Muzîk jiyan û mêjiyê hunerê ye

Hunermend Azad Bedran diyar kir ku muzîk jiyan û mejiyê hunerê ye û wiha got: “Muzîk mirovan azad dike û bi xwe re aştiyê tîne.”

Dengbêjên kurd ên nemir, çand û hunera kurdan bi awazên xwe yên hestiyar heya vê serdemê anîne. Dengbêjan hem dîroka kurdan a nehatî nivîsîn, hem jî wêjeya kurdan a devkî ji civaka kurd re vegotin. Gelê kurd çand û dîroka xwe piranî bi stran, ango awazên dengbêjiyê rave kiriye. Ev awaz weke çîrokan hatine guhdarîkirin. Wê awazê dîroka kurdan a ne nivîskî jî hewandiye. Kurdan muzîka xwe bi dengbêjiyê qîriyaye û heta vê demê aniye.

Hunermendê kurd Azad Bedran der barê çand û hunera kurdî de, girîngiya muzîka kurdî, rolê hunermendên kurd di yekitiya neteweyî de ji ANF’ê re axivî.

Muzîk eynika civakê ye

Bedran da zanîn ku dema mirov hestên xwe yên nikarin bînin ziman bi rêya muzîkê vedibêjin û anî ziman ku mirov hemû kêliyên jiyanê, hezkirin, êş, destan û çîrokan bi şêwaza muzîkê vedibêje. Bedran dibêje, çawan ax ji avê re, pel ji darê re, roj ji şevê re ji bo wî jî muzîk jiyan e û wiha axivî: “Muzîk eynika civakê û mejiyê hunerê ye. Muzîk mirovan azad dike û bi xwe re aştiyê tîne. Her wiha çand û huner ji bo gelên mazlûm û bindest çekek herî mezin e. Muzîk serî hildane û parastina mafan e. Di nava civakê de muzîk rol û ristê digre li ser milê xwe û ji bo civakê pêşengtiyê dike. Ji dîroka mirovahiyê heta niha muzîk heye û di hemû serdeman de jî weke terapî hatiye guhdarkirin.”

Hunermend Bedran destnîşan kir ku di salên 1980’an de mûzîka kurdî xwedî kelecanek mezin bûye û di wê serdemê de gihayek astek herî jor. Bedran bilêv kir ku xwîna her kesê ji bo muzîkê dikeliya û wiha pê de çû: “Tevgera Azadiya Gelê Kurd bi hemleyek nû di sala 1984’an de dest bi şerê çekdarî kir, bi xwe re agirê hunerê germ kir. Di wê serdemê de gelek kom hatin avakirin û heta roja îro gelek berhemên girîng ji hunera kurd re hiştin. Niha çeka herî xurt ya kurdan yek jî muzîk e.”

Bê hest nabe

Bedran anî ziman ku muzîk karekî hestyarî ye û ev tişt li ser axaftina xwe zêde kir: “Bê hest tu mirov nikare xwe bigîhine civakê. Divê di hemû berheman de mirov xwe bibîne û xwe bighîne civakê. Ji ber ku hunermend pêşengin û divê di her alî de ji bo civakê pêşengtiyê bikin. Pêwîst e di hemû aliyan de çand û hunera kurdî pêş bê xistin. Divê li hemû cihî dibistan û akademiyên muzîkê werin vekirin. Di rola hemû neteweyan de perwerde gelek girîng e. Divê em ne tenê bi ziman bi mejî jî bikaribin xwe pêş bixînin. Felsefe, hunera kurdî bixwînin û hemû tiştên ku di hunera kurdî de qewimîne bikaribîn bînîn ser ziman dê wê gavê tiştek gelek baş derkeve holê. Divê em hunera xwe pêş bixin û bikarin ji daxwazên civakê re bibin bersiv. Ji ber ku huner neynîka civakê ye.”

Di muzîkê de rola dengbêjiyê

Bedran di çand û hunera kurdî de rolê muzîkê nirxand û got: “Dengbêjên kurd ên nemir, çand û hunera kurdan bi awazên xwe yên hestiyar heya vê serdemê anîne. Dengbêjan hem dîroka kurdan a nehatî nivîsîn, hem jî wêjeya kurdan a devkî ji civaka kurd re vegotin. Dengbêjên kurd dîroka kurdan daye pêşandan. Ji bo vê yekê huner ji bo kurdan gelek girîng e. Weke kes dema ku min dest bi muzîkê kir ez gelek bi şans bûm. Wê demê mamosteyên herî baş li navenda Dîcle û Firatê bûn û li wir ji wan min perwerde girt. Ez her tişê Dîcle û Firatê hîn bûm û niha jî tişa hîn bûme hînî zarokan dikim. Dema min dest bi tembûrê kir Hozan Serhed bandorek mezin li ser min kir. Çand me ji xwezayê girt û dîsa em didin xwezayê.” AMED

Dikarî Biecibînî