101 sal berê îro: Kovara JÎN derket

Di dîroka wêje û çapemeniya kurdî de gelek kovar hatin weşandin. Yek ji van kovaran jî Kovara JÎN bû. Kovara Jîn 101 sal berê îro di 7’ê Mijdara 1918’an de dest bi weşanê kir û 25 hêjmar hatin çapkirin

Di sedsala dawî de gelek kovarên kurdî yên dîrokî, wêjeyî û çandî hatin çapkirin. Heta niha kovarên wekî Hawar, Ronahî, Nûbihar, Jiyana Rewşen, Kovar, Çirûsk, Zend, Peyv, Dîwar, Bûka Baranê, Guldexwîn, Felsefevan, Bizot, Şewçila, Pelîn, Vejîn, Tîroj, Zanko, Hêvî, Kizwan, Folklora kurdan û gelek kovarên din hatin çapkirin. Yek ji van kovara ku 101 sal berê îro hat çapkirin Kovara JÎN e. Rewşa kovarên kurdî her çiqas li gorî berê niha baştir be jî, gelek kovar ji ber bê derfetî tenê li ser înternetê têne weşandin. Ev kovar ji bo têrkirina zimanê kurdî û xwendekarên wî gelek girîng in.

Kovara ‘Jîn’ di 7’ê Mijdara 1918’an da li Stanbolê dest bi weşanê kir. Wisa tê zanîn ku binyata ne fermî ya Komela Pêşketina Kurdistanê bûye. ‘Jîn’ 25 hêjmar hatin çapkirin. Di jimareya yekemîn de nivîsake kurt a bi sernivîsara ‘Armanca me’ semedê weşandina kovarê û armanca wê wiha hatiye ragihandin: “Jîn ne ji bo bi destxistina lişteka (menfeet) madî derdikeve. Armanca wê, belavkirina zanînê ya li ser jiyana kurd a dîrokî, mafên wî yên neteweyî, bêjeya wî û rewşa wî ya civakî ku ji sedsalên dirêj vir ve hatine îhmalkirin. Li gorî baweriya me, amadekirina ciyekî layiq ji bo neteweyê kurd di civîngeha neteweyan de, bi xebateka wisa mimkun e ku awayê wê xebatê li gorî fama vê demê be. Em têdigîhîn ku ev teşebusa me, xebateka pir dijwar dixwaze. Belam, dema ku me ev wezîfa giran da ser milê xwe, me bi rastî hêvî kir ku em dikarin xwe bispêrin alîkarî û hêsaniyên maddî û manewî yên neteweyê kurd.”

 

Kovara ‘Jîn’, bi wê baweriyê û bi wê biryarê, jiyana xwe nêzîkê salek domandiye. Jimareya wê ya paşîn, yanî ya 25’an di tarîxa 2/10/1919’an da derketiye. Kovar piştê wê dîrokê hatiye girtin û bi wî awayî di dîroka gelê kurd de veşiriye. Ji 25 jimareyên ‘Jîn’ ê 22 jimare 16 rûpel derketine. Hemî jimare bi qabê qarton qabkirî bûne. Ger mirov her çar rûpelên qabên wê jî têw bike, rûpelên wan 22 jimareyan dibin 20. Lê di orîjînalên kovarê da li her çar rûpelên qab jimare nehatine nivîsîn; jimare tenê li rûpelên metnê kovare hatine nivisîn. Jimareyên 15’an, 16’an û 25’an ji 24 rûpel derketine. Ew her sê jimare jî wek ên din qabkirî bûne û digel rûpelên qabên xwe 28 rûpel bûne. Belam di wan de jî jimare tenê li rûpelên metnê kovarê hatine nivîsîn.

Zimanê kovarê

Kovara ‘Jîn’ bi kurdî û tirkî derketiye. Heta sala 1918’an Kurdistana Rojava, yanî Kurdistana ku di binê dagirkirina împaratoriya Osmanî de bû, yeker bû û nehatibû parçekirin; yanî ew parçeyên ku îro ji wan ra tê gotin ‘Kurdistana Tirkiyeyê’, ‘Kurdistana Iraqê’ û ‘Kurdistana Sûriyeyê’ gişt yeker bûn û di binê destê Osmaniyan de bûn. Navê welêt jî resmen ‘Kurdistan’ bû. Li gor wê rewşê, xwenda û zana û xwendekarên kurd gişt yek bûn û bi yekitî dixebitîn. Mesela di nava qadroya ‘Jîn’ de kurdên Kerkûk û Silêmaniyê jî, kurdên Amed û Bedlîsê jî hebûn. Tewr çend kurdên Kurdistanê bûn. AMED

Dikarî Biecibînî