Ji Tara Mamedova albumek nû ya bi sê zimanan

Tara Mamedovaya ku kurdeke li Kirgistanê hatiye dinê û stranê xwe bi şêweyeke blues cazê û şêweya popê bi kurdî dixwîne, albûma xwe ya duyem a sê ziman derxist

Hunermenda kurd Tara Mamedova ku kurdekê ji Kirgistanê ye û stranên xwe bi şêweyeke blues cazê û şêweya popê bi kurdî dixwîne,  piştî 5 salan albuma xwe ya duyem a bi sê zimanan pêşkeşî muzikhezan kir. Albuma Mamedova ku bi navê ‘Performansa Zindî ‘ ji 7 berheman pêk tê, bi zimanê kurdî, rûsî û fransî tê vegotin.

Mamedova anî ziman ku dê dahata albuma xwe bexşî Enstutiya Kurdî ya bi navê (Deutsch-Kurdis Ches Kultur institut) ya Almanyayê bike.

Hunermend Tara Mamedov amadekariyên derketina ser dikê ya mîhrîcanan dike. Dê Mamedov ji bo danasîna albuma xwe dê were bajarê Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Îzmîr, Enqere û Stenbolê. STENBOL

Dikarî Biecibînî