Bi ‘Hevra’ li dijî asîmîlasyonê têdikoşin

Koma muzîkê ya bi navê Koma Hevra ku ji aliyê endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê ve hat avakirin, bi stranên xwe li hemberî polîtîkayên asîmlasiyon, tiryakê û çanda popüler têdikoşin

Ciwanên tev li xebatên çand û hunerê yên Meclisa Ciwanan a HDP’a Stenbolê bûn, komeke muzîkê ava kirin. Yûsûf Keleş ku li Navenda Çandê ya Ronahiyê ya Şaredariya Erdîş a Wanê dixebitî, piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin di sala 2016’an de berê xwe da Stenbolê, tev li xebatên çand û hunerê yên Meclisa Ciwanan a HDP’a Umraniyeyê bû û li vir dersên muzîkê da ciwanan û tevî ciwanan koma bi navê Hevra ava kir. Armanca vê komê ew e ku bi stranên xwe li hemberî polîtîkayên asîmlasiyon û tiryakê û çanda populer tev bigere.

Keleş behsa avakirina Koma Hevra kir û wiha got: “Me Koma Hevrayê tevî xwendekarên kursên serdema ewil ava kir. Hevra, encama xebatên me yê kursê ye. Kursên me yên niha jî ji bo tiştên bi vî rengî ne. Em dixwazin li navçeyên din jî komên bi vî rengî ava bikin.”

Di axaftina xwe de Keleş destnîşan kir ku wexta nû dest bi kursê kirine eleqe kêm bûye û wiha domand: “Ewil me xwest em birbiriyekê peyda bikin. Tirsek hebû û ev tirs hema bêje li ser tevahiya civakê hebû. Piştî me dest bi xebatan kir hêdî hêdî ciwan tev li kursan bûn. Yek ji armanca xebata me jî ew bû ku em bi hunerê wêrekiyê li civakê peyda bikin. Yek ji jêdera îlhamî ya hunerê jî wêrekî ye.”

Keleş xwest ciwan enerjiya xwe ji bo çand û hunerê xerc bikin û diyar kir ku ew dixwazin xebatên xwe yên çand û hunerî berbelav bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê ciwan xwedî li çanda xwe derkevin. Ji bo bi çanda xwe hunerê îcra bikin divê bên avahiyên partiyê û qeyda xwe çêbikin.”

 ‘Aram dibim’

Endama Koma Hevrayê Gulistan Baran ku li erbaneyê dide, anî ziman ku beriya dest bi kursê bike lêxistina erbaneyê bala wê dikêşand û wiha axivî: “Hevalek li min geriya, got ‘were li avahiya Umraniyeyê kursên erbaneyê dest pê kirine.’ Lê ji ber dixebitîm pirsgirêka min a demî hebû. Lê belê min zemanê xwe eyar kir û çûm kursê û ji ber niha li erbaneyê didim pir kêfxweş im. Her cara li erbaneyê didim aram dibim.”

‘Sirgûnkirina Şeroyê Biro dibînim’

Solîstê komê Gencay Morkoç diyar kir ku ji bo tev li komê bûye gelek kêfxweş e û da zanîn ku muzîka kurdî û dîroka kurdî bi hev ve girêdayî ne û herî zêde vê rasteqîniya dîrokî di stranan de hîs dike û wiha pêde çû: “A rast dema distrêm, nexasim jî dema stranên dengbêjî dibêjim hîs dikim ku di dîroka me de çi qewimiye. Dema Radyoya Êrîvanê guhdar dikim têde çanda xwe dibînim. Sirgûnkirina Şeroyê Biro, Qarapêtê Xaço tê ber çavê min. Loma muzîka bi zimanê me hebûna me ye.”

Endama komê Hêvîdar Yilez diyar kir ku li bajarekî wekî Stenbolê ciwan zêde tesîrê ji çanda populer û dejenerebûnê digirin û ev tişt anî ziman: “A rast hebûna min a li vir bersivdayîna ji bo çanda populer û polîtîkayên tunekirin û asîmlasyonê ye. Li vir em bi stranên lê didin ber bi paşeroja xwe ve diçin. Em guh didin dengê jina di dîroka me de.”

Yilez got ku ew li erbaneyê dide û destnîşan kir ku yek ji enstrumanên sereke yên çanda Mezopotamyayê erbane ye û dema li erbaneyê lê dide Mezopotamyayê hîs dike û pir kêfxweş dibe.

‘Erbane qêrîna jinan e’

Her wiha endama komê Zelal Baran jî bilêv kir ku ji ber li Stenbolê çêbûye û mezin bûye ji çanda xwe dûr ketiye û wiha got: “Rojekê li ser medyaya civakî çav bi gotinekê ketibûm, digot ‘erbane qêrîna jinê ye.’ Bi rastî jî erbane qêrîna me jinan e. Çimkî di vê civakê de herî zêde jin tên eciqandin. Loma min dest bi erbaneyê kir. Ji niha û pê ve armanca min ew e ku bibim dengê jinên bi tecawuz re rû bi rû dimînin, tên kuştin û tên eciqandin. Dixwazim vê yekê jî bi hunerê bikim.” STENBOL

Dikarî Biecibînî