Helbestvanê nîştiman û azadiyê; Şêrko Bêkes

Helbestvanê navdar ê kurd e Şêrko Bêkes ku di 73 saliya xwe de koç kir, 6 sal in bi berhem û navdariya xwe dijî. Şêrko Bêkes 20 pirtûk nivîsand, demekê pêşmergetî kir, bû penaber û li Başûr bû wezîrê rewşenbîriyê

Helbestvanê kurd ê navdar Şêrko Bêkes di 6’emîn salvegera xwe de wê îro li gelek deveran ji aliyê hunermend û nivîskaran ve bê bibîr anî. Di ser koçkirina Bêkes re 6 sal borîn. Lê bi helbestê xwe û berhemên xwe her dem xwe zindî dihêle.

Helbestkarê Navdar ê Kurd Şêrko Bêkes di 2 gulana 1940’an de li taxa Goyjeya ya Silêmanîyê hatiyê dinê. Lawê Helbestvanê navdar Faîq (Fayeq) Ebdilla Bêkes û Şefîqe Seîdî Westa Hesen bûye.  Wî xwendina xwe ya bingehîn û navîn li Silêmanî û Bexdayê temam kiriye. Pirtuka xwe ya yekem a bi navê Tirîfey hellbest jî dîsa li vî bajarî di sala 1968’an de çap kirîye. Bêkes ji 17 saliya xwe ve dest bi nivîsandina helbestan kiriye û cara pêşîn helbestên xwe di kovara Jîn li Silêmaniyê belav kirine.

Di sala 1969’an de pirtûka wî ya duyem jî derxistiye. Bêkes, di hevpeyvîneke ligel nivîskar Mehmed Uzun de gotibû ji helbesta kurdî ya nûjen bala wî dikişand, bi taybetî helbestên Goran û Herdî dixwendin. Di navbera salên 1965-1987’an de pêşmerge bû û di heman demê de jî li radyoya bi navê Dengê Şoreşê xebitî.

Di serê sala 1970’an de di nava tevgera “Ruwange” da cîh girtibû. Ev tevger ji bo helbesta kurdî rêyek nû vediki û hebesta nûjen derdekivi holê. Bi vî tevgerê di her hêlêda bêhna jîyana kurdî ket helbesta kurdî.  Bi tevî nivîskar û helbestvanên kurd Husên Arif, Celal Mîrza Kerîm û Kakemem Botanî kovareke bi navê Rwanya derxistin.

Piştî têkçûna şoreşa Îlona 1974’an hikûmeta Îraqê Bêkes şand sirgunê, bo başûrê Îraqê, bajarê Rumadî, hat dûrxistin. Lê vê carê jî hukumeta Iraqê, Bêkes ji bo 4 salan şand sirgunê. Bêkes, di sala 1984’an de beşdarî serhildana li başûrê Kurdistanê bû. Careke din li çiyayên Kurdistanê dikeve û bû pêşmerge.

Jiyaneke têr û tije

Di 1986’an de ber bi derveyî welêt wek penaber çû Îtalya û Swêdê. Li Swêdê bû endamê Komeleya Nivîskarên Swêdê û PENa Swêdî. Di 1979’an de Bêkes vedigere Silêmaniyê.  Di 1991/1992’an de li yekem kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe wezîrê rewşenbîriyê, lê piştî wezîriya du salan, ji ber nedemokratîkbûna parlamenê wî îstifa kir û vegeriya Swêdê. Di sala 1998’an de li Silêmaniyê ligel komeke nivîskar û rewşenbîran Dezgehê çap û pexşê Serdem saz kir û Bêkes bû serokê dezgeh.

Şêrko Bêkes piştî ku nêzîkî sê mehan û nîv hatibû dermankirin, di 4’ê Tebaxa 2013’an de li nexweşxaneya Karolinska ya Stockholma paytexta Swêdê ji ber nexweşiya penceşêra pişikan çû ber dilovaniya xwe. Şaîrê gewre yê kurd ku di 73 saliya temenê xwe de bû, li Parka Azadî ya Silêmaniyê veşartî ye.

20 pirtûk nivîsand

Şêrko Bêkes helbestê xwe bi zaravayê Soranî nivisîye. Ji ber vê yekê her çiqas ew bi kesanîyeta xwe werê naskirin jî lê helbestên wî li bakur zede nayê naskirin. Pir hindik helbestên vî helbestvanê navdar li kurmancî hatîyî wergerandin. Heya niha 20 kitebên wî yên helbestan hatine çapkirinê. Kitêbên wî bi gellek zimanan -yunanî, tirkî, erebî, îngîlîzî, fransî, almanî, swêdî- hatine wergerandin.

 Xelatên ku girtine

1987: Di hêla PEN Klûba Swed bi xelata Tucholsky hat xelatkirin.

2001: Li Silêmaniyê ji Navenda Kulturî Xak, xelata ‘Pîrêmerd’ girt.

Dema ku ji aliyê rejîma Îranê ve Mamosta Ferzad Kemarger û Şîrîn Elemhulî û hevalên wan  hatin darvekirin ev helbest ji bo wan nivîsî.

Ji Bo Şîrîn Elemhulî

Ji serê sibehê ve

Kolana herî mezin a Sineyê

Bû Ferzad Kemanger

Ji serê vê sibehê ve

Mestirîn bexçeyê Mehabadê bû şîrîn Elemhulî

Di zeraqa serê vê sibehê de

Hemû ew zarokên ji dayik bûne

Navê Ferhadê Wekîlî li wan hatiye kirin!

Ji îro û pêve

Di yekemîn ronahiya serê sibehê de

Mehdî îslamiyan bû Gola Wanê di berbanga îro de:

Elî Heyderiyan

Bû bi Taq Bostana Kirmaşan:

De fermo Sineyê lisêdarê bidin!

Serê Mehabadê bibirin…

De fermo nehêlin zarokên me ji dayik bibin!

De fermo

Nehêlin baran bibare û mehêlin giya şîn bibe û

Nehêlin zevî bijîn!

Ez ji îro û pêde, evîndarê çavê şîrîn Elemhulî me

Ji îro û pêde çi helbestên min hene, ez ê wan bikim

Gula stranan ji bo bejna Şîrîn Elemhulî

Ji niha û pêde ez tayek ji porê wê me

Ji niha û pêde

Ez neynûka tiliya wê me

Ji niha û pêde ez dibim ew cote pêlavên

Ku cara dawî xistibû piyên xwe û pê çû sêdarê û

Ji niha û pêde, ez ew bazinê bi cîmayî yê destê

şîrîna Elemhulî me

Komara îslamî ya sêdaran

çi li sêdaran neda, ji xewnê heta helbestê û

Ji helbestê heta jinê û ji jinê heta nan,

Av û gul û kaniyan

Ya ku

Koma îslamî ya sêdaran

Nikare bi tu awayî li sêdarê bide

Ayinde û azadî ye…

AMED

Dikarî Biecibînî