Encamên Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt diyar bûn

Egîtîm Senê ya Êlihê encamên 9’emîn Xelatên Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt aşkera kir

Egîtîm Senê ya Êlihê her sal ji bo bîranîna Şerzan Kurt ê di 12’yê gulana 2010’an de li Zanîngeha Muglayê bi guleya polîs hat kuştin, pêşbirka çîrokan lidar dixe. Egîtim Senê îsal jî 9’emîn Xelata Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt lidar xist. Pêşbirk bi dawî bû. Egîtîm Senê encama Pêşbirkê ya bi kurdî û tirkî lidar xist, aşkera kir.

Têkildarî pêşbirkê Egîtîm Sen diyar dike ku ew bi armanca balê bikişînin ser binpêkirinên mafên mirovan vê pêşbirkê lidar dixin.

Bi kurdî û tirkî

Di beşa çîrokên kurdî de Alî Bal bi çîroka ‘Rêwîtiya Raburdu’, Mehmet Şîrîn Bulga bi çîroka ‘Gula Mîrza’, Laleşa Ûsiv bi çîroka ‘Keval’ bi ser ketin.

Di beşa tirkî ya çîrokan de jî Sîstem Şanli bi çîroka ‘Sînekler (Mêş)’, Denîz Mahabad bi çîroka ‘Surdu Odam (Odeya min Sûr bû)’, Servet Bîlgîn bi çîroka ‘Benazir Butto’yu Ben Oldurdum (Ez ji Benazîr Butto re mirim)’, Sulbiye Yildirim bi çîroka ‘Babamın Olu Kuşları (Çûkên bavê min ên mirî)’ bi ser ketin.  ÊLIH

Dikarî Biecibînî