Weqfa Mezopotamyayê Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdiyî çap kir

Weqfa Mezopotamyayê ku xebatên kurdî dike, Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdiyî çap kir

Weqfa Mezopotamyayê ku xebatên kurdî dike, mohra xwe avêt bin xebateke din a wêjeyî û ji koleksîyona Aleksandre Jabayî, Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdiyî ‘Rîsaleyî Tû?fetu’l-Xîlän Fi Zimanê Kurdan (Pirtûkçeya Diyariya Dostan di Zimanê Kurdan de)’ çap kir.

Pirtûka ku ji aliyê Mela Mehmûdê Bazîdiyî ve bi tîpên erebî kurdî hatiye nivîsandin, ji aliyê zimanzan Mîkaîl Bilbil û Mistefa Oztirk ku di bin sîwana Weqfa Mezopotamyayê de xebatên kurdî dimeşînin ve hatiye latînîzekirin û ji aliyê Weşanên Weqfa Mezopotamyayê ve hat çapkirin.

Pirtûk ji aliyê Mela Mehmûdê Bazîdiyî ve ji bo hînkirina kurdiya kurmancî hatiye amadekirin û ji beşên rêziman, ferhengok û diyalogan pêk tê û yek ji giringtirîn berheman e ku di koleksîyona A. Jabayî de cih girtiye. Di pirtûkê de hem nirxandina berhema Bazîdiyî hem metîna orîjînal û hem jî metînên latînîzekirî û sadekirî hene. AMED

Dikarî Biecibînî