Pêşengeha Navneteweyî ya Silêmaniyê didome

Di nava bi sedan hezar pirtûkan de pirtûkên herî zêde li Pêşengeha Pirtûkên Navnetewî ya Silêmaniyê de tê firotin û rastî eleqeyeke zêde tên pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e

Yekemîn Pêşengeha Pirtûkan a Navnetewî ya Silêmaniyê ku ji 14’ê mijdarê ve destpêkiriye, bi beşdariya zêdeyî 180 pirtûk, navendên çap û weşanê yên ji 21 welatên cîhanî, herêmî û Kurdistanê didome.

Di pêşengehê de bi hezaran pirtûk û dokûmantarên lêkolînê tê nîşandan. Li gorî zanyariyên rêkxerên pêşengehê, rojane di derdora 5 heya 8 hezar kesî de serdana pêşengehê dikin.

Navenda Çap û Weşanê ya Nexş û Bindarok ji rojavayê Kurdistanê bi 10 hezar pirtûkên bi zaravayê kurmancî û zimanê erebî beşdarê pêşengehê bûye. Di nava pirtûkên wan de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pirtûka yek ji kadroyên pêşeng a PKK’ê Sakîne Cansiz û gelek pirtûkên derbarê şoreşa rojavayê Kurdistanê tê nîşandan. Dê dahata wê jî ji bo koçberên Grê Spî û Serêkaniyê yên ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk neçar mane cihê xwe terk bikin, bê dayîn.

Dê dahatayên pirtûkan bidin koçberê Girê Spî û Serêkaniyê

Berpirsê navenda Nexş û Bindarok Abdulla Şêxo diyar kir welatî dema dibihîsin ew ji Rojava beşdarî pêşengehê bûne eleqeyeke mezin nîşanî wan didin. Şêxo têkildarî eleqeya welatiyên Başûr ji bo pirtûkên navenda wan re ev tişt anî ziman: “Beşek ji pirtûkên ku me aniye vir, li çapxaneya ‘Şilêr’ a rojavayê Kurdistanê hatine çapkirin. Ew dahata ku em ji van pirtûkan bigirin em ê ji bo koçberên Girê Spî û Serêkaniyê bibexşin. Me bûhayê pirtûkan diyar nekiriye. Weke hevkariyek ji bo koçberan her kî dikare çi bide em ewqasî digirin. Welatiyên serdana pêşengehê dikin, eleqeyeke mezin nîşanî pirtûkên me didin. Her çend pirtûkên me bi zaravayê kurmanciye (latînî) be jî dîsa welatî ji ber şoreşa Rojava eleqeyeke baş nîşan didin. Welatî tên li gel me rûdinin û alîkariyê texsîr nakin.”

Pirtûkên Ocalan rastî eleqeyeke mezin tê

Di nava bi hezaran pirtûkên pêşengehê de herî zêde rastî eleqeyê tê û tên firotin jî pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Serperiştyarê Dezgeha Rewşenbîrî ya Cemal Îrfan ku beşek ji pirtûkên Ocalan di pêşengehê de dide nîşanan jî piştrast dike ku pirtûkên herî zêde tên firotin ên Ocalan in.

Serperiştyara standa pirtûkan a Dezgeha Rewşenbîrî ya Cemal Îrfan Tanya Aware diyar kir pirtûkên ku rastî eleqeyeke zêde tên rojane hejmara wan tê zêkirin û ev tişt anî ziman: “Rojane pirtûkên ku rastî eleqeyeke zêde tên, tên nûkirin. Pirtûka Ocalan a bi navê ‘Urfa sembola pîrozî û lanetê’, ‘Rêbertiya PKK’ê rêbertiya jina azad e’, ‘Nêrîneke şoreşgeran li pirsgirêka ol’, ‘Aboriya Civaka Demokratîk’ û çend pirtûkên din rojane 20-30 pirtûk tînin vir û pir zû xilas dibe. Pêşengeha Pirtûkan rojane saet 10.00’ê berê nîvro vedibe û heya saet 19.00’ê êvarê didome. Tevî ku em saetek piştî vebûna pêşengehê çûn jî di nava saetek de pirtûka Ocalan a bi navê ‘Rêbertiya PKK’ê rêbertiya jina azad e’ hemû hatibûn firotin. Her wiha pirtûka Ocalan a Urfa jî ji 25 pirtûkan tênê 3 jê mabûn.”

Bajarê Weje û Rewşenbirî

Ji derveyî navenda Cemal Îrfan Pirtûkxaneya Bextiyarî û Amazon jî pirtûkên Ocalan li pêşengehê de dide nîşan û ji her pirtûkeke Ocalan rojane nêzî 50 pirtûk difiroşin.

Pêşengeha Navnetewî ya Pirtûkan a Silêmaniyê di 235’emîn salvegera avabûna bajarê Silêmaniyê de 14’ê mijdarê vebû û wê heya 23’yê mijdarê bidome. Her wiha UNESCO’yê bajarê Silêmaniyê weke bajarê ‘Wêje û rewşenbîrî’ nasand. Ev jî hiştiye ku girîngiyeke mezin ji bo pêşengehê bê dayîn.

‘Pirtûkên kurdî gelek kêm in’

Rêveberê ragihandina pêşengeha navnetewî ya pirtûkên Silêmaniyê Merwan Hemexurşîd destnîşan kir ku ji roja pêşengeh vebûye heya niha rojane di navbera 6 heya 8 hezar kesî de xwêner serdan kiriye û wiha got: “Armanca me ew e ku em pirtûk bi xwêneran bidin nasîn. Ev eleqeya gel a ji karên ronakbîrî re dide nîşan.”

Helbestvan Salih Pençarî li gel kêfxweşiya xwe ji vekirina pêşengehê, rexne kir ku pirtûkên kurdî di pêşengehê de kêm in û ev tişt anî ziman: “Em bi vekirina pêşengeheke wisa kêfxweş û serbilind in. Lê mixabin pirtûkên olî ji pirtûkên wêjeyî, fikrî. Ya herî nexweş jî ew e bû ku pirtûkên kurdî gelek kêm in.”

‘Buhayên pirtûkan baş b2û

Jina ciwan a ji bo bidestxistina pirtûkên derûnnasiyê Rênas Elî diyar kir bûhayê pirtûkên di pêşengehê de başbû û nirxê wê kêm kirine ji bo welatî bikarin bigirin û da zanîn ku pêşengeh herî zêde bi karê xwendekar û ciwanên derfetên wan ên madî nîne hatiye.

Ji derveyî nîşandana pirtûkan rojane panel, semîner û çalakiyên hunerî jî tên lidarxistin. Wê girtina pêşengehê bi dayîna konserekî ji aliyê hunermend Diyar Qeredaxî ve bi dawî bibe. SILÊMANÎ

This slideshow requires JavaScript.

Dikarî Biecibînî