʘ-xʘ hînbûna xwendina nivîsandina kurmancî’ (Xwe bi Xwe Hînbûna Kurmancî) çap dikin. Erebê Şemo her wiha yek ji damezrênerên rojnameya Rya Teze ye.

17 salan li Sibiryayê girtî dimîne                      

Di sala 1931’ê de Erebê Şemo li Lenîngradê rastî Qanatê Kurdo tê û hevaltiyeke baş di navbera wan de çê dibe. Ji wir dest bi xebata lîteraturî û zanistî dike. Li wê derê nivîsên di derbarê pirsgirêkên zimanê kurdî de amade dike û li Ermenistanê çap dike. Erebê Şamo, di navbera salen 1937 -1954’an de tam 17 salan li Sibiryayê girtî dimîne. Li vir hevjîna xwe ya duyemîn Mariya Vasîlevna nas dike ku Mariya bi xwe jî rûs e. Keçên wî Asê û Zînê ji Mariyan in. Hevjîna wî ya yekem jî bi eslê xwe alman bûye.

Koça dawî

Piştî mirina Stalîn ew azad dibe û careke din vedigere Ermenistanê. Di sala 1966’an de ew romana xwe ya dîrokî Dimdim belav dike. Di sala 1967’an de jî ew li Moskovê berhevoka Hikayetên Gelê Kurd û romana xwe ya bi navê Riya Bextewar diweşîne. Her wiha di qada siyasetê de jî cih digire û demeke dirêj di Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Ermenistanê de xebatên siyasî pêş dixe. Bavê romana kurdî Erebê Şemo di 21’ê gulana 1978’an de li Erîvanê jiyana xwe ji dest dide.

Li navenda Erîvanê li ser dîwarê maleke ku Erebê Şemo salên xwe yên dawiyê li wê derê derbas kiriye, wiha hatiye nivîsandin: “Di vê malê de ji sala 1963-1978 temenê xwe derbas kiriye rewşenbîrê kurd û karkerê muxulqiyê Erebê Şemo Şamîlov”

Erebê Şemo bi kedeke pîroz li du xwe gelek berhemên giran buha dihêle. Ji çîrok, gotar, senaryo, tekzên şanoyê û romanan bigirin gelek berheman dinivîse. Şivanê Kurmanca, Dimdim, Jiyana Bextewar, Hopo, Berbang, Şano hîn ji berhemên Erebê Şemo ne. Berhemên Erebê Şemo, mijar û naveroka wan wiha ne:

Şivanê Kurmanca

Romana kurdî ya yekemîn a Erebê Şemo Şivanê Kurmanca ye. Şivanê Kurmanca,  di sala 1930’an de tê çapkirin. Pirtûka ku bi alfabeya latînî ya ku di sala 1929’an de ji hêla Îsahak Margolovî hatibû çêkirin, di sala 1935’an de ji aliyê Neşra Hikûmetê Rewanê ve hatibû çapkirin. Piştre ji hêla Î. Orstrogoskaya ve wergerê zimanê rûsî hatiye kirin û Bazîl Nîkîtîn jî ji rûsî ev pirtûk wergerandiye fransî. Nûredîn Zaza jî ev pirtûk ji fransî wergerandiye kurmancî. Yanî Şivanê Kurd weke wergera wergerê hatiye çapkirin û li nava kurdan belav bûye. Zaza dema pirtûk wergerî kurmancî dike nav weke Şivanê Kurd diguherîne. Herî dawî jî piştî 74 sala ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ev pirtûk bi zimanê xwe yê ewil jî tê çapkirin û navê wê yê orjînal Şivanê Kurmanca derdikeve pêşberî xwendevanan.

Maksîm Gorkî ji bo nivîskarê kurd Erebê Şemo wiha dibêje: “Gelê kurd bi zimanê nivîskarê xwe Ereb Şamîlovî qise dike…”

Dimdim;

Dimdim, di sala 1966’an de tê çapkirin. Ev roman nîşan dide wan rojên dîroka kurdan, wextê ku Kurdistan di halekî pir giran de bû.

Osmaniyan ku Ermenistan, Sûriye, Mezopotamya, Erebistan û Misir bi zora çekan zeft kirin û derket nîvê Balkanan, paşê ew leşkerê xwe yê giran bi çek û cebilxaneyan şande ser Kurditanê. Dixwest erdê wan ê qedîm ê bav û kalan zeft bike û wan jî bixe destên xwe.

Li alîyê din, Şahê Îranê leşkerê xwe yê şerê di qurnan de qalbûyî dişîne ser Kurdistanê, ji bo ji xwe re zeft bike. Lê kurdan bi mêrxasî şer dikir li hemberî wan her du dewletên mezin û giran ên wê demê.

Ev roman şerê wê demê yê li ser Kela Dimdimê radixe berçavan û nîşan dide ku çawa kurdan şer dikir li hemberî wan dagirkeran. Serkarê wî şerî ne mîr bû, ne beg bû, ne jî axa bû, ew kurdek bû, navê wî Xano bû. Wî Kela Dimdimê çêkir, xelkê jê re digot, Xanoyê Çengzêrîn.

Di behsa vê destana kurdan û mêrxasiya wan de, gelek serpêhatî hatine axaftin û pênûsa gelek kurdan û biyanîyan jî li ser rûpelên vê destanê gerîyane. Nivîskarê me yê gewre, mîrê romannivîsiya kurdî, Erebê Şemo jî bi zimanekî rewan û hêjayî pesinê ev destanê dide û kiriye gencîneya gelê xwe ya çandî.

Jiyana Bextewar;

Jiyana Bextewar, di sala 1959’an de tê çapkirin. Di vê romanê de eşîreke kurmancan ku çawa di bin bandora osmaniyan de dijîn, belengaziya dibîne û xwe li welatê Rûsyayê digire, dide nîşandan. Di vê romanê de mirovê mîna Qelender, dewletiyeke ku pereyan dide bi selef û wexta xelayê bi buha nan difiroşe, xelqê talan dike. Ew dewlemend e, xwediyê keriyên pez û dewaran e. Xwediyê çalêd nan e lê mirovekî tima ye. Fikra wî her topkirina xişir û zêran e. A li vê derê hûn dibînin mêrxasê romanê, Sehîdê Emer ê ku ji paşila wan belengazan derdikeve…

Hopo;

Romana Erebê Şemo ya bi navê Hopo di sala 1969’an de tê çapkirin. Romana Hopo ku di bin bandora şoreşeke mezin, Şoreşa Sovyetê, behsa guherîn û veguherîna pergala kurdan a aborî, civakî û siyasî dike. Di vê rêya lêgerîna kurdan ji bo peydakirina romanê de nimûneyek e ku divê bi kêmasî û zêdeyiyên xwe were naskirin û xwendin, bi her halê xwe ve ji me re bibe pal û pişt.

Di romana “Hopo”yê de, nivîskarê me yê gewre Erebê Şemo balê dikişîne ser jiyana kurdan a di bin sîwana hikûmdariya Sovyetê de, nemaze jiyana di nava kolxozan de. Erebê Şemo bi zimanekî sade û rewan kitekitên jiyana kolxozan li ber çavan radixe, wêneyê têkoşîna li dijî derebegiyê dikişîne û raberî me dike.

Di vegotina bûyeran û şirovekirina kitekitên atmosfera jiyana kolxozan de, Erebê Şemo yê hosta xwe dispêre kurdiyeke folklorîk ku nêzî giyanê civaka kurd a Sovyetî ye. Ev yek jî herikbarîyeke nedîtî li xwendina romanê bar dike û dihêle xwîner zû bi zû di nav rûnê gotinên nêzî dil de bê bişaftin.

Berbang;

Berbang di sala 1958’an de tê çapkirin. Berbang guhertoyeke Şivanê Kurmanca ye. Çend serpêhatiyên ku di Şivanê Kurmanca de tune lê hatine zêdekirin û çend serpêhatî yan hatine kurtkirin an jî dirêjkirin. Bi vî awayî navê hin kesên ku navê wan di Şivanê Kurmanca de tune ye jî di van serpêhatiyên lê hatine zêdekirin de derbas dibe. Zimanê berhemê heman ew zimanê Şivanê Kurmanca ye. Lê ji bilî ku peyvan biguherîne gelek tişt sererast kirine. Sereraskirina daçekan û sererastkirina peyvên kurtkirî çend mînakên ji van guherandinan e.

Şano

Koçekê Derewîn, Erebê Şemo ev şano 1930’yî de nivîsiye. Heta niha ev şano ji bilî çapa wê ya yekem a li Ermenistan-Rewanê wekî din çap nebûye û derneketiye ser rûyê erdê. Ev şano berî romana wî ya yekem “Şivanê Kurmanca” bi pênc salan hatiye nivîsîn. Şanoya “Koçekê Derewîn” di kurdî de duyem şanoya bi kurdî ye; ji ber vê yekê ev şano qels be jî teqlît be jî teksteke girîng e, di vê şanoyê de şînhatina pênûsa Erebê Şemo û pêkhatina pexşana kurdî tê şopandin.

Peyva “koçek”ê rengdêreke hiyerarşiya dînî ye, ji kesên ku ji “şêx”an nizmtir û ji “şofî”yan bilintir re “koçek” tê gotin; koçektî di navbera şêxtî û sofîtiyê de meqamekî olî ye. Di vê şanoyê de hedefa Erebê Şemo oldarekî derewîn e; Şemo di vê şanoyê de rûyê oldarekî derewîn aşkera dike, sextekarî û derewên koçekekî radixe berçavan.

Çîrok, gotar, senaryo û jînenîgarî

Li gel roman û nivîsandina lîstikên şanoyê Erebê Şemo çîrokên mîna “Hikayetên Gelê Kurd, 1967” û “Kurdên Elegezê, 1936” nivîsiye. Di heman demê de di salên cuda de gotarên mîna Pirsa Derheqa Feodalîzme Nava Kurda de di sala 1936’an, Terîqa Rêvolûsiya Oktyabrê di sala 1930’an, Çirûskên Şoreşa Oktobirê di sala 1972’yan, Kolxoz û Kara Wê Ji Gundîyan re di sala 1930’an de û Şerê Tarîlka jî di sala 1972’yan de nivîsiye.

Erebê Şemo di gelek qadan de dinivîse her wiha em rastî senaryo ya bi navê kurdên Ermenistanê tên ku di sala 1959’an de nivîsiye û wekî jînenîgarî ya Emrê Lenîn ku di sala 1930’an de nivîsiye.

Dikarî Biecibînî