Li Sûrê ji bo zarokan şahiya şanoyan pêk hat

Bi piştevaniya Şaredariya Sûrê li Şanoya Bajar a Amedê di navbera 6 û 10’ê mijdarê de ji bo zarokan şahiya şanoyê hat lidarxistin û zêdeyî 850 zarok şano temaşe kir

Li Amedê bi piştevaniya Şaredariya Sûrê ya Amedê zarokên Sûrê ku qet fersend nedîtibûn şano temaşe bikin, berî bi 5 rojan (6-10’ê mijdarê) du caran lîstika şanoyê ya zarokan a bi navê ‘Pîrê û Rovî’ temaşe kirin. Endamên Meclisa Şaredariya Sûrê ji Sûr û gundên derodorê bi wesayitan zarok anîn eywana şanoyê ji bo ku lîstikê temaşe bikin. Zarokên ku ji bo temaşekirina lîstikê hatin, di dema lîstikê de demên xwe derbas kirin û car caran jî tev li lîstikê bûn. Zarokên ku ji malên xwe û ji gundên xwe hatin girtin piştî ku lîstik bi dawî bû yek bi yek dîsa bi wesayitan birin mal û gundên wan. Her wiha ji aliyê Şardariya Sûrê ve ji bo her zarokek ku tev li lîstikê bû çandeyekî pêlîstok tê de wekî diyarî ji zarokan re hat dayîn.

Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr bal kişand ser girîngiya şanoyê ji bo zarokan û ev tişt anî ziman: “Bi taybetî me xwest ku zarokên derfetên wan ên şano temaşe bidin tune ne bên li van lîstikan temaşe bikin û me xwe gihand ji 850 zarokan zêdetir. Ev xebat ji bo me hem kêfxweşî û hem jî gelek girîng bû. Em ê ji îro û şûn de jî ji bo zarokan şahiyên cur bi cur lidar bixin û vê xebata xwe berdewam bikin.” AMED

This slideshow requires JavaScript.

Dikarî Biecibînî