Sînemayê hînî zarokan dike

Derhênerê sînemayê Gurşat Ozdamar ku bi salan e ji bo zarokan atolyeyên sînemayê li dar dixe, ji bo atolyeyên xwe got: “Sînema ew tişte e ku azadî û azadîkirinê di xwe de dihewîne. Ez dixwazim tevî zarokan azad bibim.”

Civata Sînemayê ya Stenbolê (ÎstopMotîon), ji sala 2003’yan ve ji bo sînemayê bigihîne zarokan dixebite. Di vê çarçoveyê de ligel atolyeyên sînemayê şahiyên sînemayê, çalakiyên sînema û dîrokê û gelek çalakiyên cur bi cur li dar dixe. Derhêner Gurşat Ozdamar, li gelek deverên bajêr di bin navê “Atolyeya Sînemayê ya Zarokan” de di warê sînemayê de zarokan perwerde dike.

Ozdamar da zanîn ku ew piraniya atolyeyên xwe li Stenbolê li dar dixe û li gor derfetên aborî atolyeyan lid erveyî bajêr jî li dar dixe. Ozdamar, destnîşan kir ku ew ji bo zarokên ku derfetên wan tunene xwe bigihînin sînemayê atolyeyan li dar dixe û got: “Ez ji bo zarokên rewşa wan î aborî û civakiyî enbaaş e atolyeyên sînemayê li dar dixim. Bi vîa wayî hem dixwazim sînema dakeve kuçeyê hem jî zarokên ku rewşa wan î aborî nebaş e xwe bighînin sînemayê.”

Zodamar, got: “Em bi hev re jiyanekê parve dikin. Ji bo vê min hin lêkolîn kirin. Axirê min dît ku zarok nikarin derkevin derveyî şablona perwerde-hînkariyê. Halbûkî sînema ew tişt e ku azadî ûa zadîkirinê di xwe de dihewîne. Ez diwazim tevî zarokan azad bibim. Sînema ew tişt e ku hewl dide ew afirîneriya di hundurê zarok de bide der û hêza wan î xeyalî û hêmayî derxîne holê.”

Ozdamar, anî ziman ku di pêş de eger rêveberiyên herêmî derfetan ji bo wan peyda bikin û mekan û amlzemeyan ji bo wan peyda bikin ew ê xwe bigihînin gelek zarokên din jî. Ozdamar, destnîşan kir ku ew dixwaze atolyeyên bi zarokan re li dar xistiye bike pirtûk û got: “Bi vî awayî dixwazim di warê rêbaz û teknîkê de xwe bigihînim zarokan.”

Ozdamar da zanîn ku di sala 2014’an de gava DAIŞ’ê Kobanê dorpêç kiribû çûye sînorê Pirsûsê û li wir kon vedaye û ji bo zarokan atolyeyên sîneyaê li dar xistiye û got: “Di dema Kobanê de ji bo nûçeyan çûbûm Pirsûsê. Li Pirsûsê li peravê şer li her du aliyan zarok hebûn. Atolyeyeke bi wxezayî çê bû. Min ji Stenbolê ekîpmanek, lênûskên wêneyan, boyax û malzemeyên din anîn. Pêşî me û zarokan bi hev re wêne xêz kirin. Li Pirsûsê tam 6 mehan min atolye li dar xistin. Li hêlekê bombe dihatin barandin, li hêlekê balafir difiriyan, li hêlekê jî panzêr di nav me de diçûn û dihatin û tim anons dikin. Me di nêvengeke wiha de li ser esasêna ştî, dostanî û biratiyê pêwendî bi zarokan re danî. Me hin fîlmên ku zarokên şer rewşa xwe bilêv dikirin çê kirin. Me ew fîlm jî bi malzemeyên di dest xwe de li wir bi mriovên di konan de diman re parve kirin. Me wêneyên ku zarokan xêz kirin bi benikê cilan ve daliqandin û pêşkeş kirin.” STENBOL

Dikarî Biecibînî