Çar zarok û çar helbest

Îbrahîm Bulak

Her yek bi çavê zarokekî/e trajediya kurdan, guherîna civakê, kêşeya jiyanê û encama feqîriyê şanî me dike. Heger kurdekî/e bîrewer wan helbestan bixwîne, wê bibîne ku ji van çaxan heta niha qedera zarokên kurdan û halê kurdan zêde neguheriye

Di helbesta kurdî ya modern de ‘helbesta çîrokî’ (narrative poetry) an bi binavkirina Şêrko Bêkes ‘çîrokî şê’r’ ne berbelav be jî têra xwe heye. Heger em ji bo Şêrko Bêkes bêjin di helbesta Kurdî de hoste û danerê vê şêwazê ye, ez dibêm qey wê ne şaş be. Bes ji xeynî Şêrko Bêkes şairên wekî Mîkaêlê Reşîd, Rojen Barnas, Edo Dêran jî bêyî ku hay ji helbestên Şêrko Bêkes hebin, xwe li vê şêwazê girtine. Di kurmancî de Mueyed Teyîb jî bi vî şêwazî helbest nivisîne lê haya wî ji şêwaza Şêrko Bêkes hebû. Di vê nivîsê de miraza min ew e behsa çar helbestan bikim ku bi şêwaza helbesta çîrokî hatine nivisîn, digel wê jî lehengên wan helbestan zarok in. Her yek bi çavê zarokekî/e trajediya kurdan, guherîna civakê, kêşeya jiyanê û encama feqîriyê şanî me dike. Li Bakur jixwe ew şêwaz ne zêde bû û îroroj jî ji ber bayê postmodernîzmê nema kes silavê jî lê dike.

Ji ber her çar helbestên me şahidê dewra xwe ne, çêtir e li gorî kronolojiya nivîsandina wan her çar helbestan em behsa wan bikin.

Diyaloga qîza biçûk û kalo

Helbesta yekê “Bal Lenîn” a Mîkaêlê Reşîd e, tarîxa danîna wê 1969 e. Helbest li gorî teswîrkirina mekan û kesan pirr serketî ye. Lehenga me “qîzeke biçûk” e û tevî diya xwe bi otobosekê dihere Moskovê ango li gorî xeyala wê “Bal Lenîn”. Em dizanin ku Lenîn hingî ne sax e, lê şair ji çavê “qîzeke biçûk” rêwitiyeke ber bi Moskovê xeyal û hewasa wê ya li ser Lenîn şanî me dike. Digel ku 24 sal di ser Şerê Cihanê yê Duyemîn re derbas bûne, ji helbesta Mîkaêlê Reşîd mirov tê digihîje ku bajar hê teze tê ser hemdê xwe. Di otobosê de “kalekî jarik” jî heye û dêhna wî li ser meraq û hewaskariye “qîza biçûk” e û jê pirsan dike. Çer ku “qîza biçûk” jê re dibêje, “Ez niha, kalko, diçim bal Lenîn” êdî kamera li ser “kalo” ye û ji flaschbackê em fêhm dikin, şervanekî Lenîn bûye.

‘’-Ez niha, kalko, diçim bal Lenîn,-

Dengê wê temize û zîz.

Her kes wê demê dorê seqirî,

Û ker’ bûn dengê meriva,

Her kes vir kete nava mitala

Ji wî navê ezîz, dilnêzîk.

Kalê jî ew roj anî bîra xwe,

Wexta ew xort bû û ser xwe,

Û hema vira, vê Moskovêda

Çend deqa wîra xeberda.’’

Her wiha di wan salan de gelek xort û qîzên Kurdan ji bo xwendinê berê xwe didan bajarê mezin ên Sovyetan û jenerasyona nû gund bi cih dihiştin û diçû bajaran.  “Qîza biçûk û sûretsor” jî cara yekemîn bajarekî ewqas mezin dibîne di helbestê de ji xwe re wisa difikire:

“Wa, çiqas mezin, çiqas bilindin,

Çi zefin meriv soqaqa,

Çiqas maşîne dikişin, diçin,

Çiqas dirêjin ev soqaq.”

Hemoyê xeyalperest

Helbesta duduyê ‘Pistepistek’ a Şêrko Bêkes e. Ev helbesta wî ku li Bakur jî di nav xwendevanên Kurdî de eyan e, sala 1978´an li Şamê hatiye nivisîn. Lehengê helbestê Hemo ye û li Şamê boyaxçîtiya pêlavan dike. Hemo li gel kurdbûna xwe zarokekî karker e jî “bo kirîna nanî sibeyî”.

“Êvar bû

Hemoyê biçûk î boyaxçî

li quncikê Meydana Mezin

li nav dilê bajarê Şamê

serê westiyayî tewandibû

wek firça nav destê xwe

laşê xweyê zirav bilez bilez

dihejand.”*

Di helbestê de xeyalên Hemo beloq in û pê re pê re jî şair behsa wan xeyalan dike. Wan salan gelek Kurd mecbûr mabûn cih û warê xwe biterikînin. Dibe ku Hemo jî yek ji wan penaberan be ku xwe li Şamê girtiye, em pê nizanin.

Li Mehabada xopan zarokekî çar salî

Helbesta sisiyê “Ez mendalekî çar salî me, Mamo!” a Rojen Barnas e û tarîxa lêkirina helbestê 1979 e. Em bi navê lehengê xwe nizanin, bes em dizanin çar salî ye û ji Mehabadê ye. 1979´an li Îranê hukmê Şah bi dawî bû û li şûna wê rejîma Xumeynî bû xwediyê dewletê. Di têkbirina Şahî de Xumeynî û aligirên wî tenê şer nekir, Kurd jî di nav de mixalefetên faris, azerî jî ji bo hilweşandina rejîma Şahî şer kir û berdêl dan. Lê piştî ku Xumeynî şûna xwe qewî kir, fermana qetilkirina kurdan da. Di wir de Mehabad bajarekî berxwedêr û diyarker bû. Mehabad ku heta fermana Xumeynî jî kurdan ew bi rê ve dibir, bi awayekî trajîk alîgirên Xumeynî ew der dagir kir. Şairê me Rojan Barnas jî xuya ye piştî bihîstin û hayjehebûna wê têkçûnê helbesta xwe ya zîz lê kiriye. “Mendalê çar salî”, “li kolaneke Mehabada xopan” tik û tenê maye, balafirên Îranê diya wî kuştiye, laşê wê parçe parçe bûye. Behsa bavê xwe nake, lê muhtemel e bavê wî jî şervanekî kurd bûye. “Mendalê çar salî” jî ji nişka ve ji têkçûna kurdan û dagirkirina Mahabadê şaş û metel maye ku dibêje me:

‘’Ez nizanim çawa bû, mamo!

Çarşevekî ket navbera me

Mîna cubê Îmam Xumeynî tarî

çarşevekî reşvegerî”

Bes tevî ewqas xopanbûn û têkçûna Mehabadê “mendalê çar salî” hêvîdar e, serbilind e:

“Ez mendalekî çar salî

Ez, niha malokan çê dikim ji xwe re

Ez ê ji malokan ava kim Mehabadê

Mehabadek ku: Ji avahiyên xwêdana min xemilî”

Kîviyê bextreş

Helbesta çarê ‘Xwezî ez koviyek bama, ne Kîvî’ a Mueyed Teyib e û sala 2007´an li Dihokê hatiye nivîsarê. Kîvî zarokek êtim û sêwî ye, tik û tenê ye. Jixwe, vebejerê helbestê jî Kîvî bi xwe ye. Bi peyv, rîtim û teswîrên xwe helbesteke pirr xweş e. Kîvî jî fena Heme boyaxçî ye, û ji xwe re dikeve nav xiyalan. Lomekar e jî Kîvî, hingî êş û elem dîtine xweziya xwe bi kovîbûnê, bi masîbûnê tîne:

“Xwezî ez,

Balindeyekê esmanê wî bam

Ez masîyeka rûbarê wî bam

Ne Kîvîyê boyaxçî bam!”

Kîvî, êşa guherîna civaka Kurd e, malbata Kîvî ji gund koçî bajêr kiriye:

‘’Berî heşt sala

Hêşta ez ê bişîr bûm

Hêşta ez gelekî hwîr bûm

Babê min rezê me firot

Pezê me firot

Mala me barkire bajêrî û

Em bûyne bajêrî.’’

Lê Kîvî jî malbata wî jî ti xêrê ji bajêr nabînin. Kîvî bi tena serê xwe dimîne. Di vê helbesta dilşewat de bi kêşe û êşên civakî ya kurdan ku li pey xwe şerek hiştine û bûne xwedî statû jî, şanî me xwendevanan dike. Barê zarokekî neh salî û liberxwedana wî ya jiyanê çendî çetin e, mirov ji çavê Kîvî dibîne. Ji ber hebûna şerên li welatên Kurdan belkî feqîrî û karkirina zarokan zêde nabe rojev, bes ew kêşeya hanê jî rastiya civaka me ye.

Belkî Hemo niha li Stenbolê ye…

Tevî ku her çar helbest li bajar û welatên cihê hatine nivisîn, qeder û êşa zarokan hema hema yek e. “Qîza biçûk” a Mîkaêlê Reşîd ji yên din hinek cudatir e, ew li cem diya xwe ye, li gorî zarokên dîtir zilma dewletê li ser xwe hîs nake. Loma jî em ji çavê wê dagirkirina Kurdistanê û êşa Kurdbûnê nabînin, bêtir dêhna me dibe ser meseleyên civakî, hîsên zarokane û dilpak. Lê her sêkên dîtir, ji ber ku kurd in, li welatê wan şer heye, şerpeze û hêjar in. Bêxwedî ne, dê û bav an hatine kuştin, hebin jî ne xuya ne. Her wiha, heger kurdekî/e bîrewer wan helbestan bixwîne, wê bibîne ku ji van çaxan heta niha qedera zarokên kurdan û halê kurdan zêde neguheriye.

Çawa laşê diya “mendalekî çar salî” ji bombeyên balafiran hûr hûr bû, çend sal berê jî li Cizîr, Nisêbînê laşê dayikan bi rojan li erdê ma en li ber zarokên xwe hatin kuştin. Dîsa wekî Mehabadê, Kerkûk û Efrîn jî hatin dagirkirin. An zarokekî ji Kobanê wekî Hemo an Kîvî li bajarekî mezin wekî Stenbolê boyaxçitî yan karekî din dike ji bo debara xwe. Ka kî dizane, belkî niha fena Hemo, xeyalan çêdike ji xwe re an fena Kîvî xwezîya xwe bi masîbûnê tîne.

* Êware bû!

Heme biçkolî boyaxçî

Serî mandûy daxistbû

Le sûçêkî gorrepane gewreke da

Le nawendî dillî Şama

Leser kursiye nizmekey xoy danîştibû

Peyta peyta

Weku fillçey nêwan destî

Cestey lerrî raejenî

 

Çavkanî

Ji nav şiîrên min, Şêrko Bêkes, Ji Soranî werger: Rûken Bağdu Keski-Bedran Hebîb, Weşanên Avesta, 1995

Ji Başûr Helbesta Baranê, Şêrko Bêkes, Ji Soranî werger: Mûhsîn Ozdemîr-Sîrwan Rehîm, Weşanên Ronahî, 2014

Ne Ba Min Siwar Dike Ne Ax Min Peya Dike, Mueyed Teyîb, Weşanên Avesta,2014

Kovara Tîrêj, Hejmar 1,

We’de-Pencere-Mitale, Mîkaêlê Reşîd, Weşanên Belkî,2019

 

Jêder: Ev nivîs ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê hatiye wergirtin

Dikarî Biecibînî