Peykerê Mihemed ê bi fosforê birîndar bûyî tê çêkirin

Xwendekara Peymangeha Hunerên Xweşik a Helebçeyê Çira Ebdulkerîm peykerê zarokê kurd Mihemed Hemîd ê ku laşê wî bi bombeyên fosfora spî yên dewleta tirk hatiye şewitandin çê dike. Çirayê got ku bi xebata xwe dixwaze sûcên li dijî gelê kurd hatine kirin belge bike

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên xwe di 9’ê comtehê de êrîşî rojavayê Kurdistanê kir. Dagirkerên ku li hemberî berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbên giran dixwarin, serî li bikaranîna çekên qedexekirî yên mîna fosforê dan. Ji ber bi karanîna fosfora spî gelek welatî şewitîn. Yek ji wan zarokê bi navê Mihemed Hemîd bû. Wêneyên Mihemed yên ku ji ber êşa şewatê diqîriya piştî ku hatin parvekirin, medyaya cîhanê jî bi berfirehî cih da sûcên şer ên dewleta tirk.

Xwendekara pola 5’an a Peymangeha Hunerên Xweşik a Helebçeyê Çira Ebdulkerîm biryar da ku ji bo projeya xwe ya dawiya xwendinê peykerê Mihemed Hemîd çê bike. Têkildarî mijarê Ebdulkerîm wiha dibêje: “Ez dixwazim sûcên ku li dijî gelê kurd hatine kirin belge bikim. Beriya vê, sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin. Ji ber ku Mihemed beriya her tiştî mirov e. Ev jî nîşan dide ku sûc li dijî mirovahiyê hatiye kirin.”

Daxwazên ji bo peyker

Çira Ebdulkerîm got ku ev 4 hefteye ku dest bi çêkirina peykerê Mihemed kiriye û ev agahî dan: “Peyker metreyek û 80 santîman bilind e. Divê peyker heta 1’ê çileya sala tê bi dawî bibe. Peyker ji heriya xwezayî û têlê çêdikim. Ji bo ku peyker demdirêj hebe pêwîstî bi madeya fayber klas heye. Ev made jî li peymangehê nîne. Ez ê keyfxweş bibim ku peyker li cihekî giştî were danîn. Bîrdariya Helebçeyê xwest ku peyker li bîrdariyê bê danîn. Walîtiyê xwest ku li avahiya walîtiyê bê danîn. Me jî hê biryar nedaye.”

‘Birîndariya Mihemed bi qasî karesata Helebçeyê ez êşandim’

Mamostayê serpereştiyariya projeya xwendekar Çira Ebdulkerîm dike Huner Sahêb jî got ku ew kêfxweşe ku serpereştiyariyê ji Çirayê re dike û wiha domand: “Ji ber ku birîndariya Mihemed û sivîlên din bi qasî karesata Helebçe û enfalê ez êşandim. Hêvîdarim ku ev kar êşên netewe û civaka me bigihîne cîhanê. Karê Çira dike ji bo belgekirina tawanên li hemberî gelê kurd tê kirn hewleke girînge.” HELEBÇE

Dikarî Biecibînî