Mîhrîcana Şanoyê ya Hisên Misrî dest pê kir

5’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Hisên Misrî li Kerkûkê dest pê kir. Tê payîn ku mîhrîcan dê 3 rojan berdewam bike

Li bajarê Kerkûkê 5’emîn Mîhrîcana Şano ya Hisên Misrî li hola rewşenbîrî ya Kerkûkê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir. Daxuyanî ji hêla rêveberê mîhrîcanê Nejad Necim ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de Necim anî ziman ku bi alîkariya rêveberiya reweşenbîrî ya Silêmaniye û Kerkûkê û Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Federal a Kurdistanê, 5’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Hisên Misrî li Kerkûkê li dar dixin. Necim da zanîn ku dê 20 komên şano li seranserê Herêma Kurdistanê, 3 bajarên Iraqê, 5 welatên ereb û Îranê tev li mîhrîcanê bibin.

Tê payîn ku mîhrîcan 3 rojan dewam bike û hemû şano li ser şeqaman werin nîşandan. KERKÛK

Dikarî Biecibînî