Hunermend, bêkesî û êşên bêdawî!

Kakşar Oremar

Gulnebat, gula huner û hebûnê, dayîka fedakar û jina wefadar, li min bibore ku haya min jî ji te nebû, lê wijdanê min wisa dil û mejiyê min êşandin ku têr û pirr bona te û xerîbiya te giriyam. Hêsirên ji xwînê, lê ma êdî çi feyda xwe heye dayîka min a bextreş û dengxweş!

Li ser çiyayên derdora Bicnûrd di bin konekê de rûniştibû. Jin, zar, pîr, keç û mêr li dora wê kom bûne. Hesreta dîtina wê ji çavên herkesî dibarî. Ew carinan bêrîvan û xwedî pez, carinan karker û pirrî caran jî nalîn û fîqanên wê bi newayên saza wê re derbas dibûn. Saza di dest de dutar e û dema tiliyên xwe li ser têlên wê tîne û dibe, xwe mîna şervaneke serketî a qada şer dibîne. Dest bi lêxistina dutarê dike û bi dengê xwe yê tije êş û xerîbî li ser evîna şivên û rindê distire:

Min xewer şand lêlê tu pêz bînî lê rindê,…

le eceran heval can biçêrînî lê rindê…

We wî mana ermam erman lêlê mi biwînî lê rindê min biwînî lê rindê

malê min malê min çi şîrîn e canê min

şîrîn e welatê min ew dîn û îmanê min…

Xiyaneta mêrî

û bextreşiya hunermendekê

Dengê wê tije gilî, gazin û şikayetên ji sîstema mêrsalarî û kevneşopiyên neçê ye. Mêrê ku ew xapand û şand girtîgehê, lê hê salek jî derbas nebûbû ku çû jinek bi ser de anî. Salên dirêj li bendê ma ku vegere nava hêlîna xwe ya berê, lê êdî ne tenê nehat, belkî awirek jî neda ser rewşa du zarokên xwe û wê jî.

Xebera mirina wê di 56 saliyê de her kes sosretgirtî kir. Ne kur û keçê xwedîtî lêkir, ne jî haya kesekî/e din jê mabû. Ew di mala pîran de nesax û bêkes mabû. Felc bibû û ketibû destan. Êdî tenê dixwest ku mirin li deriyê dilê wê bide. Û ew roj jî hat û êdî mirina wê bû nûçeya yekê a malperên telegram, facebook û rojnameyên herêmê. Sazbendî û şehrezayîyên wê yên li ser meqamên muzîkê bûn xemla rûpelên rojname û kovaran. Saz di dest de rengê zer û tije nexweşiyên ku di çav û rengê wê de bi eşkerahî dihatin dîtin.

Mixabin dema mir jî wiha li ser rûpelên xwe nivîsîn: “Xebera mirina hevjîna mamosta Berat Mihemed Moqîmî/ Berat Bexşî bi we didin zanîn…”

Romaneke nenivîsandî bû

Civaka du-sê milyonî a Kurdên Xorasanê ji ber mirina wê ya bêwext ket şînê, lê huner û xizmeta wê ji bîra wan naçe dema ku di şahiyên wan de bi deng û awazên xwe çend rojan dibû xeml û rewşa xweşiyên wan.

Navê wê Gulnebat Etayî bû. Bi kurdbûna xwe serbilind bû û weke jineke hunermend û hunernas di nava çîna hunerhezan de keseke sernas bû. Ji kurdên Xorasanê ku tevî jiyaneke tije nexweşî nekarî dest ji saz û dutara xwe berde. Di wê rêyê de çi kişand û nedît, ev bi serê xwe romaneke nenivîsandîye. Sazbendiya wê tenê hunermend û şirovekarên wê qadê dikarin analîz bikin, lê awayê mirina wê di bêkesî û bêxwedîtiyê de gelek wijdanên razayî jî êşandin. Dîsa hate bîra min ku heta em di jiyanê de ne kes bi qîmeta nirxên wiha nizane. Weke mezinên me gotine, “Here bimire û were da ku ji te hez bikim”, yan jî “zindîkujên mirîperest”?

Bênanûxwêtiyeke li hember zindiyan

Tevî bihîstina xebera mirina hunermenda ku salên dirêj giranî, îtibar, xeml û rewşa hunera Kurdên Xorasanê û serfirarziya jinên kurd bû, ez têr giriyam. Min hest kir ku sûcdar im. Lê di nava çend milyon kurdên Xorasanê de li ku derê bûn kesên ku dizanîn Gulnebat di mala pîran de ketibû? Ew doktorên şaêr û xwedî gotinên qelew li kîjan cehnemê bûn ku heta ji 24 saetên rojê nekarîn çend deqeyan herin dîtina Gulnebatê û ji dehan derdên wê qet nebe êşeke wê derman bikin? Li ku derê mabûn hunermend û derhênerên ku di rojên xweş de serbihuriya wê û hempîşeyên wê ji xwe re kiribûn senariyo ku xelatên herî baş pê bistînin?…

Heya kengî em ê bi her du destan li çokên xwe bêxin?

Heya kengî yê hêsirên poşmaniyê bibine mêvanên her du çavên me yên korbîn?

Heya kengî em ê bêjin lê napêjin?

Ma yên weke Gulnebatê dîsa di nava me de nîne?! Tenê yê dîsa piştî mirinê em li ser axa sar silavê bidin wan?

Çîroka jiyana Gulnebata hunermend careke din hemû laşê min ricifand. Careke din qedera Eyşe Şan, Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan, Zadîna Şakir, Bano Şêrwanî û kesên wiha bi bîra min anî. Hunera ku wan bi deng û awazên xwe yên tije xweşî pêşkêşî me tevan kir, şahî û dewatên me bi rewş xistin, lê bixwe jî xwedî dilekî tije xwîn bûn.

Awayê mirina Gulnebatê hemû hestên min êşandin. Wê xwe kire qûrbana mêrê bêwefa û zarokên qedirnenas, lê me jî qîmeta huner û xizmeta wê nezanî.

Mamostayê qedirbilind Elîriza Spahî ku bêtir ji gelek kesên din yên di nava kurdên Xorasanê de rastî hemû cûrên givaş û zehmetiyên dijminên azadî û wekheviyê hatiye, li pey wefata wê deng zîza deng xweş wiha dinivîse:

Gunewata gula bînan

Herayê dikî ji dest şînan

Xwîn diçilke ji birînan …

Çi xweş e dema gotin ji kûrahiya dilên birîndar derdikevin. Kesên ku mîna çiyayên bilind û mezin li hemberî dijberên demokrasiyê berxwedan kirine, kirasekî ji agir di ber bejina îrade û hebûna mirovên wêrek û zana de.

Werin êdî bila Gulnebatên me wiha bêkes û xwedî serî nebin nava dilê axa sar. Ew axa ku bêtir ji me tevan jinên kurd xwedîtiyê ji nasnameya wê re dikin û kirine.

Gulnebat, gula huner û hebûnê, dayîka fedakar û jina wefadar, li min bibore ku haya min jî ji te nebû, lê wijdanê min wisa dil û mejiyê min êşandin ku têr û pirr bona te û xerîbiya te giriyam. Hêsirên ji xwînê, lê ma êdî çi feyda xwe heye dayîka min a bextreş û dengxweş!

Dikarî Biecibînî