Mîhrîcana govendê dest pê kir

Li bajarê Hannover a Almanyayê 32’emîn Mîhrîcana Govendê bi coş dest pê kir

32’emîn Mîhrîcana Govendê bi meş û gerandina govendê dest pê kir. Bi sedan lîstikvanên govendê saet 10’an li ber Stasyona Trenê ya Hannoverê li hev civiyan û bajar bi rengê kurdî xemilandin. Lîstikvanên govendê yên ji gelek bajarên Almanya, Fransa û Swîsreyê li hev civiyan, li ber dahol û zirneyê govend gerandin.

Piştre meşa mîhrîcanê dest pê kir. Bûka ku li hespa bi rengên kesk, sor û zer hate xemilandin siwar bû, li pêşiya kortejê bû. Li pişt wê jî girseya gel meşiya. Lîstikvanên govendê bi çepik û tilîliyan xwe gihandin Navenda Çandê ya Pavillon ku wê pêşbirka govendê pêk were.

Bi navê Komîteya Amadekar Hevberdevkên TEV-ÇAND’ê Bulent Tûran û Xezal Ertaş destpêkê axivîn. Hevberdevkan diyar kirin ku Mîhrîcan di nava çanda Kurdistanê de xwedî girîngiyeke mezin e û gotin ku divê nemaze jî ciwan xwedî li vê çandê xweî derkevin.

Ji Navenda Çanda Demokratîk a Kurd a Hannoverê Ayfer Amara û Ciwan Çewlik axivîn, kêfxweşiya xwe ya ji ber malovaniya mîhrîcanê anîn ziman û ji beşdaran re serketin xwestin.

Dê îro jî ji bo komên derketin ser dikê pişk bê avêtin, komên govendê yên zarokan Koma Cangorî û Koma Mam Zekî wê derketin ser dikê. Di mîhrîcanê de wê 26 kom ji bo bibin yekemîn hunera xwe pêşkêş bikin. HANNOVER

Dikarî Biecibînî