Hejmara nû ya kovara ‘Psychology Kurdî’ derket

Hejmara 9’emîn a kovara psîkolojiyê ‘Psychology Kurdî’ derket. Kovar di vê hejmarê de bi mijara ‘Jin û Derûniya Jinê’ derketiye pêş û mijarên cur bi cur tên nirxandin

Hejmara 9’emîn a kovara derûnnasiyê ‘Psychology Kurdî’ derket. Weke ku tê zanîn ev kovar, yekem kovara derûnnasiyê ya bi kurdî ye û ji 4 mehan carekê diweşe.  Kovara derûnnasiyê di vê hejmara xwe ya nû de weke dosyayê cih daye ‘Jin û derûniya jinê.’ Bi vê dosyayê xwestine ku mijar û pirsên nû têxin rojevê. Wekî din di hejmara nû de ji bilî dosyayê dîsa gotarên cur bi cur û balkêş cihê xwe digirin.

Di vê çarçoveyê de; Prof. Dr. Dr. Jan Îlhan Kizilhan bi nivîsa xwe ya ‘Derûniya tundiyê, trawma û çand’ a ku ji aliyê Abdulsittar Ozmen ve ji ingilîzî hatiye wergerandin, bi zimanekî zanistî behsa trawma û derûniya tundiyê dike bê ka çawa çand; civak û nifşan dixe bin bandora xwe.

Psîkolog Dr. Azad Dildar bi nivîsa xwe ya ‘Derûniya jinan a di civaka baviksalarî de’ li ser zayenda civakî û tundiya derûnî ya li hemberî jinê radiweste û di derûniya jinan de rola hêmanên takekesî û civakî rave dike.

‘Jin û derûnkolînerî’

Prof. Dr. Şahika Yuksel bi xebat, lêkolîn û nivîsên xwe yên der barê jinan tê nasîn. Kovar jî di vî warî de bi berfirehî hevpeyvîneke dewlemend bo xwendevanên xwe amade kiriye. Psîkolog Mihemed Elî Alûcî jî bi nivîsa xwe ya ‘Jin û derûnkolînerî’ behsa rol û bandora jinê di derûnkolîneriyê de dike bê ka rola jinan di destpêk û avakirina derûnkolîneriyê de çi ye.

‘Terapiyên femînîst’

Psîkolog Siyabend Aslan jî di nivîsa xwe de ‘Derûniya ducanîtiyê’ dinirxîne û nexweşiyên derûniyê yên di vê qonaxê de zêde tên dîtin vedibêje. Psîkolog Leyla Nisêbînî jî di nivîsa xwe ya ‘Terapiyên femînîst’ de zanista serdest, di terapiyê de pirsgirêkên jinan û nirxandina wan, têkiliya zordariyên civakî û takekesî, tundiya zayendî û rêbazên terapiya femînîst nîqaş dike.

‘Zewaca bi zaroktî û pirsgirêkên wê yên derûnî’

Her wiha psîkolog Rewşen Remakî bi nivîsa xwe ya ‘Zewaca bi zaroktî û pirsgirêkên wê yên derûnî’ re li ser pirsgirêkên zewaca bi zaroktiyê radiweste û zewaca pêşwext dinirxîne. Psîkologê Klînîkî Yûsûf Atabay jî bi ceribandina xwe ya ‘Têkiliya zarok û dayikê’ bi hûrgilî behsa têkiliya dê û zarokê dike û girîngiya vê rewşê berçav dike.

Pispora Xizmeta Civakî Gulperî Gunduz jî di nivîsa xwe ya ‘Zayenda civakî, femînîzm û sepana xizmeta civakî ya femînîst’ de, li ser jin û têgehên ‘Zayenda civakî’ û ‘Zayenda biyolojîk’  sekiniye û piştre têkiliya zayenda civakî û femînîzmê û girîngiya sepana xizmeta civakî ya femînîst rave kiriye. Ji bilî gotarên dosyayê gelek xebatên li ser mijarên cur bi cur hene.

Mijarên cur bi cur hatine nirxandin

Şêwirmendê Derûniyê Erdal Gul jî bi nivîsa xwe ya kirmanckî ‘Baverîya raya haq de motîfê Ana Fatma û bingeyê psîkolojîkê’, mamosteyê perwerdehiya taybet Wehab Şahîn bi ‘Taybetmendiyên zarokên astengdar ên ku perwerdehiya entegrasyonê dibînin’, Psîkolog Îsmaîl Guven bi nivîsa ‘Şîzofrenî’,  psîkolog Isabella Bêrîvan bi ‘Psîkolojiya li pişt komkujiya Cadûyan a Serdema Navîn’, Hataw Ahmed Sharîf û Shwana Kanabi Omer bi ‘Arambûnewe (Xawbûnewe)’, Newroz Xebat Yildirim bi ‘Hûr Hûr Lêxin Govendê’, antropolog Welat Ramînazad bi ‘Meymanperwerîya dagirbîyayoxanî û meşrukerdişê Ddagirbîyayişê Înanî’ û sînemager Ferat Kevir jî bi nivîs ‘Jin û sînemaya kurdan’ di kovarê de cih digire. Mêvanê beşa ‘Pirs  û bersiv’ vê mehê jî Sînemxan Bedirxan e.

Hûn dikarin hejmara nû ya kovarê li ser înternetê û ji pirtûkfiroşan peyda bikin. AMED

Dikarî Biecibînî