aram

Mîhrîcana Dêrsimê bi çalakiyên cur be cur dawî bû

19’emîn Mîrhrîcana Çand û Xwzayê ya Mûnzûrê di navbera 25 û 28’ê tîrmehê bi beşdariya hezaran welatiyan bi dawî bû. Di mîhrîcanê de panal, pêşangeh, gera cihên pîroz û xwezayê û konser û çalakiyên cur bi cur pêk hatin

19’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzûrê di 25’ê tîrmehê debi şiyara “Bijî û bide jiyîn” dest pê kir. Mîhrîcan ji aliye sazî, komele, partiyên siyasî û şaredariya Dêrsimê ve hat organîzekirin. Mîhrîcan li Qada Seyît Riza bi daxuyanî,niyaz û duayan dest pê kir, bi serdana cihên pîroz, gerandina semah, pêşengehên wêneyan, panel, muzîk, konser û hwd. çalakî û şahiyên cûr be cûr berdewam kir. Li gel niştecihên Dêrsimê bi hezaran welatî jî ji bajarên cuda yên Kurdistan, Tirkiye û ewropayê hatibûn. Piştî qedexaya 2 salan pêkhatina mîhrîcanê ji aliye welatiyan ve rastî eleqeyek mezin hat. Mîhrîcana îsal diyariyî Nûpelda û Yagiz Guloglû yên xuşk û birayên hev hat kirin ku di 15’ê tîrmehê de li Pilûra Dêrsimê bi teqemeniyeke artêşa tirk jiyana xwe ji dest dabûn.

Mîhrîcan di 25’ê tîrmehê de li Qada Seyît Riza bi axaftina vekirinê ya Şarederê Dêrsimê M. Fatîh Maçoglu dest pê kir. Pîrên elewiyan jî bi axaftin û  duayên xwe di vekirina mîhrîcanê de cih girtin.  Piştî axaftina vekirinê loqmeyên ku pîran li ser  xwendî hat belavkirin. Liber peykerê Seyît Riza find û çira hat pêxistin.  Piştre jî koma lîstikên gel lîstika Varvara lîstin. Welatyên ku beştarî vekirina mîhrîcanê bûn eleqeyek mezin nîşandan.

Li gorî derfetê xwe me jî bernameya mîhrîcanê şopand. Di roja destpêkê de li ser Sûka Binê Erdê pêşengeha wêneyên a “Cihên veşarî yên Dêrsimê”,  hat vekirin ku ji wêneyên Duzgun Boyaz, Mûrat Can Toprakçi û Sevîm Ayboga pêk dihat hat pêşandan. Piştre jî li Kolana Hunerê bi navê “Li Dêrsimê jiyana ekolojîk û ji bo hawirdêrê çi dikare bê kirin?” panel hat lidarxistin.

Panel bi moderatoriya Hasan Şen ji Lijneya Parastina Mûnzûrê derbas bû. Axaftvan jî Serok Wekîlê Komeleya Hawirdor a Dêrsimê Alî Yildiz, ji Lijneya Rêveber a TMMOB’yê Endizyar Cemalettîn Kuçuk,  Aktivîstê Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê Talat Çetînkaya û Prz. Bariş Yildirim bû.

Xeteriy li ser Dêrsimê

Panelîst Alî Yildiz di axaftina xwe de balkişand qirkirina xwezayî ya ji aliye desthilata siyasî ve pêş dikeve. Yildiz destnîşan kir ku sermayedaran bi piştgiriya desthilatiyê hemû xweza û qadên jiyanê bi taybetî yên Dêrsimê veguherandine qadên rantê, çand û baweriya vê civakê qet li ber çavan naye girtin. Yildiz bal kişand ser xeteriya lê ser Dêrsim û xwezaya wê û wiha got: “Ev der qada me ya jiyanê ye. Em ê destûr nedin jiyana me bê tunekirin. Divê hemû gele Dêrsimê bi hişmendiya parastina jiyan û xwezayê xwedî li xwe bawerî, çand, xweza û jiyana xwe derbikevin.”

Endizyar Cemalettîn Kuçuk jî bal kişand ser kanên madenên ên ku li Dêrsimê bi destê desthilatiyê ji sermayedaran re hatine vekirin. Kuçuk destnîşan kir ku çavên her kesî li ser Dêrsimê û çavkaniyên binê erdê ye. Kuçuk da zanîn ku ev talan bi xwe re qirkirineke mezin li ser xwezayê pêk tîne. Kuçuk diyar kir ku av û xwezaya Dêrsimê di hedefa sermayedaran de ye û wiha got: “Bi hişmendiyeke xwe, xwezaya xwe parastin pêwsîte têkoşîneke xurt bê deyîn. Encax bi parastinê mirov û xweza dikare bijî û bide jiyîn.”

Parêzer Bariş Yildirim jî bal kişand ser bendavên ku li Dêrsim û li ser ser ava Mûnzûrê hatine çêkirin û her wiha kanên mehdenan. Yildirim  dest nîşankir ku bendavên ku li herêma Dêrsimê hatine çêkirin qaçaxin û da zanîn ku ew bi têkoşîna hiqûqî bi di betalkirina gelek projeyên bendavan bi ser ketine. Yildirim da zanîn ku dê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin û ji bo Dêrsim û Mûnzûrê dê di her qadê de têkoşîna xwe bidin.

Bi dawiya rojê re jî li stadyuma Dêrsimê konsereke hat li darxistin. Di konserê de Koroya Zarokan ya Behzat Fîkîr, Hunermend Erdogan Emîr, Koma Babetna, Mikaîl Aslan û Grup Vardiya derketin ser dike. Hunermendan bi stranên xwe beşdar kêfxweş kirin.

Roja duyemîn a mîhrîcanê

Di roja duyemîn a mîhrîcanê de jî li ser zimanê kirmanckî ji dîrokê ve heta niha panelek pêk hat.  Di roja duyemîn de diviya bû ku belgefîlma “Dayikên Şemiyê” û atolyeya “LGBTΔ yan pêk bihata lê belê Walîtiya Dêrsimê bi awayekî kêfî û derqanûnî qedexe kir û destûr neda. Têkildarî biryara walitiya Dersimê ya qedexekirina belgefîlma “Dayikên Şemiyê” û atolyeya LGBTÎ’yan, Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de ev helwesta walîtiyê ya kêfî bi tundî hat şarmezarkirin.

Dîsa di heman rojê de li ser mijara geşedanên siyasî û pêşniyarên çareseriyê panelek pêk hat. Panel bi moderatoriya Sirma Tayam hat birêveberin. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel, Cigirê Serokê Giştî yê EMEP’ê Mehmet Turkmen, Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş û ji SMF’ê Huseyîn Şîmşek jî wekî panelist axivîn. Panel li Kolana Hunerê pêk hat.

Aktorê ku çareseriyê pêş dixe Ocalan e

Panelîst Tayîp Temel di axaftina xwe de destnîşan kir ku ew bi desthilatiyek ku nikare welat bi rê ve bibe re rû bi rû ne. Temel da zanîn ku  beriya 31’ê adarê nerîneke ku bi vê desthilatiyê nikarin û serî tewandinek hebû lê belê gelê kurd, sosyalist, demokrat û hemû derdorên hatibûn heciqandin mil dan hev û divê hilbijartinê de ev desthilat şikandin. Temel destnîşan kir ku ev hilbijartin bû destpêka derbek mezin a li vê desthilatê. Temel bi berdewamî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Aktorê ku çareseriyê pêş bixe birêz Ocalan e.  Di hevdîtinên bi parêzeran re 7 xalên ku destnîşan kir ên ji bo çareseriyê aşkereya vê yekê ye.” Temel diyar kir ku desthilatê xwest bi hilbijartina 23’yê hezîranê peyameke ku xwe xurt bide nîşandin bide civakê lê belê  bû destpêka têkçûna wê. Temel da zanîn ku dê bi têkoşîna xwe bi ser bikevin.

Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî bal kişan bexwedana ku li dijî desthilatiyê tê dayîn û ev tişt anî ziman: “Berxwedana me ji kevneşopiya me tê. Gelê kurd û derdorên ku hatine heciqandin derbek giran li desthilatiyê xistin. Bi salan e şerê yekgirtiya demokratik û desthilatiyê heye. Divê ev tifaqa demokratik berfireh bibe û ev têkoşîn bi ser bikeve. Wekî ku Ocalan jî aniye ziman divê em tifaqa demokratik berfireh bikin.”

Di roja duyemîn de jî mîhrîcan bi şano, muzîk, belgefîlm û gelek şahî û çalakiyên cuda bi dawî bû.

Di roja 3’yemîn a mîhrîcanê de jî panel, muzîk û belgefîlm hat pêşandan. Di panela ku pêk hat de Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz û Parêzer Îlke Işik li ser tundî û têkoşîna jinê axivîn. Axaftvanan destnîşan kir polîtîkayek taybet a vê desthilatiyê li dijî jinê heye û tê armanckirin ku jinê bêvîn bihêle û ji siyasete dûr bixe. Panelîstan her wiha diyar kirin ku li dijî van polîtîkayên tundwar ên li ser jinê dê rêxistinbûyîn û têkoşîna jinê bilind bikin.

Bi dawîbûna mîhrîcanê

Di roja 4’emîn a dayî ya mîrhrîcanê de jî gelek çalakî hatin lidarxistin. Di roja dawî de panel, daxuyanî, meşa hawirdorê û konser hat lidarxistin. Di panela ku li salona konferansê ya şaredaiyê pêk hat de li “Hiqûq, mafên mirovan û Dêrsim”ê bû. Di panele Parêzer û Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, Parêzer Meral Hanbayat, Parêzer û Hevseroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî û Cafer Demîr wekî panelîst axivîn. Panela bi moderatoriya Parêzer û Serokê Baroya Dêrsimê Kenan Çetîn ve pêşket, axaftvanan jî li ser binpêkirina mafên mirovan, bêhiqûqiya heye ya ku ji aliye desthilatiyê ve hatiye tunekirin û binpêkirina mafên mirovan axivîn. Panelîstan di vê çarçoveyê de balkişandin ser bêhiqûqiya bi palîtîkayeke taybet a ji aliyê desthilatiyê pêş ketiye.

Li Qada Seyîtriza piştî daxuyaniya Platforma Jinan a Dêrsimê welatiyan ji Qada Seyîtriza heta Gola Çetu  meşa hawirdorê pêk anîn. Saet di 19.30’an de jî li Stadyumê bi axaftina Şeredarê Dêrsimê, daxuyanîya Komîteya Tertîpê ya Amadekar û konsera ji aliye hunermend Yasemîn Goksu, Mavî Guneşer, Metîn-Kemal Kahraman, Grup Munzur, Zelal Gokçe û Veradardz Folk Ensemble pêk hat. Hunermandan bi stranên xwe saet ji 19.30’an heta 24’an berdewam kir.

‘Navê me Dêrsime, Kurdistan e’

Di roja dawî a mîhrîcanê de Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî beşdar bû. Temîllî di destpêkê de tevli meşa hawirdorê û piştre jî beşdarî şahiya li stadyûmê bû. Temelî li vir axavî û bal kişand ser qirkirina dewleta tirk a li ser Dêrsim û Mûnzûrê. Temellî destnîşan kir ku ev mîhrîcan têkoşîneke hebûnê ye. Temîllî li ser navê Dêrsimê jî ku di pêvajoya dawî de tabelaya Dêrsimê a li ser Şaredariyê hatibû daxistin û li şûna wê tabelaya Tûnceliyê hatibû daliqandin jî bertek nîşan da û wiha got: “Navê me Dêrsim e, navê me Kurdistan e. Em wiha hene û emê wiha bijîn.”

Piştî axaftinan hunermend Yasemîn Goksu, Mavî Guneşer, Metîn-Kemal Kahraman, Grup Munzur, Zelal Gokçe û Veradardz Folk Ensemble konser dan. Hunermandan bi stranên xwe heta nîvê şevê beşdarên mîhrîcanê şoandin.DÊRSIM