NÇM li dijî asîmîlasyonê têdikoşe

Hunermendê NÇM’ê Çiya Şenses, bilêv kir ku NÇM, ji roja ku hatiye avakirin li dijî asîmîlasyonê têdikoşe û ji bo vê bedêl daye û got: “Em hêzê ji bedêlên ku hevalên me dane digirin û bêtir hildiberînin û dixebitin.”

Navenda Çandê ya Mezopoyamyayê (NÇM), di 27’ê Îlona 1991’ê de li Stenbolê ji hêla Apê Mûsa (Mûsa Anter), Feqî Huseyîn Sagniç, Îsmaîl Beşîkçî, Alî Temel û gelek rewşenbîr, hunermend, karker û xwendekaran ve hat avakirin. NÇM, ji roja hatye avakirin heta niha hem bi zext û zoriyan re rû bi rû dimîne hem jî 28 sal in tevî hemû zext û zoriyan li dijî polîtîkayên asîmlasyonker têdikoşe. Solîstê Koma Gulê Xerzan hunermend Çiya Şenses, behsa 28 salên NÇM’ê kir.

Şenses bilêv kir ku çand, ziman, huner û dîroka kurdan tim bi polîtîkayên asîmlasyonker re rû bi rû dimîne û got, NÇM, li dijî van polîtîkayan hatiye avakirin. Şenses, anî ziman ku di dîroka kurdî de cihê NÇM’ê cihekî girîng e û got: “Gava NÇM hat avakirin, li Tirkiyeyê axaftina bi kurdî qedexe bû. NÇM ku bi pêşengiya Apê Mûsa hat avakirin coşeke mezin li gelê kurd peyda kir. Tevî hemû zor û zehmetiyan jî giha roja îro. Gelek bedêl dan.”

Şenses wiha got: “NÇM, qadeke mezin a têkoşînê ye. Eger çand û zimanê gelekî bê tunekirin û asîmlekirin û ferdên wî gelî di vî warî de tev bigerin, mirov dikare bibêje NÇM ew qad e. Ciwanekî li Rojhlata Navîn dikare bê vira û di bin banê NÇM’ê de bitêkoşe. NÇM, neynika Rojhilata Navîn e.”

Şenses bilêv kir ku li dijî hemû zext û zoriyan ew bi hêz û heqîqeta ji gel digirin li ser piya ne û got: “Çimkî ev sazî, ligel gel û heqîqetê ye. Li vê cîhanê heq û hiqûq çi be em wê pêk tînin. Em jî di vê çarçoveyê de li gor huner û, and û azadiya gelê xwe tev digerin. Ji ber xebatên xwe em tên binçavkirin û girtin. Gelek hevalên me ji ber xeatên xwe niha lis irgûnê ne. Heta mêvanên saziyê bi xwe jî hatine girtin.” Şenses, destnîşan kir ku NÇM, ji bo çand û hunera kurdî neynik eû got, di têkoşîna ji bo şoreşê de qada têkoşînê ye.

Dê hilberîn dewam bike

Şenses anî ziman ku tevî hemû zext û zoriyan jî xebatên NÇM’ê didomin û got: “Tam 28 salan tevî hemû zext û zoriyan jî me gelek tişt kirin. Ji bo vê jî me gelek bedêl dan. Em hêzê ji bedêlên ku hevalên me dane digirin û bêtir hildiberînin û dixebitin.”

Serhildana li dijî asîmîlasyonê

Şenses, anî ziman ku NÇM, di warê parastin û pêşxistina muzîka kurdî de bi berpirsiyarî tev digere û got: “Piştî 1921’ê li Meletî û Rihayê hin xebatên ji bo asîmlekirina muzîka kurdî hatin kirin. Ji bo vê li zanîngehan komîsyon hatin avakirin. Ev komîsyon çûn gundan û stran berhev kirin. Stranên berhev kirin kirin tirkî. Stranên kurdî guherandin û kirin tirkî. Mesela, strana ‘Makaram Sari Baglar’ kurdiya wê ‘Şevek Nîvê Şevê de’ e û strana ‘Çûm Cizîrê Baxçe ye’ kirin ‘Dut Yedim Dutu Benim’ û dizîn. Pergala xwe li ser tunekirina kurdan ava kirin. Di vî warî de NÇM li dijî feraseta asîmîleker tev geriya.”

Şenses ji bo 28’emîn salvegera NÇM’ê bang kir û wiha got: “Em dixwazin gelê me hîn bêtir xwedî li saziyên xwe derkeve. 28 sal in em ji bo azadî û şoreşa gelê xwe têdikoşin. Em ji bo gelê xwe minetdar in. Ji bo 28’emîn salvegera NÇM’ê hin amadekariyên me hene. Em dixwazin gelê me bi bi girseyî tevlî şahiya 28’emîn a saziyê bibe.” STENBOL

Dikarî Biecibînî