Sedsala bihurî li zozanên Kurdistanê

Cilûbergên gelêrî, helbet ne ew cilûberg in ku em di dawet û şahiyan de dibînin. Nexasim jî yên jinan tevî ku hin xisletên van cilûbergan bihewînin jî, hem di warê qumaş, hem di warê fesal û dirûnê de ji hev cihê ne.

Ev wêneyê li jor nîşan dide ka li rojhilatê Kurdistanê cilûbergên jin û keçên kurdên koçer di sala 1976´an de jî çawa bûne. Ji reng, dirûn û fesalê her tişta wan bi kêra jiyana wan a rojane û karê wan ê li zozanan tê. Bruno Barbey ev wêne sala 1976´an li zozanên Ostanê Kordestan (wilayeta ku paytexta wê Sine ye) girtiye. AMED    

Dikarî Biecibînî