Derhêner Karaaslan: Tirkiye bûye girtîgeh

Derhênerê fîlmê “Gorulmuştur” Serhat Karaaslan destnîşan kir ku welat veguheriye girtîgehekê û got ku ji ber tirsa hatiye berbelavkirin mirov êdî naçin fîlman jî temaşe nakin

Derhêner Serhat Karaaslan ku bi fîlmên xwe yên bi navê Bisqilet, Xwîn, Dondurma û Musa Mihrîcana Fîlman a Altinportakalê û Mihrîcana Kurtefîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney jî di nav de di gelek mihrîcanan de xelat wergirtine, vê carê jî bi vî fîlmê xwe yî metrajdirêj “Gorulmuştur” derket pêşberî sînemahezan. Karaaslan, di vî fîlmê de xwe nîşan dide ku ka welat çawa veguheriye girtîgehekê.

Karaaslan, ji ber ku fîlmê wî li Êlihê hat temaşekirin bilêv kir ku ji bo wî tiştekî girîng e û got, ji ber li bajêr Sînemaya Yilmaz Guney tune ye, sînemagerên serbixwe nikarin fîlmê xwe bigihînin sînemahezan û wiha got: “Her wiha di sînema tenê ji şaredariyan re jî neyên hiştin. Divê li Êlihê hejmara eywanên serbixwe zêde bibin.”

Karaaslan anî ziman ku divê huner ji tekela îktîdarê bê derxistin û got: “Em ji bo Êlihê biaxivin. Îro li vira fîlmê hat nîşandan. Lê gava qeyûm bûna me yê nikaribûna nîşan bidana. Em ferz bikin eywana sînemayê ya li vira ya şaredariyê ye, lê gava qeyûm bihata tayînkirin wê wan biryar bidana bê ka kîjan fîlm bê nîşandan kîjan neyê nîşandan.”

Çêkirina fîlmên polîtîk zehmet bûye

Karaaslan destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî û polîtîk çêkirina fîlman jî zehmet bûye û got, gava dest bi kişandina fîlmê xwe “Gorulmuştur” kiriye bi hin lîstikvanan re li hev kirine, lê belê paşê ji van lîstikvanan hin jê ji ber rewşa li Tirkiyeyê mecbûr mane ji Tirkiyeyê biçin. Her wiha Karaaslan, destnîşan kir ku ji ber di dema Rewşa Awarte de fîlm kişandine bi zor û zehmetiyan re rû bi rû mane. Karaaslan, da zanîn ku xwestiye fîlmê xwe li girtîgeheke bera bikişîne û got: “Me serî li ku da, bersiveke neyînî dan. A em di fîlm de behs dikin ne girtîgehek e, em behs dikin ku welat tev bûye girtîgeh.” Karaaslan, destnîşan kir ku çar aliyên Tirkiyeyê bûye girtîgeh û got, lê belê dîsa jî sînema bi hêza hunerê li ber xwe dide.

Karaaslan diyar kir ku di demên dawî de sînemaya kurdî pêş dikeve û wiha got: “Sînemaya kurdî bi piranî belgefîlm û kurtefîlm in. Sedemên vê yekê hene. Divê sînema ne luks belê îro gelek êş û azar hene û dîsa wekî luksê tê dîtin. Dibe kesên têkoşer bibêjin ’em çi dikin, hûn çi dikin?’ Lê em dikarin bi hunerê jî li ber xwe bidin. Tiştine hene divê em hel bikin. Divê tiştên li Cizîrê û Rojavayê qewimîn bên belgekirin.” ÊLIH

Dikarî Biecibînî