Mam Cîcî behsa girîngiya Zrîngê kir

Yek ji xêzkarê kovara Zrîngê Mam Cîcî diyar kir ku ew girseyek tune ye ava dikin û got: “Ziman pêwîstiya dewamkirina jiyanê ye.”

Kovara Zrîngê bi honandin, vegotin û dîtbariyên xwe awayê xwe diafirîne û bi xêzkirinê çîrokan vedibêje. Ji bilî Tirkiyeyê, li Almanya, Swêd, Parîs û Londra jî kovara Zrîngê tê belavkirin.

Yek ji xêzkarê kovarê Mam Cîcî bi xêzeçîroka xwe ya bi navê “Zarokên Nemrûd, Tex Willer” û xêzkirina “Mamoste” cih digire. Mam Cîcî da zanîn ku piştî kovara Pîne ya bi kurdî weşanê dikir hat girtin her tim kovarek kurdî di hişê wan de bûye û ev şert di meha cotmehê de têgîhiştiye û wiha got: “Piştî Pîne hat girtin em hevalên xêzkirinê dikin nehatin ba hev. Dogan Guzel ne li vir bû. Her kes ber cihên cuda ve çûbû. Li gel şêwre û kombûna vê kadroyê Zrîng xwe gihand ber destên xwîneran.”

Eleqeya xwendevanan

Cîcî ji ber xwendin û şîroveyên ji bo kovarê tên kirin kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Em ê hin bêtir pêve eleqedar bibin. Em girseyek nîne ji nûve diafirînin. Ev yek wê gelek dem bigire. Me dizanibû wê xwîner lê xwedî derkevin. Du her du hejmarên me de xwîneran eleqeyek baş nîşan dan. Tê dîtin ku wê eleqeya ji bo kovarê zêdetir bibe. Heke em tiştek rast bikin wê gelê me xwedî lê derkeve. Em ê nifşek ku ala vê yekê ji me dewr bigire biafirînin.”

Xwendevan kêfxweş in

Cîcî destnîşan kir ku kovarek bi vî rengî ya kurdî dê têgihiştina şaş a li hember xwendin û nivîsandina kurdî jî bişkêne û wiha got: “Kovar bi kêfxweşî tê xwendin. Kovar tenê ne kovarek e. Di hundirê wê de henek qerf û henek jî hene. Tevgera dîtbariya xêzeromanan heye. Ew dîtbarî bêtir dike ku baş were xwendin û baş were fêmkirin. Yekî/a pir hindik bi kurdî dizanibe jî dema li xêzan dinêre dikare çîrokê di serê xwe bihonîne. Xwîner êdî ji wî tiştî natirse ku dê jê fêm neke. Çîrokên hatine vegotin bi xwebaweriyekî tê xwendin. Ji bo ku tirs nîne ez bawerim wê bêtir xwe bigihîne xwîneran.”

Divê kovar bigihêje çar parçeyên Kurdistanê

Cîcî diyar kir ku di mijara ziman de divê ji bo 4 parçeyên Kurdistanê bê amadekirin û wiha got: “Ji bo zarok û ciwanan divê naverokek têr were hilberandin. Ziman pêwîstiya dewama jiyanê ye. Wê ziman ya bandorek aborî ya jî bandorek çandî li ser jiyanê bike. Wê çandê em jî bi xêze roman û çîrokan vedibêjin. Em dixwazin bi rêya Zrîngê hin xebatên cuda jî bikin.” STENBOL

Çavkanî: Mehmet Halît Çetînbaş / MA

Dikarî Biecibînî