Wezîr û agirberdêr

Şanoya Ways of Seeing li Osloyê siyaset li bin guhê hev xist. Lê wê gelek tişt darî çav kirin; huner tesîrê dike, nijadperest sextekar û êrişkar in, bawerî bi figurên sereke yên siyaset û medyayê nayê, dawî jî û siberoj jî hîna ne diyar in

Şanoya Black-Box a Osloyê, li paytexta Norwêcê lîstika “Ways of Seeing (Rê/Awayên Dîtinê)” nîşan dide. Di lîstikê de xaniyê siyasetvanekî rastgir ê populîst tê şewitandin. Jixwe li Norwêcê êdî îdîa dikin ku vê lîstikê rê vekiriye li ber tehdîtên li dijî siyasetvanan. Lê ev derew û sextekariyek bû.

Helbet tesîra hunerê heye. Promiyera lîstika Ways of Seeing par li avahiya  Şaniya Black-Boxê ya Osloyê pêk hat. Çend rojan paşê jî êrîşên li dijî wezîrê dadê yê Norwêcê Tor Mikkel Wara dest pê kirin.

Di rastiyê de şanogeran xwestibû nîşan bidin ka di nava vê civaka ku xwe weke yeke ji yên herî aştîxwaz ên dinyayê dibîne, fikrên rastgir û xurt dibin û di nava civakê de şax berdidin jêr. Jixwe, partiya wezîrê dadê ya Bipêşketinê (FRP) berê partiyeke civakî tecrîdkirî bû, lê îro di nava hikûmetê de 7 wezaretên wê ne.

Blogên rastgiran ji ber nîşandana şanoyê aciz bûn, lewma di lîstikê de wekî din, serdanên malên siyasetvanên rastgir, bi dîmen li ser dikê dihatin nîşandan. Yek ji van malan jî ya wezîrê dadê Wara bû, bê navnîşan helbet.

Nijadperestan li xwe qewimand

Axir rastgiran kire hayela û kire dengênî li dijî şanoyê. Rojnameyekê bulvarê du rûpel jê re veqetandin û got, “Ev ne huner e. Ev sûcekî bêeman e.” Ya ku ev metin nivîsî bû Laila Anita Bertheussen bû, yanî hevala 20 salan a wezîr bi xwe.

Piştî bi hefteyekê kesekî li ser xaniyê wezîr nivîsî “Nijadperest” û xaça naziyan xêz kir. Di meha çileya îsal de jî çopa li devê derî şewitî. Di meha adarê de nameyeke gefxwarinê ji wezîr re hat şandin. Çend rojekî din erebeyeke li devê derî parkkirî hat şewitandin.

Êrişî şanogeran kirin

Wezîr got ku ev êrişeke li dijî demokrasiyê ye. Heta bi dijberên wî yên siyasî jî piştgiriya xwe ya pê re dan zanîn. Axir bi lez û bez guneh kete stûyê lîstika Şanoyê “Ways of Seeing”. Di demeke kurt de agahiyek hat belavkirin ku digot, herdu aktrîstên sereke û nivîskara metna şanoyê bi eslê xwe ne ji Norwêcê ne. Yek jê Hanan Benammar e, hunermendeke fransî bi eslê xwe cezayîrî ye, ya din Sara Baban e, ku welatiya Norwêcê ye, lê ji erd û axa Kurdistanê ye.

Gef li Sara Baban xwarin

Êdî pirsa ma hûn xwe berpirs nabînin ji êrişan ji van hunermendan dihat kirin. Lê ya kurd, ango Sara Baban êdî di derdorên rastgir û nijadperest de weke jina çek li ser mil dihat binavkirin. Sedem jî ew bû ku demekê di hesabê xwe yê Facebookê de wê resmê şervaneke YPJ´ê parve kiribû. Ji Sara Baban re nivîsên kîndariyê û gefxwarinê hatin şandin. Lê kesê serê xwe ji aktorê sêyem neêşand. Ketil Lund ê 79 salî dadgerekî dadgeha bilind ê teqawît e û di lîstikê de jî rola xwe dike.

Sansur jî kirin bi xayînî

Axir ya qewimî, sansûreke aşkera bû. Siyasetmedarên ji FRP yên li Osloyê gef xwarin li wan şanoyên ku difikirin lîstikê nîşan bidin: Hûn lîstikê nîşan bidin, em ê jî pereyan ji ser we bibirrin. Tevî ku wezîra çandê ya Osloyê, got ku ev ê neqewime jî, êdî tu şanoyê ev lîstik nîşan neda.

Piştgirî jî heta mirov bibêje nîne, îstîsnayî bû. Çawa Hanan Benammar got, “Çepgiran û cihana huner jî bi mehan weke ku em hîç nebin, kirin.” Serokwezîra welêt Erna Solberg jî ew gunehbar kirin: Bi lîstika xwe wan karê siyasetvanan zehmet kiriye.

Derhêner Pia Maria Roll tîne bîra xwe ku  “Hikûmetê jî – ew – weke tehlûkeyeke ji bo demokrasiyê bi nav kirine.“

Hemû lîstikeke nijadperestan bû

Lê hîna gava ku serokwezîr li parlamenê êrişî şanogeran dikir bi gotinên xwe, 14´ê adarê sibehê, polîsên hêzên taybet ên Norwêcî bi ser mala wezîrê dadê de girt û hevala wî Laila Anita Bertheussen girtin. Êdî derketibû holê ku wê hemû êrişên li dijî mala wezîr û şewitandina erebeya xwe jî bi xwe kiribûn da ku bike xelk bifikire ji ber şanoyê êrişî wezîr hatiye kirin.

Maskeyên rasgiran hinekî ji rûyê wan ketibûn û Hanan Benammar wê rojê heta 3´yê berê sibehê reqsa xwe ya ji kêfa betal nekir: “Tesîra huner hebû û hemû maske jî ketin xwarê.”

Zêde di ser re neçû wezîrê dadê Tor Mikkel Wara îstîfa kir. Piştre jî Desteya Huner da zanîn ku ew ê burseke piştgiriyê bidin şanoyê.

Ev bi temamî ne serketinek bû, lewma rojnameyên bulvarê li pey îstîfaya wezîrê dadê digiriyan. Bi ser halan de heta niha tu kesî ji şanogeran doza lênegirtinê nekiriye. Jixwe, bi bûyerê ya derketî holê jî ev bû, heger kesek cidî û jidil dijberê nijadperestiyê be, jê re dibêjin tu civakê dubendî dikî heta dibêjin tu tundrawê çepgir î.

Dîsa jî dawiya dawî li Norwêcê tiştek guherî, yan jî bawerî şikest, bi gotinên rêvebera Şanoya Black-Boxê. Ev baweriya şikestî, li gorî wê nemana baweriya bi fîgurên sereke yên siyaset û medyaya Norwêcê ye. Pirsa wê ya herî dijwar jî ev e; gelo wê piştî vê bûyerê rewş bibe çi? OSLO

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka

Dikarî Biecibînî