Bi milyonan gotin; Nikarim Bêdeng Bibim

NAVENDA NÛÇEYAN

18 stranbêjên muzîka RAP’ê bi navê ‘Nikarim Bêdeng Bibim’ klîbek amade kirin û klîb li ser medyaya civakî rastî eleqeyeke mezin hat. Strana ku balê dikişîne ser mijarên neheqî, hawirdor, mafên jin û sewalan di rojekê de nêzî 10 milyon caran hat tikandin

Stranbêjê RAP’ê Şanişer û 17 hevalên wî muzîkjen bi navê ‘Nikarim Bêdeng Bibim’ stranek amade kirin. Stran 14 deqiqe û 54 çirikan pêk tê û naveroka stranê balê dikişîne ser mijarên wekê; bêhiqûqî, edalet, mafê jin û sewalan, perwerdehî, neteweperestiyê. Di klîbê de peyamên polîtîk cih digirin.

Stran di rojekê de li ser medyaya civakî nêzî 10 milyon caran hat tikandin. Gelek hunermend, nivîskar, rojnamegeran piştgirî dan klibê. Parlamenterên HDP’ê bi parvekirina stranê piştgiriya xwe anîn ziman û balkişandin ser behîhûqî û xespkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê.

Muzîka RAP; bi gelemperî peyvên bi tempo û rîtmekê bi lez tê gotin. Muzîka RAP’ ê salên 1970’yî li Amerîka derketiye holê. RAP ango“RhytmAndPoem” bi navê“helbestên bi rîtim”tê zanîn û di ferhenga îngîlîzî de wateya RAP’ê rexnekirina giran e. AMED

 

Dikarî Biecibînî