aram

Bi çavê Diyar Xerîb dîroka kurdan

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb li gel ku xebatkarek ê riya azadiyê bû nivîskarek baş ji bû. Di pirtûka xwe ya bi navê ‘Xwendinek nû ji bo dîroka Kurdistanê’ de bi çavek nû temaşeyî dîroka kurdan û erdnîgariya Kurdistanê dike

‘Xwendinek nû ji bo dîroka Kurdistanê’ navê pirtûka Endamê Konseya Serokatiya Giştî Diyar Xerîb e ku di 5’ê tîrmehê de, di êrîşî hewayî ya balafirên şer ên dewleta tirk de li Qendîlê şehîd bû.

Pirtûk ji 674 rûperan pêk tê û 9 beş e. Di beşa yekemîn de li ser nexşeya cîhanê qala coxrafya Kurdistanê dike. Piştre diçe nava kûrahiya coxrafya Kurdistanê û rola wê di dîroka mirovahiyê de. Her wiha qala demografya, Kurdistan û coxrafya siyasî ya Kurdistanê dike.

Di beşa duyemîn de, dîrokê şîrove dike. Dixwaze ji xwendekaran re qala dîrokê bike û dîrokê bi wate bike. Herwiha qala rêç û rêbazên xwendina dîrokê dike.

Di beşa sêyemîn de, dest bi qalkirina dîroka Kurdistanê ya di dema şaristaniya xwezayî de dike. Herwiha awayê jiyana civakî û baweriyan şîrove dike.

Di beşa 4’emîn de, balê dişîne li ser civaka Kurdistanê ya di serdama desthilatdariyê û avabûna dewleta Sûmer de. Li vir qala vê yekê dike ku çima di wê serdemê de dewleta kurdî ava nebûye. Her wiha di nava dewleta Sûmeran de qala eşîrên Kurdistanê û pêkhateyên kurd dike.

Di beşê 5’emîn de, ji dema Sûmeran heta dema Îslamê qala civaka Kurdistanê dike.

Di beşê 6’emîn de, di serdema Îslamiyetê heta sedsala 16’emîn qala kurdan dike û meyla kurdan a li ser Îslamê dike. Her wiha qala kurdan a di dema desthilatdariya xelîfeyên Îslamê de dike.  Herwiha di serdema îslamê de li Kurdistanê forma desthilatdariyê jî digire dest. Ji derveyî vê qala baweriyên din ên li Kurdistanê dike.

Di beşa 7’emîn de, ji parçebûna yekem û heta sersala 19’an qala Kurdistanê dike. Di vî beşî de qala nakokiyên Sefewî û Osman û nêzîkbûna wan a li gel kurdan dike. Her wiha balê dişîne li ser pêşkeftina aboriya civakê, nivîs û wêjeya kurdî.

Di beşa 8’emîn de, ji sedsala 19’an de heta Kurdistan parvebûna Kurdistanê ya li ser 4 welatan qala civaka Kurdistanê dike. Qala raperînên ku wê serdemê serî hildane û encamên derketine dike.

Di beşa 9’emîn de piştî çar parçebûna Kurdistanê qala rewşa Kurdistanê dike. Rewşa kurdan a li Sûriyeyê, Îranê, Tirkiyeyê û Îraqê şîrove dike.

Diyar Xerîb di destpêka pirtûka xwe wiha tîne ziman; “Ji zarokatî ve hezkirina min ji bo dîrokê hebû. Timî çîrokên dîrokî yên weke Memê Alan, Şîrin û Ferhad û yên din bala min dikişandin. Lê, min digot, divê lehengên çîrokan min bigihîne armancê.

Timî ji min re digotin, xwe bi dîrokê me mijûl neke. Dîroka kurd timî karasat e. Dema ez li refa 8’ê bûm, min ji mamosta re got, qala dîroka kurdan ji bo me bike. Ew jî ji min aciz bû. Got, ka kurdan dîrok heye. Ji wê rojê ve êdî min zêdetir hewldana komkirina agahiyên têkildarî dîrokê da. Dema ku nêrînên Rêber Ocalan yên li ser dîrokê fam kir, wê demê min ji dîrokê fam kir.”

Diyar Xerîb di pitûka xwe de weke di pirtûkên din ên dîrokê dîrokê radigihîne û piştre nêrînên cuda yên li ser wan bûyeran destnîşan dike. Piştre jî nêrîna xwe ya li ser bûyerê radigihîne. Di pirtûka xwe de dixwaze vê yekê bigihîne xwendekaran, her çiqas kurd beşdarî desthilatê nebûne û di dîrokê de hatine paşguhxistin, lê rolek mezin a kurdan di dîroka mirovahiyê de heye.

Diyar Xerîb di dawiya pirtûka xwe de eşkere dike ku dibe ku agahiyên nû li ser dîrokê eşkere nekirîbe, lê xwendinek nû ji bo dîroka kurdan kiriye.

Ev pirtûk di sala 2015’an de kete destê xwendekaran. Du caran hatiye çapkirin. Di demek kêm de li bazarê nemaye. Her wiha gelek xwendekarên zanîngehê ji bo tezên xwe weke çavkanî bi kar anîne. SILÊMANÎ

Çavkanî: Rojnews

 

Dikarî Biecibînî