‘Ziman û çand stûna bingehîn a neteweyan e’

Parlamenter Îmam Taşçier têkildarî xebatên zimanê kurdî axivî û diyar kir kuz iman û çand stûna bingehîn a netewan e û diyar kir ku ji bo kurdî bibe zimanê fermî dê xebatên xwe bidomînin

Di 23’yê mijdarê de bi tevlibûn û piştgiriya 45 nûnerên rêxistinên civakî, partiyên siyasî û nêrînên cuda li Amedê komxebata avakirina Tora Ziman û Çandan hat lidarxistin. Di civînê de biryara berfirehkirina Tora Ziman û Çandan û komxebateka berfirehtir hat girtin. Ji bo birêvebirina xebatan û amadekariya komcivîna berfireh sekreteryaya ji 7 kesan pêk tê, hat hilbjartin. 45 kesên ku daxuyanî radigihandin jî dê wek desteya şêwrê ya Tora Ziman û Çandan xebatê bidomînin.

Der barê ‘Tora Ziman û Çandan’ de, zext û polîtîkayên pişaftinê yên li ser ziman parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier ji ajansa ANF’ê re axivî.

Taşçier da zanîn ku ji damezirandina Komara Tirkiyeyê heta niha li dijî ziman û çanda kurdî zext qet kêm nebûn û didomin. Taşçier anî ziman ku ji ber zextên li ser gelên Kurdistanê bi sedan welatiyên kurd li kûçeyan hatine kuştin û wiha got: “Ji ber zext û polîtîkayên dewletê yên li ser gelên Kurdistanê gelek raperîn rabûn û li hemberî vê hişmendiyê têkoşiyan. Di sala 1940’an de li Amedê dema ku welatiyek kurd bi kurdî diaxivîn li kûçeyan dihatin kuştin û cezayê girtîgehê li wan dihatin birîn. Ji destpêka komarê heta roja îro dewletê dest ji polîtîkaya xwe bernedaye, zext û pişaftina li ser çand û zimanê kurdî berdewam dike. Ev pişaftin û asîmîlasyon roj bi roj zêde dibe. Dema ku ez zarok bûm û diçûm dibistanê min wê demê tirkî nedizanî bû. Lê mixabin ji ber zextên dewletê yên her ku diçe kûr dibe re zarokên kurdan bi kurdî nizanin.”

‘Ziman stûna bingehîn a civakî ye’

Di axaftina xwe de Taşçier destnîşan kir ku ji bo parastina ziman plansaziyek lazim e û ev tişt anî ziman: “Li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek rewşenbîr û saziyên kurdan li ser ziman û çandê xebatan dikin. Me xwest bi civînekê rewşenbîr û saziyên kurdan werin li ba hevdû û dawî li vê cudahiyê bînin. Dewlet sed sal in hewl dide ku rasteqîniya welat û gelê kurd ji holê rake. Me di civîna ewil a ‘Tora Ziman û Çandan’ de niqaşên dê plansazî çawa be, mijara ziman çawa penase bikin, kirin. Ziman stûna bingehîn a neteweyî ye. Parastina ziman parastina neteweyî ye. Divê li ser ziman em bi hev re xebateke zêde bikin û astengiyên li hemberî ziman ji holê rakin.”

‘Divê jiyana me bi kurdî be’

Taşçier diyar kir ku divê di her alî de zimanê kurdî bê axaftin, xebat li ser ziman bên kirin û wiha pêde çû: “Dema xebatkar xebatên ziman li ser karê xwe bisekinin û bi bîr û bawerî birêve bibin kes nikare rê li ber xebata ziman bigire. Yanî ji ber ku xebata ziman xebata herî rewa ye. Xebata herî meşrû ya dinyayê ye. Kes nikare bi vî awayî ziman qedexe bike. Mesele ew e ku em kurd bi xwe xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Divê em xebatê bi plan û bername birêve bibin. Divê siyasetmedar, rewşwenbîr û hemû saziyên kurdan bi kurdî xebatan bikin. Divê her malbat di mala xwe de bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Divê hemû jiyana me bi kurdî be. Çiqas dewlet qedexe bike em dikarin wan sînoran derbas bikin û bi zimanê xwe biaxivin.”

Divê kurdî bibe zimanê fermî

Di axaftina xwe de Taşçier anî ziman ku divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û wiha domand: “Li cîhanê 210 dewletên Neteweyên Yekbûyî hene û ji van 135 dewlet jî heta zimanê çaremîn jî heye. Çima zimanê kurdî jî nebe zimanê fermî û bi kurdî perwerdehî neyê dayîn. Divê weke kurd û xebatkarên vî gelî em hemû astengî û qedexeyên li ser ziman bi axaftina kurdî ji holê rakin. Divê tu kurd qedexeya li ser ziman nepejirîne û berovajiyê vê yekê ji bo pêşketina zimanê kurdî bixebite. Divê ji her alî ve di rojane, çand û siyasetê de em pêş bixin. Armanca yekemîn a ‘Tora Ziman û Çandan’ jî ev e. Di vê çarçoveyê de em dixwazin bi wan kesan re ku li ser ziman xebatên dikin, di demên pêş de civînek berfireh lidar bixin. Fikir û ramanên cuda hene û bi vê civînê em dixwazin hemû fikir û ramanên xwe bikin yek.”

Li Kurdistan û Tirkiyeyê dê xebatên ziman bên meşandin

Her wiha Taşçier destnîşan kir ku xebata HDP’ê ya li zer ziman li Kurdistan û Tirkiyeyê jî berdewam bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Kurdistanê ji bo pêşketina zimanê kurdî û ji bo bibe zimanê fermî dê xebat bên kirin. Her wiha li Tirkiyeyê jî ji bo zimanên di xeteriyê de ne jî xebatek bê meşandin. Têkoşîna me ji bo gelan e û ji bo pêşxistina ziman jî em ê têkoşînê xwe xurt bikin.” AMED 

Dikarî Biecibînî