Jiyan û dengek bisêhr: Fatma Îsa

Fatma Îsa di sala 1934’an de li gundê Erezgînê ya ku îro ser bi Azerbaycanê ye, tê dinyayê. Piştî 3 salan şûnde tevî hemû kurdan tên mişextkirin. Ew jî wek kurdên çar perçeyên Kurdistanê rastê zext, perîşantî û koçberiyê tê. Bê welat dimînin! Jixwe Fatmaya biçûk hîn sê salî bû ku dîsa rêya koçberiyê dikeve pêşiya malbata wê. Malbat ji wir jî ji ber neçariyê bera xwe didin Ermenistanê.

Dengek zelal û xweş

Malbata Fatma Îsa li gundê Ermenistanê Hamzalî bi cî dibe û li wir dest bi jiyanê dikin. Malbata wê piştî hilweşîna Sovyeta kevin ji aliyê ermeniyan ve û tevî 50 hezar kurdan tên mişextkirin. Fatma Îsa tevî malbata xwe li herêma Krasnadar bi cî dibe. Jixwe ew di nav kurdên vê herêmê de xwedî ciheke girîng bû.

Li gor tê zanîn ew neçûye dibistanê û dema ku hîn 14 salî ye, ji aliyê malbatê ve bi darê zorê tê zewicandin. Ew hîn di temenê xwe yê biçûk de elaqeya wê ya bi muzîkê çêdibe, jixwe dengeke xweş, nerm û xwedî guhek bi hêz a muzîkê bû. Cihê ku ew lê dima û li dora wê dengbêj pir bûn, ev yek jî bi xweşa wê diçû. Dixwest wek her dengbêjekê kilaman bêje; li dora xwe ew jî wek her zilamek dengbêj civatekê kom bike, lê rewşa heyî û derdora wê rê nedida vê yekê.

Lê belê wê demê, stranbêjên jin ên kurdên sunî, çi ji hêla malbat û kesên derdor bi çavek erênî li wan nedihat mêzekirin. Ji aliyê hin derdoran ve jî ev yek wek guneh dihat dîtin û bi vê yekê dihat xwestin pêşî li dengbêjiya jinê bigirin.

Wê tu caran astengî nas nekir

Yek ji hunermenda ku wek Aram Tîgran di dilê gelê xwe de cih girt û bi stran û kilamên xwe bû dengê êş û kederên gelê kurd jî, jina dengbêj, Fatma Îsa bû. Lê rexmê ku ew ji hêla dengbêjî ve bê qisûr û xwedî jêhatîbûneke taybet bû jî, rastî astengî û bê şansiyê hatibû, her ku dixwest gav biavêje, lingên wê bi zincîrên li dora wê hatibûn alan diqolibî. Lê belê wê qet ne niyet bû dest ji tiştekê berde yan jî guh bide piste pistên ku ji derdor dihat bihîstin. Wê di dawetan de dest bi gotina kilaman kir. Wê bi gotina stran û kilamên gelerî ku di dawetan de digot, ji nû ve xwe afirand.

Ji bo demeke kin be jî ji wê jiyana xwe ya biçûk û mitewazî dûr ketin, wê dûre hîn baştir pê daba hîskirin ka çawa valatiyek mezin dadigire û hay li xwe dibe. Wê êdî guneh nas nedikirin, ne jî dengên ku wek zincîr li dora wê dihat lêkirin!.. Ji ber vê ew ê kilam û stranên xwe bi awayek herî zelal di civatên jinan ku li dora xwe dabû avakirin û her roj ev civat mezintir dibûn de, bixwend.

Xebata wê ya di radyoya Erîvanê de

Di sala 1972’yan de, ji bo ku jinek dengbêj di radyoya Êrîvanê de bixebite, endamên radyoyê dikevin nav lêgerînê. Bi taybetî jî li pey hin dengên nû digerîn û jixwe wê demê nav û dengê Fatma Îsa bi têra xwe belav bibû û bala herkesê dikêşand ser xwe.

Piştî damezirandina radyoya Êrîvanê şûnde jixwe lêgerînek ji bo jinên dengbêj hatibû destpêkirin. Ji ber vê çendê jî endamên radyoyê gund bi gund digerîn û guh didan dengê jinên kurd ên dengbêj. Xebatkarên radyoya Êrîvanê ên têkiliyê gelan û çandên wan ên SSCB’ê tên gundê Fatma Îsa û dixwazin dengê wê jî bibihîsin. Bêguman bi bihîstina dengê Fatmayê re hema bêje matmayî man û pê hatin efsûnkirin. Helbet ew jî di ferqê de bûn ku di muzîka kurd de stêrkek nû diafire û wek roniyekê wê li asîmanê welat şewq bide.

Qeyda dengê Fatma Îsa tê girtin û strana ku wê gotibû, strana “De Miho” bû ku dûre di radyoya Êrîvanê de hat dayîn û yek ji wan stranan bû ku herê zêde gel daxwaz dikir. Wê, di demeke kin de bi stran û dengê xwe yê zelal, stranên xwe yên gelêrî di dilê her kurdekê de cih girt.

Astengî û kelem nas nedikir

Ev stran ewqas hatibû hezkirin ku wek strana destpêkê ya vekirina radyoya Êrîvanê dihat bikaranîn. Di wê demê de, ji bo radyoyê Fatma Îsa çend stranên din jî dixwîne… Lê belê ji vir û şûnde jî wê jê re rê nehatiba dayîn. Ji ber ku kevneşopî û tore rê nedida vê yekê û ew mehkumê malê dikir. Tenê rê dihat dayîn ku ji bo derdora xwe û kesên nêzî xwe dengbêjiyê bike. Bêguman ev yek wisa hêsan nebû, wê Fatma Îsa ev yek wisa bi hêsanî jî nepejiranda û dê di dû xeyalên xwe de biçûya, têbikoşa.

Fatma Îsa wiha qala wan roja dike;

“Ew jinên kurd ku wê demê di radyoya Êrîvanê de stran digotin, jinên dengbêj ên wek Sûsika Simo, Zadina Şekir û hwd. ji kurdên êzidî bûn. Lê, ji bo ku dengê hemû jinên kurd, bi taybetî jinên kurd ên sunî jî bê naskirin û bihîstin, lêkolînek dihat lidarxistin. Ji ber vê yekê, wê demê hatin gundê me jî; jixwe wê demê temenê min jî pêşve çûbû. Birayê min ji xebatkarên radyoyê pêşniyar kiribû ku bên û min jî guhdarî bikin. Ew jî vê pêşniyara birayê min dipejirînin û piştî demeke kin hatin û ez guhdar kirim. Min çend stranên klasîk gotin. Wan ez guhdarî kirim û pir keyxweş bûn. Rojên paşî wan ez birim redaksiyona radyoyê.”

“De Miho”

Piştî ku wê dibin radyoyê, dengê wê li berpirsyarê radyoyê Xelîl Muradov didin guhdar kirin. Dengê Fatma Îsa pir xweşa wî diçe. Fatma Îsa di redeksiyonê de dest bi gotina kilamên xwe dike: Klamên wek “De Miho”, “Dîna min”, “Şerê rêya beşer”, “Gedê Mîrzo”, “Dervêşê Evdî” û hwd. dibêje. Hemû stran û klamên ku ew dixwîne tên tomarkirin. Bi taybetî jî klama “De Miho” ji bo hemû gelê kurd xwedî cihek cûda ye û di dilê wan de cihekî girîng digire.

Çîroka klama “De Miho” çîroka evîna keça mîrekî kurd e. Çîrok bi evîna lawê kurd yê xizan Miho û Têlî destpê dike. Di vê klamê de qîzik qala evîna xwe û Miho dike û vê yekê jî bi awayek herî xweş tîne ziman.

Jixwe Fatma Îsa vê klamê tenê carekê di radyoyê de dibêje û careke din jî nabêje, lê tenê carekê anîna ziman a vê klamê têr kiribû û bes dikir.

Ruheke efsûnî

Bêguman di wan salan de radyoya Êrîvanê ji bo ku bibe dengê êş û kederên kurdan, bikaribe serpêhatî û çîrokên wan bîne ziman, xwedî cih û taybetmendiyek cuda bû. Klam û muzîka kurdî ku nedikarî xwe bilêv bike, bi rêya radyoya Êrîvanê xwe digihand her çar perçeyên Kurdistanê û dibû mêvanê her şevbêrkeke malên kurdan. Radyoya Êrîvanê ji bo gelê kurd û bi taybetî jî ji bo jina kurd wek ruhek efsûnî bû ku dengê êş, keder, xweşî û nexweşiyên wan dilorand. Helbet ev yek ji bo jinê hîn cûda û xwedî girîngiyê bû. Jinê bi rêya dengbêjiyê xwe pênase dikir, êşên xwe vedigot, serpêhatî û tiştên ku dijî vedigot; a herî girîng jî dengbêjî sînor û dîwarên ku li pêşiya jinê hatibûn lêkirin, hildiweşand û jin ji nav sînorên malê derdixist.

Wê demê xebatkarên radyoyê bi gelemperî ji kurdên êzidî bûn, ji ber ku li gelek cihan nêzikatiyên kevneşop û qanûnên îslamê ku dengê jinê “heram” didît, li pêş bûn. Ji ber vê jî zû bi zû destûr nedihat dayîn ku jinên kurd ên xwedî baweriya sunî stran bêjin. Li gor tê zanîn malbat û civaka ku Fatma Îsa di nav de dijiyan jî ji ber van nêzikatiyan naxwaze ew stran bibêje. Ji bo wê jî pir pirsgirêkan jî derdixînin û naxwazin di kar û xebatê radyoyê de cih bigire.

Dengê zîz û enderûn

Rexmê nerazîbûna malbatê û astengiyên wan ên li pêşiya Fatmayê jî xebatkarên radyoyê dikarên bi zorê be jî 3-4 klamên Fatmayê bi dengê wê yê zîz tomar bikin û bi vî rengî ev deng nemir dibe.

Li gor agahiyên heyî Fatma Îsa tenê carekê di radyoya Êrîvanê de stranan dibêje û jixwe biryar dide ku careke din jî nebêje. Lê belê nayê zanîn ka çima û ji ber kîjan sedeman wê biryarek wiha daye. Yan jî mimkun e ku ji ber van zextan be ku me jor qalê kiriye be! Ji ber ku em baş dizanin ger bi giştî nebe jî di nav civaka misilman de astengiyên wiha derdiketin pêşiya jinê û pir zehmet bû jin bi awayek rehet di nav civatan de stran bibêje.

Her çiqas Fatma Îsa careke din di radyoyê de kilam negotibin jî, lê di şahiyên zozanan de, dawet û civatan de kilam gerandin… Ew jixwe carekê bibû dengê êş û keserên gelê xwe û wê her wisa bimaya jî. Wê karî bibe dengê gilî û gazindên me, karî bibe dengê çîroka her yek ji me çi li welat û çi jî li welatê xerîb.

Fatma Îsa di 15’ê çileya 2010’an de, li bajarê Uris, Krasnadarê çû ser dilovaniyê. Li pey xwe dengek nemir û heskirina gelê kurd hişt. Çavkanî: Newaya Jin /  Berjin Tekoşer

Dikarî Biecibînî