Zarok li Baxçeyên Hevselê derketin meşa xwezayê

Mihrîcana Zarokên Sûrê di roja 3’yemîn de berdewam e. Di çarçoveya mihrîcanê de zarok îro li Baxçeyên Hevselê kom bûn û li nava baxçeyan meşek li dar xist

Mihrîcana Zarokên Sûrê ya ku Komeleya Ekolojî û Şaredariya Sûrê jî di nav de, ji hêla 16 saziyan ve hatiye amadekirin, di roja 3’yemîn de li Baxçeyên Hevselê bi meşekê berdewam kir.

Îro jî zarok bi pêşengiya Komeleya Ekolojiyê li Baxçeyên Hevselê kom bûn û meşa xwezayê li dar xistin. Di meşa zarokan de parlamentera HDP’ê ya Amedê Saliha Aydenîz, hevşaredara HDP’ê ya Sûrê Fîlîz Buluttekîn û gelek ekolojîst jî amade bûn. Zarokan eleqeyek mezin nîşanî meşê dan. Endamê Komeleya Ekolojiyê Zekî Kanay li vir der barê Baxçeyên Hevselê de agahî dan zarokan.

Di çarçoveya mihrîcanê de zarokên 4-17 salî dê tev li xebatên 8 kargeriyan bibin. Med-Der dê li Konaxa Cemîlpaşa xebata nivîsandina çîrokan amade bike. Li Mala Hunerê ya Laleşê jî resm, wêne û dansên gel amade bike. Dîsa Ma Music Canter/ Amidart Kultur / Koma Hunerê li mala Dengbêjan çîrok û nasandina enstrumanan amade bikin. Ma Music Center û Şaredariya Surê wê li Gundê Kahbê atolye li dar bixe. Dîsa Zarok TV dê li Salona Sînemayê ya Çand Amedê pêşandana sînemayê bidin temaşekirin. Piştre jî dê bi amadekariya Komeleya Zarokan Pîre û Luyê, Pîrê û Rovî dê filmên muzîkal bên pêşandan. AMED

Dikarî Biecibînî