Helbest hebe ew jî heye

Pirtûka nû ya helbestvan Berken Bereh “Çemê Baranê” li Fûara Pirtûkan a Amedê ye. Bereh ku 40 sal in daye ser rêya helbestê, ji bo pêwendiya di navbera xwe û helbestê de dibêje: “Helbest ji bo min ew war e ku Berken dibe Berken.”

Pirtûka nû ya helbestvan Berken Bereh “Çemê Baranê” ku ji Weşanxaneya Avestayê derket, li 7’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê ye. Nifşê Tîrêjê Berken Bereh ku di rêya wêjeyê de ji 65 salên emrê xwe hema bêje 40 sal di oxira helbesta kurmancî de fêda kiriye, pirtûka xwe ya nû Çemê Baranê bi van peyvan pênase dike: “Jiyan û çavdêriyên şairekî yên derheqê civaka wî de.”

Ji bo Berken Bereh ku bi kovara Tîrêjê ber bi wêjeya kurdî ve meşiyaye, hêjayî gotinê ye mirov bibêje: “Helbest hebe ew jî heye.” Ji lew re ji bo Wî helbest; li xakeke bi mişt êş û azar, tehde û kotekî bi hêla dilê xwe ya helbestî hestpêkirina bi hemû qewmînên civakiyî û yekparebûna bi dengê risteyan e; Ji bo Wî helbest ku eger û sedema jiyanê ye; ligel bîranîn, têkoşîn û şikestinan warê bextewarî, bêrîkirin, azadî, xwenasîn, rêwîtiya ber bi xwebûnê ve; lê ew war ew war e ku cihê zordest, serdest, serwer û nizanim kî û kê lê tuneye…

Bereh ku bi Kovara Tîrêjê ya di sala 1979’an de li Îzmîrê xwerû bi kurdî (kurmancî, kirmanckî) dest bi weşana xwe kir û cara ewil di sala 1980’yî de di hejmara 2’yan a kovarê de bi helbestên “Mîna gulekî êvelî ger bibihure jîna min” û “Ji ba me rê diçe xweşîtiyê” serpêhatiya wî ya ji bo helbesta kurmancî dest pê kir û hema bêje nêzî 40 sal in bênavber bi helbestê bêhna xwe digire û dide, di “Çemê Baranê” de careke din nîşan dide ku çawa bi helbestê re bûye hemhal û çawa bi hêla çandî, sosyolojîk û siyasî ya civakê cîhana xwe ya hestiyarî û ramanî diparzinîne û bi pênûsê dadiwerivîne ser kaxezê.

Bereh, “Çemê Baranê” ku helbestên wî yên ji sala 1983’yan heta 2019’an hatine nivîsandin û heta niha qet nehatine weşandin di xwe de dihebîne, bi van peyvan pênase dike, “Jiyan û çavdêriyên şairekî yên derheqê civaka wî de” û bilêv dike ku helbesta kurdî di rêwîtiya xwe ya bi sedan salan de tim li gor rewşa civaka xwe dirûv girtiye. Bereh, destnîşan dike ku ev rastî di helbesta Baba Tahir, Melayê Cizîr, Ehmedê Xanî, Cegerxwîn û gelek helbestvanên kurd de pir aşkere ye û dibêje: “Kengî kurd li ser xaka xwe bûbin xwedî desthilatdar, kengî bûbin xwedî dezgehên rêvebiriyî û edebî, em dibînin ku helbesta kurdî jî li gor wê geş bûye. Bi kurt û kurmancî jiyan, rabûn û rûniştina kurdan û civaka kurdan çi be helbesta kurdî bi wî awayî ye. Ji Xanî û vir ve helbesta kurdî li ser fikra neteweyetiyê bilind bû û ji bo bihêzkirina vê fikr û siyasetê hewl da. Ev helwest heta roja îro jî wekî têgiha sereke hespê xwe li mêrga helbestê dibezîne. Îjar bêguman helbesta Berken Bereh jî ji vê rastiyê ne dûr e.”

Her wiha Bereh ku ji bo pêwendiya di navbera xwe û helbestê de jî dibêje “Helbest ji bo min ew war e ku Berken dike Berken” wiha dibêje: “Helbest ji bo min ew war e ku li wê derê Berkenî wekî dareke nû hatiye çandin û her roj tu av didî, paşê mezin dibe û kesên li wê derê dibihurin û diwestin xwe li bin siha wê datînin û ji fêkiyên wê dixwin. Aha! ji bo min helbest ev war e ku Berken dibe Berken.”

Ji Çemê Baranê

Bereh di Çemê Baranê di helbesta bi sernavê “Min dilê xwe hilawist li guliya welatê xwe” wiha dibêje:

“…

û min…

dilê xwe hilawist

li gulya welatê xwe

…”

Çavkanî: Rêdûr Dîjle / MA

 

Dikarî Biecibînî