Serpêhatiya serkeftin, girtin û sirgûnê: Yilmaz Guney

Navenda Nûçeyan

Hunermend, derhêner, nivîskar, lîstikvan û rewşenbîrê kurd Yilmaz Guney temamiya jiyana xwe bi girtin, sirgûn û êşê derbas kir. Lê tevî vê jî derhêneriya bi dehan fîlman kir, di sedan fîlman de lîst û Xelata Palmiyeya Zêrîn wergirt. Guney di axaftina xwe ya dawî de wiha dibêje: “Dost û dijmin bila her kes bizane ku em ê bi ser kevin! Em ê teqez biserkevin! Li şûna ku mirov weke koleyekî bijî, mirov weke şervanekê azadiyê bimire baştir e. Bijî Kurdistana serbixwe, yekpare û demokrat.”

“Weke hunermend ez bi navê Yilmaz Guney têm naskirin. Lê navê min ê rast Yilmaz Putun e. Navê min tê wateya kesê li hemberî zehmetiyan serî natewîne, kesê ku tu caran bêhêvî nabe û serî natewîne ye. Paşnavê min jî wateya xwe ji dendika fêkiyekî çiyayî ku zû bi zû naşikê digire. Di sala 1937’an de li gundê Yenîcê yê Edeneyê ji dayik bûm. Zarokê duyemîn ê malbateke kurd im ku li gundê xwe bê ax bûn. Dayika min oldar bû û xwendin û nivîsandina wê nebû. Bavê min jî li leşkeriyê hînî xwendin û nivîsandinê bû. Di sala 1976’an de dema ez li Girtîgeha Kayseriyê, bavê min mir. Min nekarî gora wî bibînim.” Guney wiha dest bi vegotina serpêhatiye xwe dike.

Şerê Yekemîn ê Cîhanê bi dawî bûye û Kurdistan bi peymanên Sykes Pîkot û Lozanê bûye 4 parçe. Ji bo kurdan pêvajoyeke pir giran e û ji Şêx Seîd heta ya Agirî yên din, gotin di cih de be Kurdistan veguheriye erdnîgariya serhildanan. Lê gelemperiya serhildanan hatine tepisandin û Kurdistan di nava bêhna xwîn û barûdê de dinale. Qirkirin li ser qirkirinan tên kirin û Kurdistan êdî bedeneke parçekirî ye. Hêdî hêdî dengê qirkirina Dêrsimê tê û di demekî wiha de Yilmaz Guney çavên xwe li cîhanê vedike.

Guney dibe zarokekî karker

Guney dema xwe di nava zarokatiyê de ber dide, her wiha vêcarê jî dengê Şerê Duyemîn ê Cîhanê tê bihîstin. Weke li her devereke cîhanê, li Kurdistan û Tirkiyeyê jî di hêla aborî, siyasî, leşkerî, civakî û hwd. krîzên pir giran rû didin. Guney ku ji malbateke xizan a karker tê, hê di temenekî pir biçûk de bi şert û mercên giran ên jiyanê re rû bi rû dimîne. Guney van salan wiha vedibêje: “Ji 9 saliya xwe ve ez jiyana xwe bi xebata xwe didomînim. Karê min ê destpêkê jî gavanî bû.” Guney êdî zarokekî karker e.

Xebata destpêkê: Kovara Doruk

Yilmaz Guney di emrekî pir biçûk de bi hûnerê re eleqedar dibe. Guney ku lêhûrbûnên wî yên li ser wêjeyê di lîseyê de dest pê dike, pêngava xwe ya destpêkê ya di nava wêjeyê de jî wiha tîne ziman: “Min lîse li Edeneyê qedand. Di wan salan de bin kovareke hunerê ya bi navê Doruk derxist. Mereqa min a ji bo hunerê hebû û min çîrok dinivîsandin. Di sala 1955’an de ji ber çîrokeka min rastî takîbatê (Pirsyarî) hatim. Der barê min de doz hate vekirin.”

Girtin û sirgûn

Hunermendê kurd Yilmaz Guney di sala 1957’an de bi xeyalên ku li Fakulteya Îktîsadê perwerdeyê bibîne diçe Stenbolê. Lê dê nekare bidomîne û ji sala 1955’an de takîbata der barê wî de didomiya û encama dadgehê zelal bibû. Li gorî vê, di serî de bi 7 sal û nîvan cezayê girtîgehê yê giran û 2 sal û nîv cezayê sirgûnê hate cezakirin. Piştre jî dadgeha temyîzê ev biryar xera kir û vêcarê salek û nîv cezayê girtîgehê û 6 meh jî cezayê sirgûnê li Guney hate birîn. Xwendina wî jî di nîvê de ma.

Berê xwe da êşên civakê

Yilmaz Guney di xebatên xwe de hunermendekî serkeftî bû. Dikariya bi xebatên xwe li Tirkiyeyê bibûya xwedî nav û dengekî mezin û jiyaneke gelek rehet. Lê Guney, bi fikra sosyalîzmê xwe kûr dike û li ser vê bingehê jî, di hemû berhemên xwe de hewl dide êş û elemên civaka xwe vebêje. Bêguman ev hewldanên Guney ji hêla rayedarên dewletê ve nedihatin ecibandin. Demekî pir kin serde neçûbû ku Guney di sala 1961’an de kete girtîgehê û di kanûna sala 1962’yan de derket. Piştre jî sirgûnî Konyayê hate kirin. Guney pêvajoya li Konyayê bi van hevokên balkêş tîne ziman: “Min nedikarî derkevim derveyî sînorên Konyayê. Ez neçar bûm ku her şev îmze bidim polîsan. Di jiyana xwe de min herî zêde li lênûsa polîsan îmze avêtine. Min 180 caran îmze kir.”

Efsaneya ‘Qralê Kirêt’

Navê Yilmaz Guney bi taybet jî piştî salên 1950’an tê bihîstin. Di sala 1956’an de çîroka wî ya bi navê ‘Pergalên Sê Newekheviyên Nenasbar’  di kovara Onuç de derdikeve. Di pirtûka xwe ya ‘Hucreya min’ de Guney dibêje ku armanca wî ew e ku bi nivîsên xwe hêz bide têkoşîna çîna karkeran û zîhniyeta şoreşgeran. Di salên 60’an de jî weke lehengeke gel, efsaneya ‘Çîrkîn Kral (Qralê Kirêt)’ derdikeve.

‘Du salên ji jiyana min hatine dizîn’

Guney di sala 1968’an de diçe leşkeriyê û di nîsana 1970’an de vedigere. Van her du salan jî Guney dê di demên pêşde bi vê hevokê; ‘Du salên ji jiyana min hatine dizîn’ pênase bike. Di sala 1971’an de jî Guney tevî gelek rewşenbîr, hunermend û nivîskaran hate binçavkirin û hefteyekê di bin çavan de ma. Piştre jî bêyî biryareke fermî û bi gefan, ji bo 3 mehan sirgûnî Nevşehîrê hate kirin. Guney di 16’ê adara sala 1972’an de jî bi hinceta ‘Alîkarî daye şoreşgeran’ 10 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn û hate girtin. Di sala 1974’an de bi Efûya Ecevît re hate berdan.

Di 12 salan de li 15 girtîgehan ma

Pêvajoya piştre jî Guney wiha vedibêje: “Di îlona sala 1974’an de navê ji bo cînayetekê hate bibîranîn û 19 sal ceza li min birîn. Dema ku ez di girtîgehê de min kovareke bi navê Guney derxist. Piştî hejmara 13’an jî ji hêla rêveberiya awarte ve hate girtin. Der barê  min de jî 10 dozên cuda hatin vekirin. Bi giştî 100 sal cezayê girtîgehê li min hate birîn. Di sala 1981’an de jî bi destûrê ji Girtîgeha Nîvvekirî Ispartayê derketim û êdî venegeriyam. Ez derketim derveyî welat. Heta cotmeha sala 1981’an nêzî 12 salan di girtîgehan de mam. Di vê demê de 2 jê nîvvekirî, bi giştî di 15 girtîgehan de mam. Di mehên destpêkê yên derveyî welat de hîn bûm ku der barê min de 20 sal cezayê giran û 7 sal cezayê sirgûnê hatiye birîn.”

Di sînemayê de cara yekemîn peyva ‘Kurdistan’ bi kar anî

Guney piştî ku derdikeve derveyî welat, xebateke pir mezin dide destpêkirin û bi kedeke mezin filmê ‘Yol (Rê)’ amade dike û digihîne Mîhrîcana Fîlman a Cannesê. Di gulana sala 1982’yan de jî fîlmê Yilmaz Guney ‘Rê’ û yê Costa Gavras ê ‘Mîssîng (Winda)’ di Mîhrîcana Fîlman a  Cannesê de Xelata Palmiyeya Zêr wergirt. Ev xelat di sînemaya Tirkiyeyê de yekemîn xelata mezin a navneteweyî bû. Di heman demê de di filmê ‘Yol (Rê)’ de cara yekemîn di sînemaya Tirkiyeyê de di filmekî de li şûna ‘Herêma Rojhilatê Anatoliyayê’, peyva Kurdistanê hate bikaranîn. Lê ev beş hate sansûrkirin û ji film hate derxistin. Hunermendê kurd Guney di 9’ê îlona sala 1984’an de li Parîs a Fransayê ji ber penceşêra mîdeyî jiyana xwe ji dest dide. Gora wî li Goristana Père Lachaise a Parîsê ye.

Lîstikvan û derhêner

Yilmaz Guney di 114 filman de lîst. Derhêneriya 26 fîlman kir. Di 15 fîlman de amadekarî kir û di 64 fîlman de jî senarîstî kir. Her wiha alîkarî da nivîsandina senaryoya 6 fîlman. Guney di navbera salên 1958-1983’yan de gelek fîlm çê kirin.

Seyîdxanê Kerr û Yilmaz Guney

Her çiqas gelemperî nasnameya Guney a çepgiriyê derkeve pêş jî, dilê Guney her tim bi kurd û Kurdistanê lê dide. Di gelemperiya berhemên wî de şopên çanda kurdan, êş û elemên wan hene. Weke ku tê zanîn dayika Yilmaz Guney, ji Gimgim a Mûşê û bavê wî jî ji Sêwerega Rihayê ye. Tê gotin ku Guney di ciwantiya xwe de rojekî tevî dayika xwe diçe serdana malxalên xwe. Li gundê dayika xwe ji dengbêjekî strana Seyîdxanê Kerr guhdar dike û Guney jê gelek bandor dibe. Tê gotin ku Guney çîroka Seyîdxanê Kerr dipirse û dengbêj jî serpêhatiya Serhildana Agiriyê ji Guney re vedibêje. Li gorî hin derdoran, ev yek li ser jiyana Guney bandorekî mezin dike û Guney demên piştre wiha qala wê demê dike: “Hestên min ên welatparêziyê li wir aj dan. Seyîdxan di hundirê min de tovê welatparêziyê çand.” Hinek derdorê dibêjin ku Guney ji bo bîranîna Seyîdxanê Kerr, filmê Seyîdhan çê kiriye.

Fêmkirina ji Guney

Di serdemekî ku îktîdar faşîzmê li ser hemû civakê pêl bi pêl mezin dike, fêmkirina ji Guney, girîng e. Di serdemên herî tarî yên 12’ê Îlonê de Yilmaz Guney weke ku bang li me kiribe wiha dibêje: “Agirê berxwedanê dê tu caran venemire. Tenê berxwedêrek jî bimîne, ev tê wê wateyê ku berxwedan didome. Dîrokê gelek caran şahidî kiriye ku ev yek kes bûne hezar, dehezar û milyon kes. Dîrok dê şahidiyê ji serkeftina me re jî bike.”

Axaftin û banga dawî

Em jî nivîsa xwe ya li ser hunermend, derhêner, nivîskar, lîstikvan û rewşenbîrê kurd Yilmaz Guney bi axaftina wî ya dawî ku bang li gelê kurd dikir bi dawî bikin:

“Hevalên bi nirx, rêhevalên min û mêvanên hêja, ez we slav dikim, ji we re hezar slav!

Weke ku hûn jî dizanin Newroz, ji bo gelê kurd sembola berxwedana li dijî zalim û zilmê, qebûlnekirina bêzarî û teslîmiyetê, têkoşîna ji bo azadî û serxwebûnê û sembola yekitî û piştevaniyê ye. Ez dizanim ku dilê hemû hevalên me yên îro li vir civiyane, bi van hestan lê dide. Dilê zarokên me jî dê bi van hestan lê bide. Ev jî ji bo ku li dijî zilm û koledariyê derkevin, ji bo azadî û xweseriyê û ji bo ku rewşa belave veguherînin yekitiyê ye. Ji bo van armancan heta niha gelek qurban hatin dayîn. Dê hê jî bên dayîn. Ji ber ku tu serkeftin bê qurban nabin. Em neçarîn ku xwîn û hêsiran bidin ber çavan. Em dipirsin; gelo ma pêkane ku kes bikare dilekî bi vê xîret, înad û baweriyê tije bêdeng bike? Em careke din dipirsin; ma pêkane ku kesek bikare serî bi gelekî xwedî vê biryardarî, egîdî û fedakariyê bide tewandin? Tu caran dê nekarin!

Em dixwazin stranên azadiyê bistirin

Hevalno; êş, zext, xizanî, xwîn û rondik qedera gelê kurd nîne. Em vê qederê red dikin û nas nakin. Em naxwazin bibin zarokên welatekî mêtinger ku çar aliyên wê hatiye dagirkirin. Em dixwazin bibin zarokên welatê kurdan, zarokên Kurdistana serbixwe, yekpare û azad. Em dixwazin li ser axa xwe bi zimanê xwe stranên evîn û azadiyê bistirin. Em dixwazin cîhan û axa xwe bi destên xwe ava bikin û teşe bidinê. Û em dixwazin li ser axa xwe, di bin ala xwe de azad û serbixwe bijîn.

Careke din em ji bîr nakin ku berjewendiyên karker, gundî û kedkarên kurd, tirk, ereb û eceman, li cem avabûna dewletên yekpare ne. Yekitiyeke wiha tenê dikare bi afirandina şert û mercên vê yekitiya dilxwaz pêk bê. Nexwe dê ev tenê xeyalek be. Ji ber vê yekê jî li pêşiya me tenê rêyek heye. Ev jî têkoşîna piralî ya hem li hundir û hem jî li derve ye.

Em ê bîranîna şehîdan bidin jiyandin

Hevalno; armanca yên ku niha li gelek deverên cuda yên Kurdistanê, li çiyayan, li deştan û li zindanên faşîst li dijî zext û zilma mêtingeran şer dikin û di vî şerî de dimirin jî ev e. Em bîranîna kesên di vê rêyê de şehîd bûne, di dil û têkoşîna xwe de didin jiyandin û dê bidin jiyîn. Çend xwezî ji wan re ku wan ew têk birin û mirin, çend xwezî bi wan ku bûn agirê pêtala xweserî û azadiyê. Çend xwezî!

Hevalên hêja weke ku hûn jî dizanin min par di şahiya damezirandina Enstîtûya Kurdî de got; enstîtû ne di xizmeta tu koman de, saziyeke zanistê ye ku di xizmeta hemû kurdan de ye. Bawerim xebat û pratîka salekî ev gotinên min piştrast kir. Divê her kes baş bizane ku enstîtû karektera xwe ya serbixwe û xweser, avaniya xwe ya demokratîk û xweser li ser her tiştî bigire û biparêze. Dê tu caran nekeve xefikên kişkişînên teng û polemîkan. Divê hûn jî enstîtûyê mîna çavê xwe biparêzin û piştgiriyê bidin têkoşîna wê. Hevalên min, enstîtû aja tovê serxwebûnê û berhema têkoşîna gelê kurd ya heta niha ye. Mezinbûn û bihêzbûna wê girêdayî xebata we ye. Em ê li dora enstîtûyê bicivin. Erk û berpirsyariyên ku wê li pêşiya me danîne, bi qasî ku ji destê me tê em ê alîkariyê bidinê.

Têkoşîna serxwebûnê hev re girêdayî ye

Em ê bizanin ku têkoşînê serxwebûnê bihevre girêdayî ye. Gelek caran nivîseke ji du rêzikan a rastiyê vedibêje, carna fikrek, carna qêrîna stranekî ya di dilê girseyan de lê dide û carna jî mizrabekî li têla tembûrê tê xistin ji bombeya atomê bihêztir e. Aha ji ber vê ye ku divê em di her aliyekî jiyanê de şervanên jîr û serkeftî bin û şervanên serkeftî bigihînin. Divê em sazê xwe baş, pir baş lê bidin. Divê em stranên xwe pir baş bistirin. Divê em wêneyan pir baş xêz bikin. Divê em çîrok û helbestên baş û romanên bihêz binivîsinin. Divê em zanyarên bihêz, dîplomat û teknîsyenên bihêz bigihînin. Divê destê me hem pênûs, hem makîne û hem jî çekê pir baş bigire. Gelek caran sazê me dê bibe çek, hinek caran jî divê çeka me bibe saz. Dîsa em dizanin ku ger em stranên baş, peyvên herî rast di cih de bibêjin, dê mîna guleyekî bin.

Li dijî dijmin têkoşîna hevpar

Çiyayên me, deşt û çemên me li benda me ne. Em naxwazin temamiya emrê xwe li xeribiyê derbas bikin. Em naxwazin stranên xerîbiyê bistirin. Em gelek ê ku bi lehengiyên xwe destan nivîsandî ne û em xwedî wê ezîm, biryardarî û mercanin ku hemû zehmetiyên li pêşiya xwe têk bibin. Şoreşgerên demokrat ên tirk, ecem û ereb weke parêzkarên mafê tayînkirina qedera xwe ya gelê kurd, parçeyeke vê têkoşînê ne. Li dijî dijminê hevpar têdikoşin. Biratiya çînîtiyê ya çînên bindest, yek ji çekên me yên herî mezine. Dost û dijmin bila her kes bizane ku em ê bi ser kevin! Em ê teqez biserkevin! Li şûna ku mirov weke koleyekî bijî, mirov weke şervanekê azadiyê bimire baştir e.

Bijî Kurdistana serbixwe, yekpare û demokrat. Bijî biratî û piştevaniya gelên kurd, tirk, ecem û ereb. Û bijî enstîtûya kurdî.”

Pirtûk

Pirtûkên ku Guney nivîsandî ne: “Boynu Bukuk Olduler (Bi stûxwar mir in) (1971), Hucrem (Hucreya min) (1975), Salpa (Salpa) (1975), Sanik (Bertawan) (1975), Selimiye Mektuplari (Nameyên Selîmiyeyê) (1975), Soba (Soba), Pencere Cami ve Îkî Ekmek Îstiyoruz (Kêleka pacê û du nên dixwazin) (1977), Seçîmlerde CHP Neden Desteklenmelîdîr?     (Çima divê di hilbijartinan de CHP bê destekirin?) (1977), Faşîzm Uzerîne (Li ser faşîzmê) (1979), Parîs Komunu Uzerîne (Li ser komuna Parîsê) (1979) û Ogluma Hîkayeler (Ji kurê min re çîrok).”

 

Dikarî Biecibînî