Pirtûkên kurdî rastî eleqeyê tên

Navenda Nûçeyan

Di roja ewil ya Fûara Pirtûkan a Amedê de bi hezaran kesan berê xwe dan Navenda Kongreyê û Pêşangehê ya TUYAP’ê.  Gelek weşanxaneyên kurdî beşdarî fûarê bûn û pirtûkên kurdî rastî eleqeyê tên

7’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê dest pê kir û fûar îro di roja duyemîn de ye. Fûar bi beşdariya 20 weşanxaneyan kurdî û bi giştî 160 weşanxaneyan dest pê kir. Balkêşe ku îsal weşanên Aramê beşdarî fûarê nebû. 220 nivîskar dê tev li fûarê bibin û fûar dê 6’ê cotmehê bi dawî bibe.

Roja ewil a fûarê de bi hezaran hezkiriyên pirtûkan berê xwe dan fûarê. Fûar îsal jî li Navenda Kongreyê û Pêşangehê ya TUYAP’ê ya li ser rêya Erxeneyî tê lidarxistin. Her çiqas fûar li dûrî navenda bajar be jî gelek kes bi wesayîtên xwe yên taybet û bi wesayîtên din çûn fûarê.

Di çarçoveya bernameya fûarê de weşanxaneya ji bo nivîskarên xwe rojên îmzeyan li dar dixin û her wiha gotubêj û panel jî di bernameyê de cih digirin.

Weşanxaneyên kurdî

Hat ragihandin ku gelek kesan pirsa pirtûkên Aramê kirine. Xebatkarên weşanxaneyên kurdî diyar kirin ku pirtûkên wan rastî eleqeyê tên. Navê çend weşanxaneyên kurdî ku beşdarî fûarê bûne wiha ne; Nûbihar, Wardoz, Lîs, Aryen, Morî, Ava, Sîtav, J&J, Med-Der, Weqfa Mezopotamyayê, Avesta, Rûpel, Pirtûka Kurdî, Deng, Apec, Sor, Hîwa.

Çavê gelek hezkiriyên pirtûkan li weşanên Aramê ne û lê weşanxane îsal beşdarî fûarê nebû. AMED

Dikarî Biecibînî