Gorereş li Lubecekê bûn

Lîstika şanoyê ya bi navê Gorereş derket ser dikê û rastî eleqeyê hat. Lîstik behsa bûyerên ku 100 sal berê li Stenbolê qewimîne dike

Lîstikvanên Koma Şano ya Asmîn bi lîstika xwe ya bi navê “Gorereşan” piştî Hambûrgê li Lubeckê li Navenda Civaka Elewî derket ser dikê.

Koma ev 20 sal in ku li Hambûrgê dixebite. Tevî komê, koma govendê û koroya zarokan a Navenda Civaka Elewî jî li ser dikê cihê xwe girt. Lîstik rastî eleqeyê hat. Lîstik qala salên 1918´an ên Stenbolê dike. Bi Peymana Mondorosê Stenbol di bin hikmê ingilîzan de ye. Li bajêr tenê ingilîz bi gogapê dilîzin. Padîşah Ebdulhemîd jî bi fermaneke dînî gogapê qedexe kiriye. Di vê serdema îstîbdatê de komeke ciwanên ji gogapê hez dikin, mijara vê şanoyê ne. Ev koma ciwanan ji bo gogapê her tehlûkeyê didin ber çavên xwe û nîşan didin ku gogapê ne tenê gogapê ye, di heman demê de amûreke xurt a berxwedanê ye. Coşkûn Irmak lîstik nivîsî ye, û derhêneriya wê damezrînerê Koma Asmîn a Şanoyê Ferman Fermo Karayîgît kiriye.

Cahît Balat, Sevgî Polat, Nurcan Keskîn, Ferman Fermo Karayîgît, Hakan Gok, Kasim Palabiyik, Nuhmettîn Karagol, Canan Yilmaz, Sîbel Kara û zaroka bi navê Sîmge Akgul di lîstikê de cih girtin. HAMBURG

Dikarî Biecibînî