Pirtûka ‘Ji Bo Zarokan Cografya’

Mamosteyê erdnîgariyê Mehmet Baran Aydin ji bo zarokên kurdan bi navê ‘Ji Bo Zarokan Cografya’ pirtûkek nivîsand

Nivîskar Mehmet Baran Aydin, ji bo zarokên kurdan bi navê  ‘Ji Bo Zarokan Cografya’ pirtûkek nivîsand. Pirtûk ji Weşanxaneya Pêriyê derket. Pirtûk ji bo zarokên 8-10 salî hatiye amadekirin û lehengên pirtûkê bi navê ‘Canê’ keçek û bi navê ‘Bagêr’ zarokekî kur e. Pirtûk ji diyalogên di navbera her du zarokan de pêk tê.

Aydin diyar kir ku di dema amadekirina pirtûkê de destek ji pedagog û psîkologan girtiye û da zanîn ku di dema amadekirina pirtûkê de wî mufredata perwerdehiyê ya Tirkiyeyê lêkolîn kiriye û bi mamosteyên seretayî re danûstendin kiriye. Aydin ji bo wêneyên di pirtûkê de jî got ku danûstendin bi wênesazên pirspor re kiriye.

Di axaftina xwe de Aydin da zanîn ku di warê perwerdehiya bi kurdî de divê ji bo zarokan eleqeyeke taybet hebe û diyar kir ku divê zarok di jiyana rojane de bi zimanê xwe biaxivin.

Her wiha Aydin anî ziman ku li her qadê kurdî bi qedexeyan re rû bi rû dimîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi salan e ji bo qedexekirina ziman û çanda me zext û zorî hene. Lê berkesê vê divê em jî tim hilberînin. Divê her kes di qada xwe de bi kurdî hilberîne. Ez mamosteyê erdnîgariyê me û di warê erdnîgariyê de dixebitim. Divê matematîkvan di warê matematîkê, dîrokzan di warê dîrokê, wêjevan di warê wêjeyê de hilberînin.” STENBOL

 

Dikarî Biecibînî