Helbesta Çiyager, hunera Rûbar Şervan!

“Dema ku nû çavên min li Rûbar ket, di dilê xwe de min gotibû; ‘Ha ev e.’ Di dawiya perwerdehiya 3 mehan de jî ev fikra min neguherî. Ew ê bibûya yek ji rojê sereke Çiyager. Heqê jiyanê da. Bi qasî ku di ber de bimire, ji jiyanê hez dikir.”

Rûbar Şervan (Cîhan Sever) ji Wanê ye. Wan yek ji devera herî sar a Kurdistanê ye. Armanc û hîsekê Rûbar ji cihê herî sar û çiyayî ya welatê wî ew anîbû herêma herî germ û nîv çolî. Rûbar Şervan di salên 2014-2015’an de li dijî êrîşên DAIŞ’ê ji bo ku tev li nav berxwedanê bibe hatibû Kobanê. Li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ’ê de bû. Heta ku me hev nas kirî, li Rojava û li gelek herêmên Bakurê Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê şer kiribû. Çend caran bi sivikî birîndar bûbû. Di cotmeha sala 2017’an de dema ku amadekariya fîlm berdewam dikir ne hev nas kir.

Li ser pirsa ‘Rûbar çilo bû lîstikvan’ li gel pirsa ‘Em li lîstikvanekî çilo digeriyan’ bibersivînim wê were fêhmkirin. A rast a ku ez, em lê digeriyan kesên ne lîstikvan bûn. Em ne li lîstikvanan lê li hîsa rasteqîn digeriyan. Em li kesên wiha digeriyan ku hîsên wan herî pir nêzî hîsên wan ciwanên berxwedana Sûrê bûn ku çîroka wan me kiribû senaryo. Me jî bawer dikir ku ev jî bi wan mirovên wiha pêkan e ku çîrokên hevşib jiyane. Kî di hîsên rojane de nêzî karakterên senaryoyê bûna, ew ê di fîlm de cih bigirtana..

Dê fîlmek bihata çêkirin lê bawer bin, pêvajoya çêkirina fîlm jî gelek fîlm bûn. Mînak gelek kesên ku li Şedadê ji bo lîstikvaniyê em li wan difikirîn, piştî ku operasyona HSD’ê ya li ser Dêrazorê dest pê kir, çûne wir. Ango wê ji me re bibûna ‘lîstikvan’. Lê hem ew û hem jî rêveberiya HSD’ê hay ji ya girîngtir hebûn. Her wiha şervanê YPG’ê Kahraman Amed, dema ku dê tev li nav ekîbê bibûya, li Reqayê şehîd bû. Dîsa sînameger û nûçegihan Mehmet Aksoy heman rojan li Reqayê di êrîşeke DAIŞ’ê de şehîd bû.

Ev wiha ne hêsan bû. Li aliyekî şer hebû. Mînak li Reqayê li dijî DAIŞ’ê şerekî mezin hebû. Em komeke sînameger, nûçegihan an jî tîmeke ku bi vê bawer, hem bi baweriyeke mezin em li ser senaryoyê dixebitîn û hem jî li gorî senaryoyê em li lîstikvanan digeriyan û hem jî me hewl dide ku mekanekî bi mîmariya karakterîstîk a Sûrê li Kobanê ava bikin. Sûr bajarekî wiha dîrokî ye ku bi kevirên reş î birandî hatiye avakirin. Bi kuçeyên teng e û dora wê bi Sûran pêçayî ye. Kobanê jî hê beriya bi çend salan 80 ji 100’ê wê hatiye hilweşandin.

Dema ku em li lîstikvan digeriyan, şervan an jî ne şervan em diaxivîn, me wext dibihurand, lê me ji kesî re nedigot; ‘Em te ji bo filan rolî difikirin.’ Ji ber ku me yê ew kom bikirana û 3 mehan perwerdehî bidaya wan. Ev perwerdehî xwendina teorîk a hunerî- sînameyê, ya nerîna li fîlman, perwerdehiya sereke ya dramayê û lîstikvaniya sereke bû. Me ev kir jî. Di qonaxa dawî ya perwerdehiyê de em derbasî perwerdehiya li ser senaryoyê bûn. Û li ser hin sehneyên krtîk prova hatin kirin. Tam li ser cast ber bi zelalbûnê ve çûn. Ji ber ku fîlmê komekê bû, diviya me cotên di senaryoyê de bi hev bidana temamkirin. Lê weke ku beriya niha min gotî, xisletê kê nêzî yên karakterên senaryoyê bûn, ya girîng ev bû.

Lê hê dema ku nû li çav Rûbar ketim, di dilê xwe de min gotibû, ‘Ha ev e.’ Di dawiya perwerdehiya 3 mehan de jî ev fikra min neguherî. Ew ê bibûya yek ji rojê sereke Çiyager.  Çiyager li Amed-Sûrê, di navbeyna kanûnan 2015-adar 2016’an de li dijî dorpêça polîs û artêşê fermandarê berxwedana 100 rojî bû.

Rûbar, yekî çilo bû: Dilê wî mîna mûyekî sivik bû. Pir dilnizm bû. Li bara pirsan pozîtîf bû û devliken bû. Lê dema ku dihate cihekî, dema ku ji dûr ve dinerî, bi meşa xwe jî bandor dikir. Ew xwedî hemû xisletên fermandarên şoreşger bû. Tam jî mîna Çiyager bû ku di fîlm de wê ev rol bilîsta. Helbet destpêkê nedixwest ku tev li nav xebata fîlm bibe. Çima? Ji ber ku ne karê wî bû, wiha di dît. Tu rabirduyeke wî ya şanoyê, sînamayê nebû. Ji ber vê jî, diviya hinekî bi xwe hewl dabûya.

Lê avantaja me ew bû ku li nav kurdên polîtîk cihgirtina di nav berxwedana Sûrê de mîna rûmetekê dihate dîtin. Heman tişt ji bo berxwedanê mîna Kobanê û Sûrê jî derbas dibû. Mesele ne mirin an jî kuştin bû. Mesele rûmet, sernetewandin, azadî û baweriya bi wê ye ku azadî û şoreş ne xeyal  e. Ango baweriya bi jiyaneke nû. Rûbar jî yek ji wan bû ku wiha difikirî.

Ji bo mirovên bi xisletên şoreşgerî jiyan hunerî ye û helbestî ye. Encax bi hunerê yan jî bi helbestê em bikaribin behsê rêwîtiya ji devereke ku zivistanan 2 metro berf lê dibariya, ber bi devereke dî ya ku havînên wê 50 pîle ye bikin. Tenê karê şoreşgeran e ku dema li dijî neqenciya herî rêxistinî ya mîna DAIŞ’ê şer dikin, di sînameyekê de dibin rolên sereke.  Ev hemû, fikir û hîsên potansiyel bûn ku cîhan li Kobanê bibe Rûbar, di fîlma Ji bo Azadiyê de bibe Çiyager.

Helbet ev ên ku min gotin dê têrê nekin. Girtina fîlmê sînameyê, pêvajoyeke tîr a teknîkê ye. Pir kêm kês dikarin senaryoyên mîna fîlmekî bibînin. Kamera, ronkahî, ekîb, temaşevan.. Ji bo lîstikvanên ne profesyonel hînbûna van tiştan zehmet e. Bi ser de ku sehne jî dubare bibin, kar hê zehmetir dibe. Dawiya dawî me fîlm çêkir. Her çendî çîroka me li ser rastiyê ava bûbe jî fîlmek e ev. Zexta zêde ya rastiyê jî çêdibe. Ji ber ku du kesên ku di fîlm de lîstik (Korsan Şervan û Hakî) bi rastî jî li Sûrê şer kiribûn. Me hewl da ku di fîlm de rola xwe bilîzin. Ev mînak jî di dîroka sînemayê de mînaneke girîng e. Li ser Rûbar Şervan jî, vê xalê zor lê dikir: “Gelo ez ê bikaribim temsîla Çiyager bikim? Dikarim? Lê ku nikaribim?” Fîlmê me, hê di nav pêvajoyeke domdar de, beşekî jê dike mijara we. Hê jî her tişt zindî ye. Rûbar jî, hîs dikir ku ev ne tenê fîlmek e. Dizanîbû ku ev rol wê bandorê li ser hemû jiyana wî bike.

Rola min a herî girîng bi qasî zêdekirina motîvasyonê, her wiha amadekirina atmosferê ya hîsî ya bi sehneya berî û piştî girtina sehneyê re lihevhatî. Carnan diviya tevgereke herî biçûk a beden jî diviya bihata tarîfkirin an jî provaya wê bihata kirin. Lê hê di serî de her kesî ev qebûl kiribû: Tişta ji destê me tê em ê ya herî baş bikin! Rûbar jî di nav de, me hemûyan digot, ‘Em dikarin a baştir bikin.’ Dema ku dubareya sehneyê zêde dibû, me wiha pêşî li kêmbûna motîvasyonê digirt.

Me gotina; “Di van şertan de encex ev qas dibe” li xwe qedexe kir. Bi qasî lîstikvanan ji bo projeyeke wiha mezin tecrûbeyeke me jî zêde nebû. Me digot amatoriya me heye lê em ê bi profesyonelî bifikirin û bi cih bînin. Rûbar jî di fîlm de bi lîstikvanî ji me bawer kir.  Guh  da derhêneriya min, daxwaz, rexne û pêşniyarên hevalên din ên rejiyê. Bi eforeke zêde xwe tevlê kir.

Amedekariya lîstikvaniyê 3 mehan û girtina fîlm 3 mehan domand. Heta roja dawî jî sehneyên Rûbar hebûn. Sehneyên herî zehmet bûn. Û di fîlm de dê tiştan nehata nepixandin, dê çîrokeke rastîn bihata qeydkirin. Ji ber vê hevalên me yên lîstikvan, ji bo ku li xwe bişikînin, ketin rejîmê, gemarî man, pora xwe kur nekirin. Herî pir Rûbar ev ji bo xwe dikir problem. Piştî ku qeydên sereke qediyan di gulana 2018’an de em ji hev veqetiyan. Herî dawî havîna 2018’an me hev dîtibû û rewşa montaj a fîlm min pê dabû temaşekirin. Piştre têkiliya me qut bû. Heta ku di 2’yê mijdarê de şehîd bûyî jî min tu agahî jê nestandibû. Bi qasî ku di çapemeniyê de em hîn bûn, li herêma Heftanînê ya başûrê Kurdistanê dema ku artêşa tirk ji hewayê leşker danîbûn û dagir kiribû, di şer de şehîd bûbû. Heqê jiyanê da. Bi qasî ku di ber de bimire, ji jiyanê hez dikir. Helbet, bibîranîna bîranîna wî û jiyandina wê li ser me dimîne.

Çavkanî: Ersîn Çelîk

Dikarî Biecibînî