Du hevrê û şêwekar

Du jinên şêwekar ên ji bajaroka Şarezûr deh sal in hevrê ne û bi hev re tabloyan çêdikin. Herdu jinan diyar kirin ku bi karên xwe û vekirina pêşangehên xwe yên hunerî debara xwe dikin

Huda û Sozyar du jinên ji bajaroka Şarezûr a ser bi Silêmaniyê ne. Her çiqas dibistana amadeyî qedandinbin û ti dîplomeyek wan a hunerî nebe jî, lê di warê hunerê şêwekarî de xwedî hêz in û baş dikarin tabloyan çêbikin. Heta niha gelek pêşangeh vekirine.

Huda Ehmed 23 salî ye. Têkildarî kar û xebata xwe ya hunerî ji Rojnewsê re axivî û wiha got: “Ez û Sozyar deh sal in hevrê hev in. Me herduyan dewreya wênekêşiyê dîtiye. Lewma me baş dît ku bi hev re kar bikin û hem jî hunera xwe pêş bixîn. Hem jî di warê madî de sûd bide me.”

Huda û Sozyar ji bo ku xwe bigihînin civakê bi rêya torên civakî hunera xwe pêşkêş dikin û bi riya tora civakî gelek kes rojane daxwazê ji wan dikin ku wêneyên wan çêbikin.

Tablo û wêneyên xwe bi çend şêwazên cuda çêdikin. Her wiha amûrên cuda jî bi kar tînin. Ji bo tabloyan buyeya avî ya rengareng û zeytê bikar tînin.

Huda aşkera kir ku xwesteka bikirina zêdetir li ser wêneyên reş û spi ye û wiha got: “Em li mal wêneyan çêdikin. Gelek caran wêneyê kesekê ji bo me şandî jê re çêbikin çêkirina wê 10 rojan berdewam dike. Ji bo çêkirina her wêneyê em zêdetirî 20 hezar dînar distînin.”

6 pêşangeh vekirin

Van herdu hevrêyan heta niha 6 pêşangehên hevbeş vekirine. Her wiha du pêşengehên taybet jî li Şarezûr vekirine. Bernameya wan heye ku karên xwe berdewam bikin.

Sozyar Semîn a 21 salî wiha axivî: “Piraniya wêneyên ku çêdikin ji bo ciwan in. Piranî jî kur daxwaz dikin. Ji ber ku debara kuran ser wan bi xwe ye. Gelek caran keç jî daxwaza çêkirina wêneyan dikin.”

Sozyar aşkera kir ku piraniya wan bi riya torên civakî peywendiyê li gel wan dikin û got ku piraniya kesên serî li wan didin ji Silêmaniyê ne û wiha got: “Em bikarê xwe heta astekê debara jiyana xwe dikin. Lê, çêkirina wan gelek ked divê. Malbata min piştgiriya min dike û amûran ji bo me peyda dikin. Her çiqas karê wênekêşanê hezkirina min bû, lê heta ez gihîştim vê astê malbata min piştgiriya min kiriye.”

Peyama Sozyar a ji bo welatiyên bajaroka wê ew ku pêşiya kesên xwedî huner vekin û li pêşiya wan nebin asteng. SILÊMANÎ

Dikarî Biecibînî