Mem û Zîn dîsa derdikevin ser dikê

Lîstika şanoyê Mem û Zînê ya di her warî de qala jiyana kurdan dike û ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê ve ku hatiye çêkirin piştî 5 salan carek din derdikeve ser dikê

Dema mirov dibêje Ehmedê Xanî Mem û Zîn tê bîra mirov. Çîroka Mem û Zînê tenê ne hezkirinê vedibêje, di heman demê de hezkirina welatek a neteweyî dibêje. Çîroka Mem û Zînê ya ji aliyê feylesofê kurd Ehmedê Xanî ve di sala 1692’an de hatiye nivîsandin carek din ji aliyê lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê ve derdikeve ser dikê.

Lîstika Mem û Zîn a ji şanonameya nivîskar Kawa Nemir hatiye wergirtin. Derhêneriya lîstikê derhênere kurd Ruknettîn Gun dike. Cara ewil di sala 2014’an de lîstika Mem û Zîn hatibû pêşandan. Piştî 5 salan lîstik carek din derdikeve ser dikê. Şanogeran hewl dida ku lîstik li Qesra Cemîl Paşa were pêşandan, lê bi boneya qeyûm tayînî Şaredariya Amedê kirin dê li wir neyê pêşandan.

Şanoger nêzî mehekê ye amadekariya lîstikê dikin ku derkeve ser dikê. Lîstik vê carê bi piştevaniya Akademiya MA Muzîkê û Mala Hunerê ya Laleşê pêk tê û bi komek nêzî 60 kesî cih digirin. Lîstik bi şêwaza muzîkal, dansê derdikeve ser dikê. Di lîstikê de Dansa Modern a Mezopotamyayê jî cihê xwe digire. Stran tên gotin. Solîstê Lawje Alî Tekbaş lehengiya Memê dileyîze û hunermend Gulseven Medar jî rola Zîn dileyîze û stranan dibêjin û diavêjin ber hev.

Şanoger dibêjin ku yekemîn car e şanoya Mem û Zîn bi şêwazek muzîkal hatiye çêkirin.

Şanogerê serkeftî Yavuz Akkuzu rola Beko girtiye ser xwe û şanoger Kemal Ulusoy jî rola Mîr Zeynedîn dileyîze. Lîstik di 6-7-8 îlonê de dê li Navenda Dan û Sitendinê ya Galeriya bê nîşandan. Derhêner û lîstikvanan der barê lîstikê de ji ajansa MA’yê re axivîn.

Derhênerê lîstikê Ruknettîn Gun got ji ber ku şanonameyên kurdî nayên nivîsandin berhemên kurdî jî zêde nabin mijara şanoyê û pirsgirêka mezin nivîskariya şanoya kurdî ye. Gun da zanîn yek ji van berehemên kurdî jî ew e ku Mem û Zîn yekem car di 2014’an de kirine şano û derxistine ser dikê. Gun got wan pêdivî pê dîtiye ku piştî 5 salan lîstikê derxin ser dikê û lê dê wek carek din li cîwarê wek Qesra Cemîl Paşa nîn be dê li salonek kargehekê be. Gun anî ziman ku her çiqas klasîkek kevnar be jî lî îro jî Mem û Zîn nûjenbûna xwe didomîne.

Nêzîkatiya kolonyalîzmê

Gun çêkirina şanoya Mem û Zîn berê ku ji aliyê Şanoya Dewletê ya Amedê ve hatibû çêkirin rexne kir û wiha got: “Ez performansa wan qet şîrove nakim. Pir û pir ne baş bû. Ji ber ku wergerandine tirkî. Min di lîstikê de heqaret hîs kir. Tên bi zimanekî serdest çîroka me ya netewî ji me re dibêjin. Mînak em diçin li Enqereyê çîrokek wan bi zimanek din ji wan re dibêjin. Dema em mijara ziman tenê bigirin dest jixwe bes e. Ev nêzîkatiyek kolonyalîzmê ye. Wek ku qerfê xwe bi mirovan bikin.”

Gelek Beko hene

Hunermend Alî Tekbaş ê ku karekterê Memê dileyîze jî diyar kir ku ew ji ber daxwaza karekterê Mem lê kirine ew gelek kelecan bûye û ew bi tirs nêz bûye ku serkeftî pêk bîne lê piştî dest bi xebata karekter kiriye kelecan û tirsa wî jê çûye. Tekbaş da zanîn ku lîstik çîrokek evînê ya ji rêzê nîne û wiha got: “Ev evîn tenê ne di nava du kesan de ye. Eşqa welat, jiyan, wêje û ziman e. Di jiyana me de gelek Mem û Zîn hene. Mixabin gelek Beko hene. Di jiyana me de hejmara wan zêde ye. Mixabin hêj xiyaneta Bekoyan didome.”

Hunermend Gulseven Medar a ku lehengiya Zînê dileyîze jî destnîşan kir ku qewimandinên bi serê Zînê de hatiye di roja me ya îro de jî ev qewimandin bi serê jinan ve tê. Medar ji bo lehengiya Zînê wiha got: “Em di lehengiya Zînê de nakokiyên rêxistina hiyerarîşk a nav civakê dibînin. Mixabin em pir hînî vê karakterê bûn. Mixabin em di roja me ya îro de wek netayînkirina qedera Zînê hene û em vê dijîn.”

‘Tirkî li Mem û Zînê nehatiye’

Şanoger Kemal Ulusoy ê ku rola Mîr Zeynedîn zindî dike jî da zanîn ku wan xwestiye dubare lîstikek cihwarî yanî mekanî li Qesra Cemîl Paşa nîşan bidin lê ji ber qeyûm tayînî şaredariya Amedê kirin ew ê nikaribin li wir bileyîzin û neçarin li navendek dan û sitndinê bileyizîn. Ulusoy anî ziman ku berê lîstik bi tirkî jî hatiye çêkirin û peyama dê ji lîstikê were fêmkirin deforme kirine û ya herî girîng ji bo wan prensîba ziman e. Lêanîna bi zimanê tirkî lê nehatiye.”

Ulusoy diyar kir ku di çavê feylesof Ehmedê Xanî de çîrokek herî xurt e û wiha got: “Di nava çîrokê de derd û kulên kurdan, pirsgirêkên kurdan hene û em dibînin. Di nava lîstikê de hiqûq, siyaset, çand, îktîdar, berxwedana civakê, edaletek xerabûyî û rewşa sosyolojîk a kurdan vedibêje. Heke ku wek manîfestoyek siyasî bihata nivîsandin dê ewqas bi nav û deng nebûya.”

 Nesîhatnameya kurdan e

Mêhdî Ehmed Puryan ê ji bajarê Sînê ya Rojhilat jî aranjeya muzîkê dike. Puryan bi bîr xist ku Mem û Zîn beriya niha ji aliyê kurdên Rojhilat ve jî wek şano û sînema hatiye nîşandan û wiha got: “Mem û Zîn berhemek ji aliyê hemû beşên Kurdistanê ve tê zanîn. Berhemek bi nav û deng e. Çimkî her kurdek ku vê berhemê dixwîne xwe û hebûna kurdan tê de dibîne. Her kurdek xwe bajarê xwe û gundê xwe têde dibîne. Ev berhemek nesîhatnameya kurdan e.”

Puryan bal kişand ser muzîkaliya di lîstikê de û got: “Divê şano ji beşên din ên hunerê alîkar werbigire. Muzîk reng dide dramatîkbûnê. Muzîk bêtir çêjek xweştir dide lîstikê. Dema lîstik bi muzîkê re dibe yek performansek xurttir li ser dikê derdikeve holê.” AMED

Çavkanî: Bîlal Guldem – Lezgîn Akdenîz / MA

Dikarî Biecibînî