Dîroka Eyubiyên Heskîfê

Li ser dîroka Eyûbiyên Heskîfê kitêbeke di sedsala 16´an de hatiye nivîsandin, derçû. Ev kitêb li ser dîroka mîrîtiyên Kurdan de xeleke wenda ya di navbera Tarîxu Meyyafarqîna Îbnul-Ezreq û Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî de temam dike û bi vî rengî jî gelekî girîng e

Kitêba bi navê Nuzhetu’n-Nazir we Rahetu’l-Xatir, behsa dîroka du sedsalan a bajarê Heskîfê dike, bi navê hingê Hisna Keyfa.

Bi qasî ku tê zanîn ta niha tenê destxeteke wê heye û ew jî li Kitêbxaneya Qiraliyetê ya Viyanayê de ye. Niha pirtûk bi edîsyon-krîtîkkirina Akademîsyen Yûsuf Baluken ji Weşanên Nûbiharê derçû. Hêjayî gotinê ye ku em bibêjin, Yûsuf Baluken doktoraya xwe li ser Eyûbiyên Heskîfê çêkiriye û ev kitêb jî encama wê xebatê ye.

Baluken beşek muhim jî li dawiya metna kitêbê zêde kiriye. Bi vî awayî, tevî pêvek û mulheqên li ser tarîxa Heskîfê, ev kitêb bûye çavkaniyeke ansîklopedîk a li ser dîroka Heskîfê jî.

Her wiha li dawiya kitêbê ji bo vekoleran, îndekseke berfireh jî hatiye amadekirin; ev îndeksa “navê kesan”, “navê deran” û “navê milet, qebîle û dewletan” e.

Bîra Heskîfê weşiya

Kitêba Tarîxa Heskîfê, Nuzhetu’n-Nazir, telîfa burokratekî qesra Eyûbiyan e. Ev kitêb, çavkaniyeke pirr girîng e ku Tarîxa Eyûbiyên Hesnkîfê yekser dike babeta xwe. Navê muelifê wê, Hesen bin Îbrahîm el-Munşî el-Hisnî ye. Sala wefata wî piştî 1420 e (822´yê Hicrî). Di dewra hukimdarê Eyûbî yê Hisni Keyfa (Heskîf) el-Melîkul-Adil Suleyman de li qesrê burokratekî wî yê muhim bû.

Muelif, berî kitêba xwe ya Nuzhetu´n-Nazirê jî, kitêbeke bi navê Xayetu’l-Metlûb fî Tarîxî Beytî Eyyûb di 13´ê Remezana 821´ê Hicrî de (14 Çiriya Paşîn a 1418´an) nivîsiye. Di wê de ew bi berfirehî behsa bûyerên li ser Eyûbiyên Heskîfê dike. Paşê wî ev kitêba xwe bi navê “Nuzhetu’n-Nazir we Rahetu’l-Xatir” bi awayê du cildî kurt kiriye. Muelif gava ku di sala 1420´an de kitêba xwe ya Nuzhetu’n-Nazirê diqedîne, notên xwe dibe erzî Melik-Adil Suleyman dike. Qismên şaş û kêm li gorî fermanên Siltan sererast dike û yên lazim lê zêde dike.

Di nusxeya vê kitêbê ya berdest de kêmasî hene, lewma bi bûyerên sala 778´a HIcrî (1376-1377´ê Mîladî) diqede. Ev nusxeya kêm a ku gihiştiye roja me ya îro di 14´ê Cemaziyelaxira 937´ên Hicrî (2´yê Sibata 1531´ê ya Mîladî) de ji hêla mustensixekî (nivîskarên ku ji ber berhemekê nusxeyên wê dinivîse) bi navê Xizir bin Xizir el-Amidî ve hatiye îstinsaxkirin (destxeteke li bergirtî ya kopya).

Cildê duyem hîna jî wenda ye

Cildê duyem ê vê kitêbê yê ku behsa dewra Melik-Adil Suleyman dike, hîna jî nehatiye dîtin. Lêbelê hevdemê nivîskarê kitêbê û meşhûrtirînê alimên dewra xwe Ibnu Hecerê ‘Esqelanî, di kitêba xwe ya bi navê Înbaul-Xumr bî Enbaîl-‘Umr de ji cildê duyem ê wenda hin pasajên têkildarî dewra Melik-Adil Suleyman neqil kirine. Heger ev cildê duyem bête dîtin û weşandin, dê derbarê tarîxa Heskîfê û derdora wê de gelek qeydên muhîm derkevin meydanê.

Xeleka wenda ya tarîxa kurdî

Ev kitêba ku Weşanên Avesta nû weşandî, di periyoda tarîxî ya navbera Tarîxu Meyyafariqîna Îbnul-Ezreq û Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî de ji bo tarîxa kurdan çavkaniyeke muhim e. Kitêba hanê, hem behs dike ji tarîxa dewleta Eyûbî ya ku ava bûyî piştî xelasbûna mîrektiyên kurd ên Merwanî, Şedadî, Hesenweyhî, Rewadî, Hezbanî û Fezleweyhî, hem jî behs dike ji wan agahiyên serdema avabûna mîrektiyên kurd ên beriya Osmanî. Ev agahî jî di ti çavkaniyên din de peyde nabin. Herweha çawa ku derbarê mîrektî û eşîretên kurd ên Bohtî, Rojkî, Silêmanî, Zirkî û Mihranîwan de qeydên muhîm hene. Wereng, der barê eşîreta Mehelmî û der barê qebîleyên tirkmen ên Qereqoyinlî jî qeyd hene. Digel van tiştan, ev kitêba Nuzhetu’n-Nazirê ya ku li ser navê gund û bajaran û li ser etîmolojiya wan jî qeyd û quyûdan dihewîne, ji bo akademîsyen û vekolerên ku li ser tarîxa kurd dixebitin, dê bibe çavkaniyeke muhim. Ev esera ku halê hazir metnê wê yê erebî weşiyayî, di siberojê de dê wergera wê jî bête kirin. AMED

Dikarî Biecibînî