Li Amedê panela ‘Xebatên Folklorê û Nasnameya Kurdî’ hat lidarxistin

Di çarçoveya 7’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê de li Salona Dîcleyê panela ‘Xebatên Folklorê û Nasnameya Kurdî’ hate lidarxistin. Di panelê de hat gotin ku folklora kurdan di serî de di nava kurdên li Sovyetê pêş ketiye. Panelîstan diyar kir ku zimanê kurdî mîna zêr e û divê her kurdek xwedî li zimanê xwe derkeve

Weqfa Mezopotamyayê di çarçoveya rojên 7’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê de panela ‘Xebatên Folklorê û Nasnameya Kurdî’ li Salona Dîcleyê panelek li dar xist. Moderatorê panêlê zimanzan Mîkaîl Bulbul bû û Prof. Dr. Şukriye Resûl, Prof. Dr. Celîlê Celîl û Prof. Dr. Kadrî Yildirim jî weke mêvan beşdarî panelê bûn. Di panêlê de gelek welatî jî amade bûn û gelek kesên cih nedîtin nekarin tev li panêlê bibin.

Di serî de Bulbul têkildarî naveroka panelê û sernavê panelê agahî dan û piştre jî mêvan dan nasîn. Di panelê de ewilî Prof. Dr. Şukriye Resûl li ser mijara ‘Têkiliya folklora neteweyîbûnê û nasnameya neteweyî’ axivî. Resûl got ku akademîbûna kurdan ji rewşenbîr û wêjeya kurdan dest pê dike. Resûl da zanîn ku folklora kurdan di serî de di nava kurdên Sovyetê de dest pê dike û kurdên Sovyetê di warê wêje û folklorê de şanaziyê didin gele kurd. Resûl got ku ew ji bo folklor û rewşenbîriya kurdan, deyndarên stranbêjên kurd in ku gelek caran bûne rêber.

‘Divê kurd xwedî li zimanê xwe derkevin’

Bi berdewamî Resûl bi lêv kir ku yekbûna kurdan ji bo xebateke neteweyî dê bibe destpêkek û wiha pê de çû: “Beriya hiş û fikrên siyasî divê em kurdbûna xwe îspat bikin. Tembûr yek ji sembola neteweya kurd e û ruhekî pîroz a neteweyî ye. Hewceye her kurdek xwedî li ziman, çand û folklora xwe derkeve. Em dikarin bi vî awayî di xeta ziman de yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin.”

‘Divê mirov Newrozê mezin bibîne’

Piştre jî Prof. Dr. Kadrî Yildirim bi sernavê ‘Di Mem û Zînê de hêmanên folklorîk, ziman, Newroz, şexsiyetên dîrokî û bikaranîna ajalan’  gotûbêj kir. Yildirim bal kişand ser zimanê kurdî û desthilatdariyê ya ku feylesofê kurd Ehmedê Xanî qala wê dike û wiha domand: “Zimanê kurdî û îktîdar bêhev nabin û bi hev ve girêdayî ne. Zimanê kurdî zêr û zîv e. Zimanê kurdî bê îktîdar nabe. Divê îktîdarek hebe ku zimanê kurdî dikaribe mor bike û ku bibe fermî. Ango mirov dikare bêje ziman û welat bêhev nabin. Hêmanên Newroz, folklor û ziman girêdayî hev in. Divê mirov Newrozê mezin bibîne. Çimkî pîroz e. Pîrozbahiya Newrozê adeteke bimbarek a kurdan e. Ehmedê Xanî behsa bûm (kundê kor) ji cihê xerabiya hez dike. Bûm bêyom e. Bûm rastiyê nabîne û rastiyê vedişêre.”

‘Dewletan bi zanebûn nasnameya kurdan ji hev cuda kirin’

Her dawî jî Prof. Dr. Celîlê Celîl bi mijara ‘Li Sovyetê li nav kurdan avabûna nasnameya neteweyî û folklora kurdan’ axaftinek pêşkeşî beşdaran kir. Celîl destnîşan kir ku li Sovyetê pirsgirêka nasnameya kurdan tune bû û wiha bi dawî kir: “Miletê kurd miletekî çiyayî ye. Kurd xwedî folkloreke dewlemend in. Li Sovyetê nasname û mafê kurdan bi awayekî fermî hatibû pejirandin. Di salên 1930’î de zimanê kurdî li dibistanan fermî bû. Kurdên Sovyetê di warê ziman û çandî de meşa xwe bênavber dewam kirin. Zargotin ji bo kurdan hêz e. Ji bo etnîk û neteweyê xizmet dike. Dewletan bi zanebûn nasnameya kurdan ji hev cuda kirin. Di destê kurdan de ziman û folklor mabû pişt re jî rewşenbîrî tê avakirin.”

Panel piştî axaftina panelîstan bi dawî bû. AMED

Dikarî Biecibînî