Festîvala Filmên Kurdî dest pê kir

Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê a 9´an pêncşemê êvarê bi nîşandana filma “Girls of the Sun (Keçên Rojê)” dest pê kir. Film li hola sînemayê Babylon a li Berlîn Mitte hat nîşandan. Ji ber elaqeya zêde gelek kes neçar man ku şipê temaşeyî filmê bikin.

Komeleya dêûbavên Kurd a li Berlînê Yekmal û Zarok TV jî îsal ji partenerên festîvalê ne. Wan bi tecrûbeyên xwe yên di mijara perwerdeya zarokan de bernameya îsal dewlemend kiriye. Festîval wê heta 7´ê Tebaxê dewam bike. BERLÎN

Dikarî Biecibînî