Sykes xweş geriyaye

Sykes: Civaka Mezin a Êzîdiyan yan jî ew ên ku Melekî Tawis dihebînin* û konfederasyona eşîran a Şengalê bi temamî kurd in. Bi fizîka xwe Êzîdiyên Şengalê dişibin kurdên Dersimê

Peymana Sykes-Picot gava mirov dibihîse, weke kurd a pêşî di serê mirovî de bi gewde dibe weke fikir peymana parçekirina Kurdistanê ye di destpêka sedsala 20´an de. Helbet, hêzên împeryal ji parçekirina Kurdistanê û wê de li rêyên parvekirina çavkaniyan digeriyan. Ji bo vê jî li gorî xurtiya xwe di nava xwe de herêmên nifûza xwe diyar kirin li Rojhilata Navîn ango li ser erdên Osmaniya berê. Û wan li gorî wê peymanê dewletên ku îro hene nexasim jî piştî Şerê Cihanê yê Yekê hêdî hêdî ava kirin. Di encamê de ya herî girîng ji bo me kurdan ew bû ku Kurdistan parçe bû.

Li pişt Sykes-Picot du mêr hene, du zilamên împaretoriyan. Û îro min xwest bala xwe bidim yekî ji wan. Ew jî Sykes e, bi navê tam Mark Sykes e. Ji her du zilaman, ê Împaretoriya Brîtanî ye ew. Sedema ku bala min çû ser jî ew bû ku min xwest resmekî wî li Mereşê girtî, weke nûçeyeke li ser wêneyekî ji weşanê re amade bikim. Wêne di pirtûkeke wî ya sala 1904´ê de derçûbû ku weşanên Avesta bi tirkî li Tirkiyeyê weşandibû. Ez ê paşê dîsa li vê pirtûkê û wêne vegerim.

10 hezar û 270 km li Kurdistanê

Axir min dizanî wî li ser eşîrên Kurdistanê jî di dema Osmaniyan de meqaleyek nivîsandiye û ev meqaleya hanê jî, gava ku ez li ser eşîrên Torê li hin agahiyên sedsalên 19 û 20´an digeriyam, berê min xwendibû, lê ne bi baldarî. Min careke din berê xwe dayê. Ev meqaleya hanê sala 1908´an di “The Journal of the Royal Antropological Institute of Great Britain and Ireland” de di rûpelên 451-486 ên berga 38´an de hatiye weşandin. Di destpêka meqaleyê de ew dibêje, meqaleya wî encama 7 hezar 500 mîlan (10270 km)  rêwîtiyê ye. Wî ji bo hêsankirina meqaleya xwe komên eşîran li 6 herêman dabeşkirine di meqaleya xwe ya bi navê The Kurdish Tribes of the Ottoman Impire (Eşîrên kurd ên Împaretoriya Osmaniyan) de. Yanî ev zilamê împaretoriyê xweş geriyaye û baş agahdar e li ser eşîrên Kurdistanê di destpêka sedsala 20´an de.

Êzîdî û dersimî bi temamî kurd in

Ji meraqê min berê xwe da hin agahdariyên wî dayî. Ji ber ku vê pêlê serê xwe bi Şingalê re jî diêşînim, wan agahiyan jî bala min kişand, û belkî minaqeşeyên nasnameya Şingalê û Dersimê jî karibin sûdê jê wergirin: “Civaka Mezin a Êzîdiyan yan jî ew ên ku Melekî Tawis dihebînin* û konfederasyona eşîran a Şingalê bi temamî Kurd in. Bi fizîka xwe Êzîdiyên Şingalê dişibin kurdên Dersimê…” (r.469).

Ji bo herêma min bi xwe (r. 474), wî li ser konfederasyona Hevêrkan dinivîsî, “1800 malbat in. Nîvekî wan Misilman nîvê din Xiristiyan in û bi kurmancî dipeyivin.” Li ser Alikan (Alian) jî wî digot, “1200 malbat in, Misilman, Xiristiyan û Êzîdî ne; ez bawer dikim zimanê wan Kurmancî ye”. Li ser berê Êzîdîbûna qismî ya eşîra min jî wî dinivîsî: “Dorikan. 120 malbat in. Eşîreke çiyayê Tur Abdîn e, ji Êzîdî û Misilmanan pêk hatiye.

Xweşzane ye ne nezan

Serê we neêşînim. Wêneyê min di destpêkê de behsa wî kir, li nêzîkî Mereşê hatiye girtin. Tê de mirovên ku ji bo şahiyeke kurdan hatine cem hev hene. Ji wêne mirov fêrî gelek tiştan dibe. Koma muzîkjenan ji gelek orkestrayên dawetan ên roja me ya îro dewlemendtir e di warê înstrumanan de: defjen, teblikjen, kemaçevan, qanûnjen xuya ne. Di destê çar siwarên xuya de tivingek û çar dermance xuya ne. Li aliyê rastê jî yan rîtuelek yan jî lîstikeke ji bo şahiyê heye. Jixwe ji cilûbergan jî em dewlemendiyeke tekstîlê ya xurt dibînin. Konekî reş jî li piştê diyar e. Wêne ne di çarçoveya meqaleya li jor de hatiye weşandin. Ev wêne, beriya wê, sala 1904´an hatiye weşandin di pirtûka Mark Sykes a bi navê “Dar-ul-Islam: A record of a journay through ten of the Asiatic provinces of Turkey” de li Londonê derçûye. Bi tirkî weşanên Avesta hîna nû sala 2017´an ew pirtûka 304 rûpelî li Tirkiyeyê çap kir. Yanî zilamê Brîtanyayê yê peymana Sykes-Picot di biwara kurdan de hîç jî nezan nebû, xweşzaneyek bû. Zanetiya xwe jî ji bo berjewendiyên brîtanî muhtemel e ku jêhatî bi kar anîbin. Lê peyman bi dizî bû, bi xêra Sewra Sovyetê eşkere bû. Ka beriya bê mohrkirin, kê kî qanih kiriye; qanih kiribe çawa kiriye, em baş bi wê nizanin.

* Nivîskar terîfkirina di nava misilmanan de belav bi kar aniye û gotiye, “ewên iblîs dihebînin”.

Nivîs: Luqma Guldivê / Yenî Ozgur Polîtîka

Dikarî Biecibînî